BI DÎMEN

'Divê hêzên Kurd li hemberî dagirkeran xwedî siyaseteke zelal bin'

Şêrzad Semed: Têkiliyên Kurdan divê li ser esasa rêzgirtinê bin, ne li ser esasa alîkarîkirina dagirkeran û bicihanîna armancên wan ên dijminane bin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) têkildarî pevçûna  24’ê vê mehê ya li Amêdiyê daxuyaniyek da. HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev êriş bi hevpariya PDK û dewleta Tirk hatiye kirin, di êrişê de hêzên PDK’ê li ser bejahiyê kemîn li ber gerîlayan datîne û bi çekên giran êrişî gerîlayan dike û di heman demê de dewleta Tirk a dagirker jî ji hewayê bombebaran dike.

HPG’ê da zanîn ku ev yek belgeya komploya hevpar a PDK û dewleta Tirk e li dijî gerîlayên HPG’ê.

Pisporê ewlekarî û leşkerî Şêrzad Semed têkildarî vê êrişê ji ANF’ê re axivî:

'SIYASETA DIJMINKARANE YA DEWLETA TIRK ZÊDE BÛYE'

Pisporê ewlekarî û leşkerî Şêrzad Semed bal kişand ser êrişên dewleta Tirk û got: “Siyaseta dijminkarane ya dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd bi dirêjahiya dîrokê hebûye û bi taybetî di serdema desthilatdariya Erdogan de gelekî zêde bûye. Dewleta Tirk her tim hewl dide îradeya gelê başûrê Kurdistanê kontrol bike û bandoreke wê ya mezin li ser hinek aliyên siyasî yên Başûr, bi taybetî li ser Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) heye.”

'HIN ARMANCÊN BAREGEHÊN LEŞKERÎ Û ÎSTIXBARATA TIRKIYEYÊ HENE'

Şêrzad Semed behsa armancên baregehên dewleta Tirk a dagir kir û diyar kir ku “Tirkiye li ser sînorê di bin kontrola PDK’ê de xwedî bandorek mezin e, wisa ku gelek baregehên leşkerî li wir bi cih kirine. Yek ji armanca van baregehên leşkerî û îstixbaratê ew e ku êrişî ser hêzên PKK’ê bike û armanca din jî desteserkirina dewlemendî û îradeya başûrê Kurdistanê ye.”

'DIVÊ HÊZÊN KURD LI HEMBERÎ DAGIRKERAN XWEDÎ SIYASETEKE ZELAL BIN'

Şêrzad Semed li ser destwerdanên dewleta Tirk a dagirker nirxandin kirin û ev tişt anîn ziman: “Her kes dizane ku pirsgirêka dewleta Tirk bi her welatekî cîran re heye, bi taybetî jî di mijara Kurd û Kurdistanê de. Divê hemû hêz û aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê li hemberî dijmin û dagirkerên Kurdistanê xwedî siyaseteke zelal bin da ku dagirker û dijminên Kurdan nekarin destêwerdanê bikin. Ji ber ku bi destêwerdanê dikarin di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de aloziyekê çêkin, lê mixabin ku ez vê yekê dibêjim, wan karî aloziyeke mezin di navbera PDK û YNK’ê de çêkin. YNK naxwaze bikeve bin îradeya tu dewlet û aliyekî û wê her tim rêz li cîranên xwe girtiye.”

'DIVÊ TÊKILÎ LI SER ESASA RÊZGIRTINÊ BIN, NE KU LI SER ESASA ALÎKARÎKIRINA DAGIRKERAN BIN'

Şêrzad Semed behsa metirsiyên têkiliyên dewleta Tirk û PDK’ê kir û got: “Têkiliyên Kurdan bi welatên cîran re divê li ser esasa rêzgirtin û berjewendiyên hevpar bin, ne li ser esasa alîkariya dijmin û dagirkerên Kurd bin û bi têkiliyên veşartî alîkariya dijminan bê kirin ji bo bidestxistina armancên wan ên dijminane.”

'ARMANCA DIJMINAN TUNEKIRINA KURDAN E'

Li ser êrişa li ser gerîlayan ji hêla PDK’ê ve, Şêrzad Semed got: “Divê ev pevçûn ji hêla her du aliyan ve bê kontrolkirin da ku tu hincetek nekeve destên neyar û dijminên gelê Kurd. Her kes dizane ku başûrê Kurdistanê di bin fişareke herêmî ya mezin de ye, çavên wan bi statûya başûrê Kurdistanê bar nadin, naxwazin gelê Kurd ji vê yekê zêdetir pêşketin û destkeftan bi dest bixin. Armanca dijminan tunekirina Kurdan e.”

'XIZMETA ARMANCÊN DIJMINÊN KURDISTANÊ DIKE'

Şêrzad Semed wiha dawî bi gotinên xwe anî: “Li her parçeyekî Kurdistanê kîjan alî bibe sedema şerê Kurd û Kurdan, ew alî xizmeta armancên dijiminên Kurdistanê dike. Di vî warî de her şaşiyeke aliyekî Kurdistanî dê rasterast xizmeta berjewendiya dagirkeran, bi taybetî xizmeta berjwendiyên dewleta Tirk bike.”