NÛ BÛ

Di mehekê de 4 kolber hatin qetilkirin, 34 kes hatin darvekirin - NÛ BÛ

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê rapora der barê binpêkirinên mafên mirovan de weşand û got: “Di meha dawiyê de 4 kolber hatin qetilkirin, 34 girtî ji alî dewleta Îranê ve hatine darvekirin û 45 aktîvîst jî hatin binçavkirin.”

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ku li Rojhilatê Kurdistanê dixebite, raporek der barê binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî Kurdan li Îranê di navbera 21’ê Kanûna 2023’an û 21’ê Çileya 2024’an de weşand.

Di raporê de hat diyarkirin ku di nava 30 rojên dawî de di encama gulebarana hêzên Îranê de 4 kolberên bi navê Ehmed Sadegî, Soreş Xarabî, Mîrza Ehmedî û Sadiq Mîrza li herêmên sînor ên Bane û Kirmaşanê hatine qetilkirin, herî kêm 41 kolber birîndar bûne û kolberek jî ji kendalê ket û bi giranî birîndar bû. Hate ragihandin ku li sînorê Biyarê yê li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye 9 kolberên ku 4 ji wan zarok in, ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve piştî êşkenceyê hatin berdan.

Di raporê de têkildarî darvekirinê jî ev tişt hatin diyarkirin: “34 girtiyên Kurd bi sûcdariya ‘narkotîk’, ‘cînayet’, ‘dizîtiya bi çek’, ‘sîxûrî’ û ‘nelirêtiyê’ hatine darvekirin; herî kêm jî 11 kesên ku bi hincetên olî û siyasî hatine girtin, bi metirsiya îdamê re rû bi bû ne.”

Li gorî vê raporê, 45 aktîvîst hatin girtin û di meha Çileyê de jî aktîvîsta bi navê Ruiya Heşmetî ji ber ku rêgezên laçikê ya bi darê zorê red kir, cezayê 74 qamçiyan lê hatiye birîn.