A. Celîl Keskîn piştî 31 salên girtîgehê hate tehliyekirin

A. Celîl Keskîn ku ev 31 sal in di girtîgehên dewleta Tirk de ye û gelek caran tehliyeya wî bi awayekî kêfî dihat taloqkirin, ji Girtîgeha Depê ya Xarpêtê hate tehliyekirin.

A.Celîl Keskîn ê nivîskarê pirtûkên bi navê; "Li Mekanê Pîroz Hinek Jiyan", "Fîlmê Reş û Spî" û "Evîna Tajdîn Delal e!" piştî 31 salan hate tehliyekirin.

A.Celîl Keskîn ku di sala 1993'yan de li Mêrdînê hatibû binçavkirin û di sala 2023'yan de 30 salên cezayê xwe yê girtîgehê temam kiribû lê belê bi biryarên kêfî yên Desteya Çavdêriya Îdarî tehliyeya wî hatibû taloqkirin.

A. Celîl Keskîn di 31 salan de li girtîgehên weke Mêrdîn, Amed, Sêrt, Aydin, Bûca, Sêwereg û Şakranê dihat dîlgirtin û herî dawiyê jî ew anîn Girtîgeha Depê ya Xarpêtê.

A.Celîl Keskîn ji aliyê malbat û hevalê xwe Hasan Beyret ê ku beriya salekê hate tehliyekirin ve hate pêşwazîkirin.

Hasan Beyret jî piştî 30 salên girtîgehê di Adara 2023’yan de ji Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniyeyê hatibû tehliyekirin.

A. Celîl Keskîn piştî tehliyeya xwe ev yek anîn ziman: ‘’Her weke ku ez niha xewnekê dibînim. Helbet piştî ev qas salên girtîgehê azadbûn pir xweş e. Mirov her çend kêfxweş jî be ji aliyekî ve xwe kêm û nebaş hîs dike. Lê belê tehliyeya min di pêvajoyeke pir krîtîk de pêk hat. Hiş û dilê min mane li ser hevalên min ên ku min li pey xwe hiştin û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan.’’