KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Çîftyurek: Gelê me tevî astengiyan jî peyama xwe da
Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek anî ziman ku meşa azadiyê ya ku îro destpê kir peyama 'tecrîdê rakin' a gel e û bang li hikumetê kir ku vê peyamê bi cih bîne. -
Li Qersê 'Meşa Mezin a Azadiyê': Divê em ruhê serhildanê pêk bînin
Li Qersê ku 'Meşa Mezin a Azadiyê' lê destpê kir, peyama 'Em bi serhildanê gihîştin vê astê. Em neçar in vî ruhî pêk bînin" hate dayin. -
Şandeke Partiya Komunîst a Kurdistanê li Kerkûkê serdana Tevgera Azadiyê kir
Şandeke Partiya Komunîst a Kurdistanê li Kerkûkê serdana navenda Tevgera Azadiyê ya Komelgeha Kurdistanê kir. -
Meşa Azadiyê li navçeyên Wanê dewam dike
'Meşa Mezin a Azadiyê' ku li baskekî wê li Wanê destpê kir, li navçeya Payîzavayê dewam dike. -
Baskê Qersê yê 'Meşa Mezin a Azadiyê' destpê kir
Baskê Qersê yê 'Meşa Mezin a Azadiyê' destpê kir. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari nerazîbûn nîşanî polîtîkayên şer ên desthilatdariyê da. -
Meşa Mezin a Azadiyê li gel êrîşa polîsan dewam dike
Baskê Wanê yê Meşa Mezin a Azadiyê li gel astengî û êrîşan destpê kir. -
'Me îro çirayek vêxist û em hêvîdar in ku hemû Kurdistanê ronî bike'
Siyasetmedarên ku di daxuyaniya starta 'Meşa Azadiyê' ya li Wanê de axivîn, gotin, "Em ê tecrîda Îmraliyê bişikînin. Me îro çirayek vêxist û hêvîdarin ku ev çira tevahiya Kurdistan û Rojhilata Navîn ronî bike.” -
Lehengê rû li ken û wêrek
Şehîd Cesûr li gel kesayeta xwe ya dirust û resen, zelalbûna armanca xwe û hezkirina jiyana gerîla rêçên pir xweşik li dû xwe hiştin. Di dilê hevrê û gelê xwe de weke şoreşgerekî leheng û rû li ken gihîşt şehadetê. -
KONGRA-GEL: Divê gel û dostên me mîna lehiyekê biherikin Kolnê
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL ji bo meşa mezin a li Kolnê ku wê 17'ê Sibatê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. -
Li Wanê 'Meşa Mezin a Azadiyê' destpê kir
'Meşa Mezin a Azadiyê' li Wanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê destpê kir. Hate ragihandin ku armanca meşê rakirina tecrîda li Îmraliyê û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd misogerkirina azadiya Abdullah Ocalan e. -
Kolberekî din ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin
Hate ragihandin ku li herêma Newsudê kolberekî din ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye qetilkirin. -
Li Rihayê avahiya xisar ji erdhejê dîtibû, hilweşiya: 2 kes mirin
Li Rihayê avahiyek ku xisar ji erdheja 6'ê Sibatê dîtibû lê nehatibû hilweşandin, hilweşiya. Di encamê de 2 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn. -
HPG: Meha Çileyê di 79 çalakiyan de 99 dagirker hatin cezakirin
HPG'ê bîlançoya şer a meha destpêkê ya sala 2024'an eşkere kir. Li gorî daxuyaniya HPG'ê meha Çileyê di şer û operasyonên şoreşgerî de 99 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. -
‘Perwerde bingeha pêşketina civakan e’
Li Komelgeha Zorava li ser navê Şehîd Dijwar perwerdeyeke 13 rojan hate dîtin. Endamên ku beşdarî perwerdeyê bûn diyar kirin ku perwerde bingeha pêşketina civakan e û gotin, wê heta dawiyê xwe perwerde bikin. -
Merasîma Pîrşalyar li Hewraman hat lidarxistin
Merasîma Pîrşalyar îsal bi amadebûna gelek bawermendên dînî û xelkê herêmê hate lidarxistin. Beşdarbûna derwêşan û semaya wan a îrfanî bala her kesî kişand. -
Namzetên DEM Partiyê hatin pêşwazîkirin: Em ê bajarên xwe rizgar bikin
Namzetên Qersê yên DEM Partiyê bi coş hatin pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de hate gotin, "Em ê vî bajarî rizgar bikin." -
Tulay Hatîmogûllari: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em sibe bi rê dikevin
Hevseroka Gitşî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari têkildarî 'Meşa Mezin a Azadiyê' axivî û got, "Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan sibe bi rê dikevin. Em li benda gelê xwe ne." -
HPG: Li Zapê 2 dagirker hatin cezakirin
HPG'ê ragihand ku li herêma Zapê, di çalakiyeke hêzên gerîla de 2 leşkerên dagirker hatine cezakirin, derb li çeperekê hatiye xistin. -
A. Celîl Keskîn piştî 31 salên girtîgehê hate tehliyekirin
A. Celîl Keskîn ku ev 31 sal in di girtîgehên dewleta Tirk de ye û gelek caran tehliyeya wî bi awayekî kêfî dihat taloqkirin, ji Girtîgeha Depê ya Xarpêtê hate tehliyekirin. -
Helbestek ji bo bîranîna şehîdên Bestayê
Ji bo şeş gerîlayên jin ên Çileya 2023'an li Bestayê di operasyoneke berfireh a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, klîba helbestekê hate amadekirin. -
Gulderen Varli: Ji bo çareseriyê navnîşan diyar e
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varliyê anî ziman ku tecrîd bes şer û bêçareseriyê bi xwe re tîne û got: "Ji bo çareseriyê jî navnîşan diyar e. Ger çareseriyek hebe ev jî bi Abdullah Ocalan re pêkan e." -
'Divê hêzên Kurd li hemberî dagirkeran xwedî siyaseteke zelal bin'
Şêrzad Semed: Têkiliyên Kurdan divê li ser esasa rêzgirtinê bin, ne li ser esasa alîkarîkirina dagirkeran û bicihanîna armancên wan ên dijminane bin. -
'Ya pirsgirêka Kurd wê çareser bibe, ya jî Komara Tirkiyeyê wê ji hev bikeve'
Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren got, "Heta azadiya Ocalan, heta hêviya aştiyeke demokratîk a pirsgirêka Kurd wê têkoşîna me dewam bike" û ji bo Meşa Mezin a Azadiyê ya 1'ê Sibatê banga tevlîbûnê kir. -
Çalakiya konvedanê ya azadiya Abdullah Ocalan bi dawî bû
Li Şengalê çalakiya konvedanê ya 3 roj berê bi pêşengiya TAJÊ hatibû despêkirin bi biryardariya mîsogerkirina azadiya fizikî ya Abdullah Ocalan bi dawî bû. -
Li Kerkûkê panela zimanê Kurdî hat lidarxistin
Li Kerkûka bi sernavê “Nêrînek li ser astengiyên perwerdeya Kurdî li Kerkûkê” panelek hate lidarxistin.