Baskê Qersê yê 'Meşa Mezin a Azadiyê' destpê kir

Baskê Qersê yê 'Meşa Mezin a Azadiyê' destpê kir. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari nerazîbûn nîşanî polîtîkayên şer ên desthilatdariyê da.

Piştî daxuyaniya li Wanê, li Qersê jî 'Meşa Mezin a Azadiyê' destpê kir. Têkildarî mijarê li oteleke li Qersê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin.

Meş wê heta 15’ê Sibatê dewam bike û beriya meşê li hotêleke bajar daxuyanî tê dayîn. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat jî di nav de gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Meşvanên di baskê Qersê de cih digirin, pêşmalkên bi nivîsa “Meşa Azadiyê” li xwe kirin.

'DIVÊ AZADIYA FÎZÎKÎ YA ABDULLAH OCALAN MISOGER BIBE'

Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat bi bîr xist ku demeke dirêj e ew nikarin agahiyê ji Îmraliyê werbigirin û got, "Birêz Ocalan got, 'Ez dikarim şer di nava hefteyekê de biqedînim'. Ji bo vê jî divê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin. Li girtîgehan greva birçîbûnê û nobeda edaletê ya dayikan jî dewam dike. Li welêt xitimîneke mezin heye û sedema vê jî pirsgirêka Kurd e. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd jî divê tecrîd bê rakirin. Em ê 15 rojan qalê bikin bê tecrîd tê çi wateyê. Aştî ji bo her kesî divê. Divê em dest bidin hev. Bibêjin 'Êdî bes e' û vê tecrîdê bişikînin. Wekî din çareyeke me nîne, aştî bi rakirina tecrîdê dibe."

Sekretera Rêxistinbûnê ya Navenda Giştî ya DAD'ê Şukriye Ercan jî ji bo meşa mezin a azadiyê banga xwedîderketinê kir û got, "Li vî welatî dema ku pêvajoya aştiyê destpê kir, bihar hat. Gelên li welêt hemû hemhalê hev bûn. Pêvajoya aştiyê û ev meş ji bo Elewiyan gelekî girîng e."

'ÇAVKANIYA PIRSGIRÊKAN HEMÛYAN TECRÎD E'

Hevserokê MEBYA-DER'ê yê Mêrdînê Salîh Kûday jî got, "Tecrîd tê wateya komkujî, mirin û şewitandina daristanan. Pêwendiya van hemûyan bi tecrîdê heye. Em naxwazin ne leşker ne jî gerîla jiyana xwe ji dest bidin. Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan dikin. Tecrîd ne tenê li ser Kurdan e, li dijî her kesên li welêt e. Dema ku tecrîd tê şidandin faşîzm û tekperestî tê xurtkirin. Ji bo ev yek bê rawestandin, ji bo mirov nemirin divê tecrîd bê rakirin."

Ji Kongreya Îslama Demokratîk Mahmût Taniş jî got, "Bila careke din mirov li girtîgehan jiyana xwe ji dest nedin. Mirov ji ber ziman û ola xwe zext û zordariyê nebînin."

'HER KESÊN KU ŞER NAXWAZIN DIVÊ PIŞTGIRIYÊ BIDIN'

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku armanca bingehîn a vê meşê rakirina tecrîda li Îmraliyê, afirandina derfetên ji bo azadiya Ocalan û çareseriya pirsgriêka Kurd e.

Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku gelê Kurd her firsendê destê xwe yê aştiyê dirêj kir, lê belê desthilatdariyê bi tank, top, balafiran bersiv da û got, "Destpêkirina vê meşê ji Qersê xwedî wateyeke gelekî girîng e. Qers bajarekî me yê kevnar e ku dergûşa jiyana bawerî û gelên cuda ye. Li vê derê Azerî, Terekeme, Caferî, Kurd, Tirk, Elewî, ji her gel û baweriyan mirov bi rengekî aştiyane û aram bi hev re dijîn."

Tulay Hatîmogûllari bi dewamî got, "Em ji vê derê bang li mirovên li Tirkiyeyê yên alîgirê aştî, edalet û wekheviyê dikin. Bang li rewşenbîr, nivîskar, hunermend, rêxistinên girseyî yên demokratîk, rêxistinên ked û pîşeyî dikin ku ji bo çareseriya vê pirsgirêkê bikevin nava liv û tevgerê. Em di wê baweriyê de ne ku çareseriya pirsgirêka Kurd wê tevkariyê li çareserkirina şerê li Rojhilata Navîn jî bike."

Piştî daxuyaniyê meşê destpê kir.