KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
CÎK’ê bang li hikûmeta Başûr kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bibe xwedî helwest
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bang li hikûmeta Başûr kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bibe helwest. -
Dûran Kalkan qala şehîd Destîna, Bakur û Çavrê kir
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan qala jiyan û têkoşîna sê cangoriyên têkoşîna azadiyê Destîna Qendîl, Bakur Cîlo û Çavrê Firîşte kir. -
Şehîdên çalakiya Harûna ya dîrokî
Gerîlayên ku ji bo azadiyê têdikoşin, sala 2012'an bi Pêngava Operasyona Şoreşgerî re çalakiya Harûna lidar xistin ku mohra xwe li dîrokê xist. -
Dewleta Tirk li Bradostê 4 sivîl qetil kirin!
Dewleta Tirk, Başûrê Kurdistanê sê caran da ber bombeyan û bi balafira biçek a bêmirov li Mêrgemîrê 4 sivîl qetil kirin. -
Rojnamevanên jin ên Mexmûrê êrîşa bi ser xebatkarên Jin TV'yê şermezar kirin
Rojnamevanên jin ên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrîşa dewleta Tirk a bi ser xebatkarên Jin TV şermezar kirin û soza şopandina rêya heqîqetê dan. -
Dewleta Tirk a dagirker bi SÎHA'yan bombe li wesayitekê barand
Dewleta Tirk a dagirker bi SÎHA'yan li ser rêya Sinînê ya navçeya Sîdekanê ya Hewlêrê bombe li wesayitekê barand. -
Gerîlayan li Zap, Metîna û Xakurkê lê dan: 3 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zap, Metîna û Xakurkê çalakî kirin. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin, 2 kamera û 2 kamerayên mobesse hatin îmhakirin. -
Nasnameya şehîdekê hate eşkerekirin
Di daxuyaniya HPG'ê de hate gotin, "Di êrîşên dijmin û şerê giran de 11'ê Tebaxê hevrêya me ya fedaî Bêrîtan Sîser heta nefesa xwe ya dawî şer kir û şehîd bû." -
Milîsên HBDH'ê li wesayita zirxî xistin
Milîsên Mam Zekî yên HBDH'ê li Şirnexê li wesayiteke zirxî xistin. -
Li çiyayên azad ên Kurdistanê...
Li çiyê mirov jinûve dibe mirov. Jinûve hîs dike, bi xwezayê re dibe ye. -
Meclisa Kongra Star êrîşa dewleta Tirk şermezar kir
Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyekî êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li dijî wesayîta JIN TV şermezar kir û bang li hemû saziyên mafên mirovan kir ku li ber êrîşan rabin. -
Ciwanan li dijî qedexeya li ser zimanê Kurdî çalakî li dar xist
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Nûrhak Boran, ji bo balê bibe ser qedexeya li ser zimanê Kurdî, derengiya şevê li Amedê bi molotofan li dibistanekê xist. -
Dorpêça li gundê Bilbesê didome
Dorpêça leşkerî ya li ser gundê Bilbês ê Elkê di roja 27’an de berdewam dike. -
Serdana şîna Dayikên Aştiyê kirin
Seroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz û Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar serdana şîna Dayikên Aştiyê kirin. -
KCK: Şertê destpêkê yê yekparebûna xaka Iraqê, bidawîkirina dagirkeriya Tirk e
KCK'ê diyar kir ku Tirkiye dixwaze dagirkeriya xwe ya leşkerî ya li xaka Iraqê bi Iraqê bide qebûlkirin û got, "Şertê destpêkê û diyarker ê yekparebûna xak û serweriya Iraqê, bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li ser xaka Iraqê ye." -
Li Dîlokê serdegirtina malan: 2 jin hatin destgîrkirin
Li Dîlokê Mîhrîban Aslan û Hatîce Ozaslan hatin destgîrkirin û êşkenceya lêgerîna bi tazî li wan hate kirin. -
Cenazeyên Dayika Aştiyê Akçelîk û kurê wê hatin veşartin
Cenazeyên Dayika Aştiyê Perîşan Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk ku di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin. -
Şervanekî HRE'yê li Efrînê şehîd bû
HRE′yê diyar kir ku şervanê wan Êriş Ziyaretê di 15’ê Tebaxê de di çalakiyeke li Efrînê de şehîd bûye. -
HPG'ê 2 gerîlayên li Serhedê şehîd bûn bi bîr anî
HPG'ê 2 gerîlayên şehîd bûn bi bîr anî û got, "Bûn milîtanên pêşeng ên meşa azadiyê ya gelê me." -
Xiyaneta PDK’yê ya salên 1970-1975’an
Siyaseta qirêj a binemala Barzanî ji wê demê ve heta niha berdewam e. Her li ku derê desthilatdariya wan hebe, wê derê dixin bin xizmeta dagirkeran. Lê belê rê nedaye û nade şoreşger û azadîxwazên parçeyên din ku xebatê bikin. -
'Weke şopdarên fermandar Egîd em ê serketinê misoger bikin'
Gerîlaya YJA Starê Rêvan Rodî Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û got, "Têkoşîn, sekn û berxwedana hevalê Egîd bû mînak ji şopdarên wî re. Weke şopdarên heval Egîd em li ser rêya wî dimeşin." -
Du Dayikên Aştiyê û kurê Dayika Aştiyê qeza kir û jiyana xwe ji dest da – HAT NÛKIRIN
Dayikên Aştiyê ku ji bo îfade bidin dozgeriyê ji Geverê çûn Colemêrgê, gava ku wê vegerin qeza kir. Di qezayê de Dayikên Aştiyê Adalet Safali û Perîşan Akçelîk û kurê Akçelîkê Cîhan Akçelîk jiyana xwe ji dest da. -
Seferî Yilmaz: Dibe ku amadekariyê ji bo sûîqestekê dikin
Eşkere bû ku li dora mala Seferî Yilmaz keşif hatiye kirin ku beriya bi salan Pirtûkxaneya wî hatibû bombekirin. Yilmaz got, "Dibe ku amadekariyê ji bo sûîqesteke nû dikin." -
Li Girê Cûdî 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de yên li qada Girê Cûdî 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Kamerayeke mobesse jî hate îmhakirin. -
Tevgera Alimên Îslamê yên Kurd bang li PDK'ê kir
Tevgera Alimên Îslamê yên Kurd daxuyaniyak da û bang li PDK’ê kir ku bi dijminên Kurdan re nekeve nava hevkariyê.