KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
20 ciwanên din tevlî nava refên gerîla bûn
20 ciwanan ragihandin ku ew tevlî nava refên gerîla bûne û gotin, "Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo hilanîna tola şehîdên xwe, ji bo avakirina jiyaneke azad ji mezlûman re em tevlî nava refên gerîla dibin." -
Artêşa Tirk a dagirker bombe li gundê Tirvanîşê barand
Dewleta Tirk a dagirker bi top û obusan bombe li gundê Tirvanîşê yê Metînayê barand. Ji ber êrîşê xisar li mal û baxçeyan bû. -
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê derbên giran li artêşa dagirker dixin
Di şerê meha dawî de taktîka herî girîng a Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, êrîşên ji bo parastinê ne. Hêzên gerîla bi êrîşên mezin bêhnê li dijmin diçikînin. -
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê hat veşartin
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Gûrbet Kaymaz ku di şerê li dijî artêşa Tirk de bû şehîd, hat veşartin. -
'Bermahiyên kesên enfalkirî di metirsiyê de ne'
Çalakvan û xizmên kesên enfalkirî dixwazin ku ji bo anîna bermahiyên kesên enfalkirî lez bê kirin, ji ber ku pêşniyarek heye ku wan li Bexdadê bispêrin axê. -
Li gundê Nevava yê li quntarê Cûdiyê şewat derket
Li gundê Nevava yê li quntarê çiyayê Cûdiyê şewat derket. -
HPG: 2 dagirker hatin cezakirin, mobesseyek hate îmhakirin
Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, mobesseyek hate îmhakirin. -
FEDA: Divê PDK bes xwe bide aliyê dewleta Tirk a qirker
FEDA'yê got, "Em bang li PDK'ê dikin ku bes xwe bide aliyê dewleta Tirk a qirker, bi gel û baweriyên Kurdistanî re bibe yek." -
HPG: Hevrêyên me Gulbahar, Eylem û Dîcle şehîd bûn
HPG'ê nasnameya gerîlayên li Bagokê şehîd bûn eşkere kir û got, "Hevrêyên me Gulbahar, Eylem û Dîcle li qadên herî zehmet kar kirin û bi vê taybetmendiya xwe bûn mînaka gerîlatiya serdema nû ya YJA Starê." -
Berxwedana karkerên FEDAŞ'ê dewam dike
Berxwedana karkerên FEDAŞ'ê di roja 13'an de dewam dike. Di çalakiyê de işaret bi şert û mercên koletiyê hate kirin ku li karkeran tê ferzkirin. -
Li qadên gerîla pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê dewam dikin
Salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê ku yek ji sembolên girîng a têkoşîna dîrokî ya gelê Kurd e, hîna jî li qadên gerîla bi coşekî mezin tê pîrozkirin. -
Li dijî dijminê mirovahiyê tevlî nava şerê heqîqetê bû
Şehîd Sema Mahîr ku li dijî êrîşên dijmin ji bo Kurdistaneke azad bi rengekî bêeman şer kir, di heman demê de karê çapemeniyê kir û bû dengê hevrêyên xwe. -
Operasyona li Girê Cûdî rêbaza lêdanê ya gerîlatiya modernîteya demokratîk e
Operasyona şoreşgerî ya li Girê Cûdî rêbaza lêdanê ya gerîlatiya modernîteya demokratîk e. Zirx û hêza teknîkî ya dijmin bi bawerî û dirûşma 'mirov teknîka herî mezin e' hate têkbirin. -
Li Bismilê şerê bi çek: Kesek jiyana xwe ji dest da û 23 kes birîndar bûn
Li navçeya Bismilê di navbera du malbetan de şerê bi çek derket. Di encama şer de Arda Deger ê 18 salî jiyana xwe ji dest da û 23 kes birîndar bûn. -
YRK'ê nasnameya 2 gerîlayên li Pencwînê şehîd bûn, eşkere kir
YRK'ê ragihand ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de ya 28'ê Tîrmehê li herêma Pencwînê ya Silêmaniyeyê bi balafirên bêmirov kir, 2 gerîla şehîd bûne û sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re xwest. -
Çalakiya nobedê ya li Mexmûrê mehek li pey xwe hişt
Li Mexmûrê, çalakiya nobedê mehek li pey xwe hişt, ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin. -
PDK û Qiyade Muweqete di çavê Dr. Ebdulrehman Qasimlo de
Qiyade Muweqete û binemala Barzanî her tim di wexta lawaziyê de pena bo Kurdên parçeyên din biriye û daxwaza alîkariyê kiriye. Lê belê her wexta ku saziyên îstixbaratê ew erkdar kiribin, dubare vegeriyane eniya dijmin. -
HPG: Derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin, 3 dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyan de yên bi pêşengiya gerîlayên YJA Starê li Girê Cûdî hatin kirin, 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin. -
Li dijî tecrîdê jinên ciwan ên Şengalê çalakiyek pêk anîn
Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê di çerçoveya çalakiyên “Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî” de li Xanesorê sînevîzyon li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîşandan. -
15'ê Tebaxê li herêma Biradostê hate pîrozkirin
Ciwanên herêma Biradostê ya Başûrê Kurdistanê bi teqandina fîşekên hewayî 15'ê Tebaxê pîroz kirin. -
HPG'ê Çiya Agirî bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê Îsmaîl Por Mahmût (Çiya Agirî) bi rêzdarî bi bîr anî, ku di komploya hevpar a MÎT û Parastinê de şehîd ket. -
KCDK-E: PDK divê dest ji nêzîkatiya xwe ya şerm berde
KCDK-E’yê bal kişand ser hevkariya ku PDK bi dewleta Tirk re dike û anî ziman ku partî divê demildest dest vê nêzîkatiya xwe ya şerm berde. -
Zext û zordarî li Colemêrgê zêde bûye
Dewleta Tirk dema dawî li Colemêrgê û navçeyên wê komkujî, êşknece, girtin, destgîrkirin û talankirina xwezayê zêde kiriye, ku ne kêmî pêkanînên Rewşa Awarte ne. -
‘Em ê qeyûmên wan dîsa bişînin Enqereyê’
Tayînkirina qeyûman li Mêrdînê hat protestokirin. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz got, "Dixwazin demokrasî ji holê bê rakirin. Em ê memûrên wan ku ew wekî qeyûm tayin kirine, bişînin Enqereyê." -
Leşkerên Tirk êrîşî merasîma bîranîna Bozo Yilmaz kirin: 3 kes hatin destgîrkirin
Bi boneya salvegera qetilkirina girtiyê nexweş Bozo Yilmaz merasîma bîranînê hat lidarxistin. Leşkerên Tirk êrîşî merasîmê kirin û 3 kes hatin destgîrkirin.