BI DÎMEN

'Divê her kes xwedî li vê têkoşînê derkeve'

Dayika girtiya di greva birçîbûnê de Amîne Kaya, Meryem Soylû got, "Heta ku tecrîd bê şikandin wê têkoşîna me dewam bike." Meryem Soylû ji bo xwedîderketina li çalakiyê bang kir.

Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' ku 10'ê Cotmeha 2023'an destpê kir, li girtîgehên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ji 27'ê Mijdara 2023'an û vir ve li 106 girtîgehan di greva birçîbûnê ya dorveger de ne. Xizmên girtiyan jî bi heman armancê di Nobeda Edaletê de ne.

Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de ye girtiya nexweş Amîne Kaya ye ku çar sal in li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê çar sal in tê ragirtin.

Dayika Kaya Meryem Soylû ji ANF'ê re axivî û got, "Ji ber ku gelekî dûrî min e ez nikarîbûm biçim hevdîtina keça xwe. Bi rêya telefonê pê re axivîm. Ji min re got ku moralê wê gelekî baş e. Girtî ji ber şert û mercên girtîgehê çiqasî nebaş jî bin li hemberî dijmin li ser piyan û bi moral disekinin. Ez jî zêdeyî 9 salan girtî mam, şert û mercên girtîgehan baş zanim. Ji bo gelê me û malbatên me moralê xwe baş be, em li ser piyan man. Di nava çar dîwaran de ya ku mirovan li ser piyan dihêle moral, îrade û têkoşîna mirovan e. Dijmin çiqasî zextê bike jî nikare îradeya girtiyan bişikîne."

LI SER GIRTIYÊN SIYASÎ ŞEREKÎ PSÎKOLOJÎK HEYE

Meryem Soylû destnîşan kir ku şert û mercên zindanê her roj hîn bêhtir li girtiyên siyasî têne girankirin û got, "Zarokên me di hucreyên yek kesî de têne hiştin. Dijmin êdî şert û mercên salên 1990'î li girtiyan ferz dike. Li ser girtiyan şerekî psîkolojîk tê meşandin. Ev şerê psîkolojîk ji êşkenceya fîzîkî mezintir e. Serî li her cûre êşkenceyên psîkolojîk didin. Em vê yekê qebûl nakin û li dijî vê têdikoşin."

DIVÊ TÊKOŞÎN BÊ MEŞANDIN, TECRÎD BÊ ŞIKANDIN

Meryem Soylû destnîşan kir ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê şikandin têkoşîna li girtîgehan wê dewam bike û got, "Yekane daxwaza zarokên me şikandina tecrîda li ser Rêber Apo ye. Heta ku daxwaza wan bi cih bê anîn wê dest ji çalakiya xwe bernedin. Mijareke din a girîng jî rewşa girtiyên nexweş e ku di nava şert û mercên giran ên girtîgehê de têne ragirtin. Girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê û nayên dermankirin. Hevalên me yên 30 salan li girtîgehê têne hiştin gelek nexweşiyên xwe hene. Bi hin girtiyan re ji kanserê heta bi helandina hestiyan gelek nexweşî hene. Li nava çar dîwaran ji ber ku mirov tavê nabînin, nayên dermankirin û daxwazên wan bi cih nayên anîn bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Hevalên me wê dest ji têkoşîna ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên nexweş bernedin. Ji bo hevalên me yên ketine greva birçîbûnê em bang li malbatan hemûyan û gelê me dikin ku piştgiriyê bidin vê têkoşînê. Bila piştgiriyê bidin Nobeda Edaletê ya dayikan. Bila bi hezaran kes tevlî vê nobedê bibin."

MIFTEYA ÇARESERIYÊ RÊBERÊ GELÊ KURD ABDULLAH OCALAN E

Meryem Soylû destnîşan kir ku dayik aştî, edalet û biratiyê dixwazin û got, "Em êdî naxwazin zarokên me li girtîgehan bimirin. Dayik naxwazin ti kes bimire. Rondikên dayikan hemûyan mîna hev e; em naxwazin êdî bigirîn. Ji vê derê bang li dayikên Tirk dikim; bila bên piştgiriyê bidin me. Bila zarokên we jî nemirin, werin bi me re bibin yek. Em tenê li ser bingeha edalet û mirovahiyê daxwaza wekheviyê dikin. Çawa ku li cîhanê mafên mirovan hene, mafên gelê Kurd jî hene. Çima ewqasî zilmê li gelê Kurd dikin? Em li vî welatî ji dayik bûn û mezin bûn, ev der warê me ye. Bila êdî gelê Kurd nas bikin. Mifte û navnîşana çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Eger Rêberê me berdin wê edalet û azadî bê Rojhilata Navîn. Me tecrîda li ser Rêberê xwe qebûl nekir, em ê qebûl nekin."