BI DÎMEN

Bîra sondajê ya li çêrgehê: Koçberî li gel tê ferzkirin

Ahmet Fîdan nerazîbûn nîşanî bîrên sondajê yên li zozanên Licê da û got, "Eger ev der bê tinekirin hem çavkaniya me ya debarê hem jî qada me ya jiyanê wê biqede. Eger em nikaribin sewalkariyê bikin, em ê neçar bimînin ku koç bikin."

Hevkariya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) û şîrketa bi navê TPÎC 5 salên dawî li navçeyên Hezro, Farqîn, Licê û Pasûrê yên Amedê li petrolê digerin.

Şîrketa ku par meha Cotmehê li herêmê dest bi kar kir, li navçeyên Licê û Pasûrê ji bo karê sondajê li qada daristanî dar birî, bi vî rengî rê çêkir. Vê carê jî çavê xwe berdaye çêrgehên gundiyan.

Li pêşiya Licê li qada konteynirê ya ku ava kirine, tîmên şîrketê diçin herêmê. Hefteya derbasbûyî jî li gundê Bilyasa Jor a Licê li qada çêrgehê dest bi sondajê kir.

Tîmên şîrketê ji deştê heta bi quntara çiyê li dehan cihên cuda bîrên sondajê kolan. Gundiyan nerazîbûn nîşanî vê yekê dan û ji gundiyan re gotin, "Eger hûn hewl bidin vî karî rawestînin wê leşker dest li we werdin, biçin dozê vekin."

ÇAR NAVÇE JI BER KARÊN LÊGERÎNA PETROLÊ XISARÊ DIBÎNIN

Baroya Amedê û rêxistinên civakî yên sivîl di daxuyaniya 26'ê Nîsana 2024'an de ragihand ku di nava pênc salên dawî de li Amedê li zêdeyî 200 qadî lêgerîna li petrolê hate meşandin.

Li gorî daxuyaniyê, lêgerîna li petrolê li nava zeviyên çandiniyê, çêrgeh û qadên daristanî hate kirin, ji ber vê yekê jî qada çandiniyê ya têkçûyî gihîştiye 25 hezar hektarî.

Şîrketa ku bi hezaran dar birî û rê çêkir, li gundê Bilyasa Jor a Licê qadên çêrgehê kiriye hedefa xwe. Ji gundiyan Ahmet Fîdan nerazîbûn nîşanî karên sondajê da, diyar kir ku ev der yekane çêrgeha sewalên wan e û bi vî karî re wê tiştek ji jiyana gundiyan nemîne. Ahmet Fîdan ragihand ku karê tê kirin gelekî nêzî gundiyan e.

LI QADÊN ÇÊRGEHÊ BÎRA SONDAJÊ HATE KOLANDIN

Fîdan diyar kir ku çend roj berê ew bi dengê makîneyan hişyar bûn û got, "Dema ku derketim derve, min dît ku li seranserê quntara çiyê makîneyên sondajê anîne. Bi qasî metre û nîvekê bîrên sondajê hatibûn kolandin."

'ÇAVKANIYÊN ME YÊN DEBARÊ WÊ TINE BIBIN'

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Fîdan ve hate dayin, ji deştê heta bi quntara çiyê gelek bîrên sondajê hatine kolandin, dora van bîran bi betonê hatiye girtin û got, "Ev der yekane çêrgeha sewalên me ne. Eger ev der bê tinekirin, hem çavkaniya me ya debarê hem jî qada me ya jiyanê bi dawî dibe. Eger qad bi têlan bê dorpêçkirin hingî em ê nikaribin sewalkariyê bikin û neçar bimînin ku ji herêmê koç bikin."

'EM Ê PÊVAJOYA HIQÛQÎ BIDIN DESTPÊKIRIN'

Ahmet Fîdan diya rkir ku xisara li herêmê ya demeke dirêj e dewam dike niha bi lêgerîna li petrol û madenê hîn zêde bûye û got, "Em naxwazin ji gundê xwe koç bikin. Em li vir ji dayik bûn, dixwazin li vir bijîn. Çi dibe bila bibe em ê li gundê xwe bin. Ji ber vê yekê me dest bi pêvajoya hiqûqî kirin. Ev xak pêşkêşî sermaye û şîrketan tê kirin. Em naxwazin kesek bê vê derê û tine bike. Ev der bi têra xwe hate talankirin. Dem hatiye ku êdî bibêje raweste."