Îranê kolberek qetil kir
Hêzên Îranê li ser sînorê Newsud ê Rojhilatê Kurdistanê kolber Sadiq Mîranî qetil kirin.
Hêzên Îranê li ser sînorê Newsud ê Rojhilatê Kurdistanê kolber Sadiq Mîranî qetil kirin.
Li gorî nûçeyên li medya Rojhilatê Kurdistanê hatin weşandin, hêzên Îranê doh bi şev li sînorê Newsudê yê Rojhilatê Kurdistanê êriş birin ser komek ji kolberan.
Di encama êrîşê de kolber Sadiq Mîranî (40) yê bavê 2 zarokan jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Sadiq Mîranî rakirin Nexweşxaneya Newsudê.