Namzetên ji bo Bajarê Mezin ê Amedê ji tûra duyemîn re man

Ji bo diyarkirina namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê, DEM Partiyê roja Yekşemê dengdana gel lidar xist, lê belê ti ji namzetan di ser rêjeya ji sedî 50'î deng wernegirtin.

Di dengdana gel de ya roja Yekşemê bernamzetên ji bo hevşaredarê bajarê mezin di ser rêjeya ji sedî 50'î deng wernegirtin, lewma hilbijartin ji tûra duyemîn re ma.

Tûra duyemîn a dengdanê wê roja Sêşemê bê kirin û Dogan Hatûn û Garîp Kandemîr wê bikevin pêşbirkê.

Ji bo namzeta jin jî Serra Bûcak di ser rêjeya ji sedî 50'î re deng wergirt, lê belê îtiraz lê hate kirin. Lewma deng jinûve hatin jimartin.

Ji bo diyarkirina namzetê hevşaredariya bajarê mezin a Amedê wê li 17 navçeyan 23'ê Çileyê tûra duyemîn a dengdanê li van deveran bê kirin:

Bajara Nû: Salona Dawetê ya Kaplan (Stasyon)

Sûr: Salona Dawetê ya Nîlgun

Rezan: Salona Dawetê ya Şolen

Peyas: Kaplan Cîty (Manolya Salon Gazîler)

Li 13 navçeyên din wê li avahiyên DEM Partiyê dengdan bê kirin.