Çalakiya konvedanê ya azadiya Abdullah Ocalan bi dawî bû

Li Şengalê çalakiya konvedanê ya 3 roj berê bi pêşengiya TAJÊ hatibû despêkirin bi biryardariya mîsogerkirina azadiya fizikî ya Abdullah Ocalan bi dawî bû.

Tevgera Azadiya Jinên Ezidî (TAJÊ) di 28’ê Çileyê de bi dirûşma “Kes nikare roja me tarî bike” li navenda Şengalê çalakiya konvedanê da destpêkirin.  Çalakiya konvedanê di roja sêyemîn de bi biryardariya berdewamiya çalakiyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan dawî bû. 

Di roja 3’an a çalakiyê de endamên sazî û rêxistinên Rêveberiya Xweser, meclisên jinan ên hemû gund û bajarokên Şengalê,  serokên eşîran çên serdana konê çalakiyê. Di serdanê de peyamên berdewamiya çalakiyên ji bo azadiya fizikî ya Abdullah Ocalan hatin dayîn. 

Di serdanê de ji bo şehîdên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Endama Koordinasyona TAJÊ Neam Eliyas di serdanê de axivî. Neam Eliyas tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan şermezar kir û got, “Di demên herî zor û zehmet de em wek civaka Êzidî ji aliyê Rêber APO ve nehatin jibîrkirin. Di dema ku her kesî pişta xwe dide civaka Êzidî û di reviya, şervanan bi fikir û felsefeya Rêber Apo sînga xwe dane dijmin û berê xwe dane nava civaka me.”

BI ÇALAKIYÊN BIBANDOR TECRÎDÊ BIŞKÎNIN

Neam Eliyas di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “25 sal in Rêbertî di zindanê de tê ragirtin û di nava tecrîda giran de ye. Erka ku dikeve ser milê me bi çalakiyên bibandor vê tecrîda giran bişkînin. Em li benda agahiyê ji Rêberê xwe bigirine,  heya ku em agahiya azadiya Serokê xwe nebihîzin, em rehet nabin.  

Di serdanê de peyam: “Ji bo azadiya Rêber Apo çi têkeve ser milê me bêyî ku têkevin dudiliyê em ê pêk bînin.”

Li ser navê desteya serokên eşîrên Şengalê Emer Saleh ev tişt anî ziman: “Bi ronahiya parêznameyên Rêber Apo îro civaka Ezidî xwe bi rexistin kirine û parastina axa xwe dike. Ji bo avakirina xweseriya demokratîk a Şengalê em têdikoşin. Bi vê hêz û îradeya Apoyî heta em azadiya Rêber Apo û xweseriya Şengalê pêk bînin têbikoşin.”

‘EM Ê ÇALAKIYÊN XWE XURTIR BIKIN’

Di çalakiya konvedanê de daxuyaniya hevpar hate xwendin.Daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Remo ve hate dayîn. Şemê Remo di serî de spasiya pêşkêşî xelkê, nûnerê sazî û dezgehên Şengalê, yên hatine serdana wan kir û got, “Em weke TAJÊ ji bo azadiya Rêber Apo me ev çalakî da despêkirin. Ev sê roj in çalakiya me bi awayekî bihêz û serkeftî berdewam dikir. Lê em niha dawî li çalakiyên xwe nayînin em ê ji her demê bêtir çalakiyên xwe yên ji bo azadiya fizikî ya Rêberê xwe berdewam bikin. Em tecrîda girankirî ya  li ser Rêberê xwe tu caran napejirînin û qebûl jî nakin. Em azadiya Rêber Apo weke Azadiya xwe di bînin, ji bo azadiya serokê xwe çi ji me bê xwestin em ê bikin.”

Çemê Remo ev bang li CPT’î kir: “Divê CPT'î biçe gel Rêber Apo, agahiyekê ji Serok bigire û bi raya giştî re parve bike. Ev erka CPT’î ye  ku vê tecrîdê li ser Rêberê me tê meşandin ji holê rake, malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne.  Her wiha pêwiste her kes ji bo azadiya Rêber Apo  tevahî  rabin ser piyan û azadiya rêber Apo biqîrin.”

Çalakiya konvedanê bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabê” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.