ROJEVA 19'Ê GULANA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo û kongreya 12'emîn a PKK'ê wê bêne şopandin.

Êrîşên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Ne weke damezrînerên li kongreya destpêkê, lê ji wan bêhtir wezîfeyên giran li pêşiya me ne. Divê em li gorî Rêber Apo erk û berpirsyariyên xwe fêhm bikin û bi cih bînin."

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû anî ziman ku PKK'ê bi şehîdan re nirxên mezin, exlaq, çand û felsefeya jiyanê afirandiye û got, "Bêguman em van nirxên xwe fesix nakin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku şehîd Alî Haydar Kaytan projektora îdeolojiya Rêber Apo ye û got, "Li gorî vê ronî dike, detay dike û derdixîne holê."

Hevseorka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Bûdak destnîşan kir ku biryarên kongreya PKK'ê jiyana civakeke demokratîk û aştiyane nîşan didin û got, biryarên Rêber Apo û Tevgera Azadiyê çi pêwîst dike, wê li gorî wê tevbigerin.

Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Sorxwîn Avesta ragihand ku li hemberî lîstikên qirêj ên dewleta Tirk wê hîn bêhtir têbikoşin û ji bo vê jî wezîfeyên xwe bi cih bînin. Îbrahîm Ûrfa jî got, "Divê Rêber Apo ne li Îmraliyê be."

Ahmet Fîdan nerazîbûn nîşanî bîrên sondajê yên li zozanên Licê da û got, "Eger ev der bê tinekirin hem çavkaniya me ya debarê hem jî qada me ya jiyanê wê biqede. Eger em nikaribin sewalkariyê bikin, em ê neçar bimînin ku koç bikin."