KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
‘PDK bi handana dagirkeran hewl dide şer di navbera Kurdan de bide destpêkirin’
Çavdêrê siyasî Mihemed Nesredîn got: "Yên ku şerê di navbera Kurdan de xweş dikin, dixwazin têkoşerên Kurd ji şerê rastîn ê berjewendiyên gel dûr bixin." -
Nûçegihanê MA’yê hate binçavkirin
Nûçegihanê MA’yê Mahmût Altintaş li Semdûrê dema ku diçû nûçeyê hate binçavkirin. -
Tekîn: Em ê şaredariyan dîsa bi dest bixin
Hevseroka Amedê ya DEM Partiyê Pinar Sakik Tekîn got ku ew ê kelecana 8’ê Adarê û 21’ê Adarê veguhezin sindoqan û şaredariyan dîsa bi dest bixin. -
Şêniyên Mexmûrê êrîşên PDK’ê yên li dijî gerîla şermezar kirin
Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyekê êrîşên PDK’ê yên li dijî gerîla şermezar kirin. -
Mirovên ku malên wan hate hilweşandin: Ev zilmeke mezin e ku dewletê kiriye
Şêniyên taxa Fabrîka ya Amedê ku malên wan ji aliyê qeyûm ve hatin hilweşandin, diyar kirin ku di nîvê zivistanê de nêzî hezar kes bêmal mane û gotin ku ew ji aliyê dewletê ve rastî zilmek mezin hatine. -
Li bajarên Kurdistanê wê 'Meşa Azadiyê ya Mezin' bê lidarxistin
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd wê li bajarên Bakurê Kurdistanê di navbera 1-15'ê Sibatê de 'Meşa Azadiyê ya Mezin' bê lidarxistin. -
Rêveberiya Xweser a Şengalê: Serketina Kobanê pêşî li rizgarkirina Şengalê vekir
Rêveberiya Xweser a Şengalê bi peyamekî salvegera 9’emîn a rizgarkirina Kobanê pîroz kir û got: “Li Kobanê tola Şengalê jî hate hilandin û serketina wê pêşî li rizgarkirina Şengalê vekir.” -
Li Silêmaniyeyê piştî êrîşê hilberîna gaz û elektrîkê hate rawestandin
Li herêma Silêmaniye ya Başûrê Kurdistanê, li qada gazê ya Kormorê ku bû hedefa êrîşa bi fuzeyan, hilberîn hate rawestandin. -
'Me soz dabû ku Kobanê nedin û me neda'
Birîndarên şer ên ku di nava berxwedana Kobanê de cihê xwe girtine gotin, “Me soz bi axa Kobanê dabû, bi rizgarkirina wê jî me soza xwe pêk anî." -
Namzetên 3 bajarokên Şirnexê hatin diyarkirin
Namzetên mêr ên hevşaredariyên li bajarokên Dêrgulê, Gundikê Melê û Deşta Darê yên Şirnexê hatin diyarkirin. Namzetên hevşaredariyê yên jin wê dawiyê bên diyarkirin. -
Bi merasîmekê 25 endamên nû tevlî Asayîşa Êzidxanê bûn
Li Şengalê piştî dewreya perwerdeyê bi merasîmekê 25 endamên nû tevlî xebatên ewlehiyê ya Asayîşa Êzidxanê bûn. -
Ji bo rojnamevan Silêman Ehmed wê serlêdana sûc bê kirin
Parêzerê rojnamevan Silêman Ehmed diyar kir ku hemû serlêdanên wan ên ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re ji aliyê PDK’ê ve hatine redkirin û got ku ew ê li Dadgeha Federal serlêdana sûcê bikin. -
Li Meletiyê bi pileya 5.3’yan erdhejek çêbû
Li navçeya Battalgazî ya Meletiyeyê di saet 16.04’an de bi pileya 5.3’yan erdhejek çêbû. -
Gelê Ereb parêznameyên Abdullah Ocalan xwendin
Pêkhateyên Ereb ên Şengalê bi pêşengiya Meclîsa Gel û Meclîsa Jinên Ereb beşdarî çalakiya 'Hefteya Xwendina Fikrên Rêber Ocalan' bûn -
Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê li dijî siyasetmedarê Kurd erê kir
Cezayê darvekirinê yê ku li siyasetmedarê Rojhilatê Kurdistanê Yûsûf Ahmedî hatibû birîn, ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve hate pejirandin. -
Dayikên Aştiyê berhemên xwe yên karê destan şandin Îmraliyê
Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA'yê stûmal, kum û patîkên ku rêsane ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di bin tecrîda mutlaq de ye re şandin. -
Taniş û Denîz hatin bîranîn
Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz ên di binê çavan de hatin windakirin, bi daxuyaniyekê hatin bîranîn. -
HPG: PDK'ê kemîn danî, 2 gerîla birîndar bûn
HPG'ê got, "24'ê Çileyê saet di 11'an de hêzên me ku bi 2 wesayitan ber bi Girê Amediyê ve diçûn li qada Sergelê ketin kemîna hêzên PDK'ê. Di encama gulereşandina hêzên PDK'ê de 2 hevalên me birîndar bûn." -
PDK dixwaze tolê ji dengên muxalîf hilîne
Rojnewsê got, "Silêman Ehmed ji ber ku pênûsa xwe nefirotiye hatiye girtin. PDK dixwaze tolê ji dengên muxalîf hilîne. Ji jiyan û ewlekariya wî PDK û hikumeta herêma Kurdistanê berpirsyar e." -
Ozdemîr: Li Îmraliyê êşkenceyeke sîstematîk heye
Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr, diyar kir ku tecrîda mutleq û agahî negirtina ji Îmraliyê êşkenceyek berfireh û sîstematîk e û destnîşan kir ku qanûn û peyman hatine piştguh kirin. -
Li Colemêrgê fena 'hilbijêriyê' dewam dike
Desthilatdariya AKP-MHP'ê di nava 9 mehên dawî de 10 hezar û 832 'hilbijêr' li Colemêrg û navçeyê wê qeyd kir. Rojên dawî jî cerdevan û AKP'iyên li gundan, her wiha hêzên dewletê qeyda xwe derbasî navenda bajêr kirin. -
Gilêş li ser gora komî ya li sergoyê Xîzanê tê rijandin
Li sergoyê Xîzanê di sala 2011'an de goreke komî hatibû tespîtkirin. Eşkere bû ku gilêş li ser gora komî tê rijandin. Ev rewş bû cihê nerazîbûnan. -
Karayilan: Pêngava şoreşgerî têkçûna 'Plana Têkbirinê' nîşan da
Fermandarê Biryargeha NPG'ê Mûrat Karayilan got, pêngava şoreşgerî ya ku bi çalakiya Enqereyê destpê kir û bi çalakiya Girê Amediyê gihîşt asta bilind, têkçûna 'Plana Têkbirinê' ya rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê raxist pêş çavan. -
41 Êzidiyên ji hêla DAÎŞ'ê ve hatibûn qetilkirin li Şengalê hatin veşartin
41 cenazeyên qurbaniyên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku di dîrokê cuda de ji gorên komî de hatibûn veşartin, hatin derxistin û li Şengalê hatin veşartin. -
DAD: Kes nikare bi Dersîmê!
Navenda Giştî ya DAD'ê got, "Hêza kesî têrê nekir ku Dersîmê ji aqlê me derxîne, hêza kesî wê têrê neke."