BI DÎMEN

Aras: Bi tecrîdê pêşî li çareseriya pirsgirêka Kurd tê girtin

Ji rêveberên Şaxê Wanê yê ÎHD'ê parêzer Heval Sînan Aras diyar kir ku bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêşî li çareseriyeke aştiyane, demokratîk û aqilane ya pirsgirêka Kurd tê girtin.

Ji Şaxê Wanê yê ÎHD'ê H eval Sînan Aras destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê ferzkirin li dijî Qanûna Ceza ya Tirk û Qanûna Înfazê ye.

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş 35 meh in ti agahî nayê wergirtin. Li çar aliyên cîhanê jî di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' çalakî têne lidarxistin. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên li Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê 55 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Ji rêveberên Şaxê Wanê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Heval Sînan Aras ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku li gorî qanûna înfazê bi wergirtina belgeyekê ji nexweşxaneyekê yan jî Saziya Tipa Edlî cezayê girtiyên nexweş dikare bê taloqkirin û got, "Mixabin di vê mijarê de erk û maf ji dozgeran re hatiye dayin, ev maf jî bi rengekî kêfî tê bikaranîn û li dijî girtiyên nexweş biryar têne wergirtin."

ZEXTÊN LI SER ÇALAKGERÊN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE

Parêzer Heval Sînan Aras anî ziman ku li hemberî girtiyên di greva birçîbûnê de ne bi rengekî cidî mafên mirovan têne binpêkirin û got, "Tirkiye li gorî wan peymanan tevnagere ku mohra xwe daniye binî. Destûra Bingehîn, Qanûna Ceza û Qanûna Înfazê ya Tirk têne binpêkirin. Kontrolên tenduristiyê û dermanên pêwîst nayên dayin. Bi taybetî cezayên dîsîplînê têne dayin, tecrîd tê şidandin."

LI HUCREYÊN YEK KESÎ TÊNE TENÊHIŞTIN

Parêzer Aras ragihand ku tevî girtîgehên bi tîpa F li girtîgehên bi tîpa S û bi Ewlekariya Bilind bi temamî tecrîd tê ferzkirin û got, "Ceza di nava ceza de li girtiyan têne birîn. Li hucreyên yek kesî mirovan bbi temamî bi tenê dihêlin û ji aliyê fikrî ve mirovan bi saxî dikujin. Li deverên gelekî dûr, li girtîgehên bajarê cuda têne ragirtin. Xizmên girtî û hikumxwaran nikarin bi hêsanî biçin serdanê."

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ LI DERVEYÎ QANÛNÊ YE

Parêzer Aras anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî Qanûna Ceza û Qanûna Înfazê ya Tirk e û got, "Li gorî qanûnan divê karibe bi malbat, xizm û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. 35 meh in ev maf tê astengkirin. Li vir mewzûata qanûnî bi cih nayê anîn. Bi îzolekirina Abdullah Ocalan re li ser bingeha polîtîkayên şer dixwazin pirsgirêka Kurd bêçareserî bihêlin. Bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan re çareseriyeke aqilane, demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd tê astengkirin."