Namzetên DEM Partiyê hatin pêşwazîkirin: Em ê bajarên xwe rizgar bikin

Namzetên Qersê yên DEM Partiyê bi coş hatin pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de hate gotin, "Em ê vî bajarî rizgar bikin."

Namzetên DEM Partiyê yên Hevşaredariya Qersê bi gel re hatin gel hev. Namzet, li navçeya Sêlimê bi konvoyeke mezin a wesayîtan hatin pêşwazîkirin. Destûr nehat dayîn ku konvoy derbasî navenda bajar bibe. Girse, heta demekê hate sekinandin û piştî kontrola polîsan yek bi yek hatin berdan. Girseyê nerazîbûn nîşan da û piştre ber bi navenda bajar ve kete rê. Namzetên hatin pêşiya avahiya partiyê, ji hêla bi sedan welatiyan ve bi dahol û zirneyê ve hatin pêşwazîkirin. Girseyê gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî" berz kir.

Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Seyfettîn Gonel wiha got: “Me îro xwest bi konvoyê bikevin navendê lê em hatin astengkirin. Ev helwest nîşan dide bê ka ji gel çiqasî ditirsin. Em xwediyên paşeroja vî welatî ne. Em ê vî bajarê teqez ji rêveberiya qeyûm rizgar bikin. Em bihêz in û em ê teqez bi ser kevin.”

Namzeta hevşaredariyê ya Qersê Arzu Savaş Derman jî ev tişt anî ziman: “Çiqas pêşiya me jî bigirin em ê teqez bi ser kevin. Bila baş bizanin ku em ê dîwarên qeyûm danîne hilweşînin û dîwarên vî bajarî bi rengê xemrî boyax bikin.” Namzetê hevşaredariyê Kenan Karahanci jî wiha got: “Sedema tişta li Qersê bi serê me anîn ew e ku rant ji destê wan derdikeve. Ji me ditirsin ji ber ku dê gelê me dîsa bi îradeya xwe şaredariyê bi dest bixe. Em ê dîsa hev bigirin û bi ser kevin. Bila her kes vê baş bizane, vîna gelê Qersê dê di 31’ê adarê de dîsa bi ser keve.”