Li Qersê 'Meşa Mezin a Azadiyê': Divê em ruhê serhildanê pêk bînin

Li Qersê ku 'Meşa Mezin a Azadiyê' lê destpê kir, peyama 'Em bi serhildanê gihîştin vê astê. Em neçar in vî ruhî pêk bînin" hate dayin.

Bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, îro li Qersê starta “Meşa Mezin a Azadiyê” hate dayîn.

Girseya ku Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat di nav de piştî daxuyaniyê li navenda bajêr meşiyan.

Di dema meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Rayê xelasiyo, rayê şarano” hatin berzkirin. Welatiyên li ser rêya meşê jî piştgirî dan meşvanan. Endamên partiyê û nûnerên rêxistinên girseyî heta avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bajêr meşiyan. Girseya ku li vir kom bû, her tim dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Meşvanan ji girseya kom bûyî re armanca meşê vegotin.

Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek jî wiha axivî: “Pirsgirêka kurd pirsgirêkeke statuyê ye. Pêkhatina azadiya fizîkî ya birêz Ocalan berpirsyartiya me hemûyan e. Ev ne tercîha me ye, erka me ye. Serhildanan em heta van rojan anîn. Em neçar in vî ruhî pêk bînin. Heke gelek ji bo azadiya xwe rabe ser piyan, teqez dê azad bibe. Serkeftin ya kesên ketine rê ye. Em neçarin ku vê coşê her roj zêde bikin û heta serkeftinê biçin. Pergal dixwaze em ji rojevên xwe dûr bikevin. Ji ber vê yekê li gel qirkirin û mêtîngeriyê jî rojeva me birêz Ocalan e. Heta ku birêz Ocalan di nava şert û mercên azad de bi gel re were bahev dê meşa me bidome. Roja hatina bahev dê bibe roja me ya azadiyê.”