BI DÎMEN

Li Kerkûkê panela zimanê Kurdî hat lidarxistin

Li Kerkûka bi sernavê “Nêrînek li ser astengiyên perwerdeya Kurdî li Kerkûkê” panelek hate lidarxistin.

Li Kerkûka îro êvarê saet di çaran de bi sernavê “Nêrînek li ser astengiyên perwerdeya Kurdî li Kerkûkê” panelek hate lidarxistin. Gelek rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û çalakvan beşdarî panelê bûn. Nivîskar Ebdulrehîm Hesen bi xwendina helbesteka Şêrko Bêkes vekirina panelê kir. Piştre beşdaran behsa rewşa zimanê Kurdî ya di wexta rejîma Beesê de û ya di roja îro de kir û bal kişandin ser astengiyên li ber perwerdeya bi Kurdî li Kerkûkê û deverên din ên Iraqê.

‘REWŞA NEBAŞ A ZIMAN Û PERWERDEYA KURDÎ XEMSARIYA RAYEDARÊN KURD E’

Nivîskar Ebdulrehîm Hesen li ser rewşa zimanê Kurdî axivî û got: "Heta ku em di saziyan de wek zimanê dewletê li zimanê Kurdî nenêrin, zimanê Kurdî dê asê bimîne. Her çend di destûra bingehîn a Iraqê de zimanê Kurdî zimanê fermî ye jî, rayedarên Kurd li hember pêşxistin û berfirehkirina zimanê Kurdî xemsarî kirine.”

‘ZIMAN Û PERWERDEYA KURDÎ JI HEV NAYÊN CUDAKIRIN’

Ebdulrehîm Hesen bal kişand bi ser stengiyên li pêşiya perwerdeya Kurdî li Kerkûkê û wiha pê de çû: “Min ev astengî kirin du cure: Astengiyên sereke û astengiyên layekî. Her wiha me tekezî li ser çawaniya pêşxistina zimanê Kurdî kir, ji ber ku ziman û perwerdeya Kurdî ji hev nayên cudakirin. Lewma em çi qas li ser berfirehkirina zimanê Kurdî kar bikin, em ew qas zêdetir dikarin li ser pêşxistina perwerdeya bi Kurdî ya li Kerkûkê kar bikin.”

‘RAYEDAR LI HEMBER MAFÊN MAMOSTEYAN XEMSAR IN’

Ebdulrehîm Hesen li ser rewşa mamosteyan jî axivî û wiha bi dawî kir: “Astengiyên layekî jî hene ku em hemû pê dizanin. Îro gelek pirsgirêkên mamosteyên Kurd hene. Mamoste ji ber wernegirtina mûçeyên xwe di rewşeke gelek xerab de ne. Lewma erk e li ser desthilatdariyê ku li ser pirsgirêkên mamosteyan bisekine û bersiva daxwaziyên mamosteyan bide. Eger li ser pirsgirêkên mamosteyan xebat neyên kirin û xemsarî li hember mamosteyan bê kirin, wê demê mamoste nikarin karê xwe bi rêk û pêkî bikin.”