Li Mexmûrê bîranîna şehîdan

Li Mexmûrê gerîlayên HPG’ê yên di pêvajoya şerê DAÎŞ’ê de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo parastina gel şer kiribûn û di dem û cihên cûda de şehîd bûn, hatin bîranîn.

Li Mexmûrê Fermandarên HPG’ê Sebrî Bagok, Cesûr Vedat Welat, Elî Xebat Botan, Rênas Raperîn û Serxwebûn Serhed ku di dem û cihên cûda de gihiştibûn şahadetê û di pêvajoya şerê DAÎŞ’ê de li  Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo parastina gel şerkiribûn, hatin bîranîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Fermandar Sabrî Bagok (Yahya Dûman) ku di 14’yê Çileya 2020’an şehîd bibû, Cesûr Vedat Welat (Abdulmûtallîp Dogrucu), Elî Xebat Botan (Erdînc Bolcal), Rênas Raperîn (Faîk Aydin) ku di Di 10’ê Adara 2023’yan de li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bibûn û Serxwebûn Serhed (Sefa Altunay) ku Di 14’yê Çileya 2024’an de, di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêreluk de, li gel hevrêyê xwe Rizgar Çavreş şehîd bibûn û di heman demê de van her pênc pakrewanan di pêvajoya şerê DAÎŞ’ê de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo parastina gel şerkiribûn, hatin bîranîn.

Bîranînin li Komîteya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna xelkê wargehê û bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê Hevberdevkê Komîteya Malbatên Şehîdan Mûrad Encû axivî û got: “Van hevalan li wargehê di pêvajoya DAÎŞ’ê de kedek mezin dane. Heval Sebrî wek fermandarek xebat da meşandin. Her wiha hevalên din jî di heman demê de, ji bo gelê wargehê têkoşîn dan meşandin. Em wek xelkê Mexmûrê minetdarê keda wanin. Ev hevalên pekrewan têkoşîna xwe li cihên cuda yên Kurdistanê dan meşandin û di dem û cihên cûda de gihiştin şahadetê. Em wek komîteya Malbatên Şehîdan û gelê wargehê, ji tevahî malbatên xwe re sersaxî dixwazin û dibêjin, bila serê Rêberê me saxbe.”

Piştî axaftinê, sînevîzyona ku li ser kesayeta her pênc şehîdan hatibû amadekirin, hat temaşekirin û bîranîn bi diruşmeyên ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana gerîla’ bi dawî bû.