PDK’ê endamê YNK’ê ji girtîgehê revand, aqûbeta wî nayê zanîn

Hat ragihandin ku hêzên PDK’ê endamekî YNK’ê yê bi navê Mela Nezîr Berwarî ji girtîgehê revandiye.

Li gorî nûçeya RojNews’ê, berpirsê karûbarên Civakî yê YNK’ê yê Zaxo Mela Nezîr, ev 10 rojin ji aliyê asayîşa PDK’ê ve ji girtîgeha Zirka hatiye derxistin û ber bi cihek nediyar ve hatiye revandin.

Mela Nezîr roja 9’ê Kanûna 2021’an ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hat revandin û piştre li dadgehê cezayê du salan lê hat birîn. Li gor biryara dadgehê divê Mela Nezîr roja 10’ê Sibata 2024’an were berdan.

Aqûbeta Nezîr Berwarî nayê zanîn.