BI DÎMEN

'Ya pirsgirêka Kurd wê çareser bibe, ya jî Komara Tirkiyeyê wê ji hev bikeve'

Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren got, "Heta azadiya Ocalan, heta hêviya aştiyeke demokratîk a pirsgirêka Kurd wê têkoşîna me dewam bike" û ji bo Meşa Mezin a Azadiyê ya 1'ê Sibatê banga tevlîbûnê kir.

Di ser Komploya Navneteweyî re 25 sal derbas bûn ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. Abdullah Ocalan ê ku li Girtîgeha Îmraliyê dîl tê girtin 25 sal in di bin tecrîdeke giran de ye û bi vî rengî hewl tê dayin ku têkiliya wî ya bi civakê re bê qutkirin. Di heman demê de di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gelên Rojhilata Navîn tê tecrîdkirin. Ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Ocalan a ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, li bajarên Kurdistanê 'Meşa Mezin a Azadiyê' destpê dike. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), DEM Partî û gelek rêxistinên civakî yên sivîl pêşengî ji meşê re dikin ku wê 1'ê Sibatê destpê bike û heta 15'ê Sibatê salvegera Komploya Navneteweyî dewam bike.

Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren têkildarî Komploya Navneteweyî û tecrîdê ji ANF'ê re axivî û bal kişand ser sedemên civakî û dîrokî yên Komploya Navneteweyî. Eren got, "Weke ku tê zanîn di dawiya Şerê Cîhanê yê Yekemîn de cografya Kurdan ji aliyê hêzên hegemonîk ve bi çar parçeyan hate parçekirin û Kurd di bin serweriya çar welatên cuda de hatin hiştin. Dewleta Komara Tirkiyeyê jî ji roja ku ava bûye û pê ve hewl dide Kurdan bi temamî asîmîle bike, ji aliyê çandî ve qir bike, Kurdan bi temamî tasfiye bike û ji bo vê jî polîtîkayeke bi rêk û pêk dimeşîne. Kurd di rêveçûna dîrokê de timî hatin tecrîdkirin. Azadî û mafên xwe yên bingehîn ên gelbûyînê timî hatin tecrîdkirin û hatin qirkirin."

KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ ÊRÎŞA LI SER DESTKETIYÊN KURDAN E

Eren ragihand ku di dîrokê de Kurdan li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û îmhayê yên dewletê timî li ber xwe dan û got, "Vê berxwedanê bêguman ji Şêx Seîdan heta bi Dersîm, Zîlan, Agirî û Koçgiriyê dewam kir. Berxwedana Kurdan bi rengekî giran bi xwînê hate tepisandin. Têkoşîna Kurdan a li dijî polîtîkayên tunekirinê her tim dewam kir. Gelekî ku di salên 1990'î de hate xwestin bi temamî bê tunekirin, ji xweliyên xwe jinûve ava bû. Kurdan bi têkoşîna xwe ya heta salên 1990'î di asta neteweyî û navneteweyî de gihîştin astekê. Kurd bûn gelekî welê ku li Rojhilata Navîn êdî polîtîkayê diyar dikin. Têkoşîna wan ji aliyê her çar dewletên serwer û hêzên navneteweyî ve 'xetere' hate dîtin. Ji ber ku Kurdan modeleke welê afiradnin ku gelên li Rojhilata Navîn bi rengekî wekhev bi hev re dikarin bijîn, ji bo paşerojê xwedî hêvî ne. Aktorê herî mezin ê vê modelê jî bêguman Birêz Abdullah Ocalan e. Hêzên hegemonîk xwestin ku li gorî berjewendiyên xwe Kurdan bi temamî tasfiye bikin, lewma jî serî li Komploya Navneteweyî dan. Birêz Ocalan ji ber ku paradîgmaya azadiyê ji bo gelên Rojhilata Navîn destnîşan kir ji aliyê hêzên hegemonîk ve weke kesê nayê xwestin hate ragihandin. Armanca bingehîn a vê komployê jî tunekirina destketiyên Kurdan bû, êrîşek li ser têkoşîna wan bû."

MEKANÎZMAYA PÊKANÎN Û KONTROLKIRINÊ LI DIJÎ TIRKIYEYÊ NAYÊ BIKARANÎN

Eren ragihand ku bi rêya tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Komploya Navneteweyî dewam dike û got, "Birêz Ocalan li gel şert û mercên tecrîda mutleq jî fikrên xwe yên gelekî hêja bi cîhanê re parv ekir ku siyaseta demokratîk, danûstandinan, aştiyeke bi rûmet diparêze û gelên li Rojhilata Navîn dikarin bi hev re bijîn. Lewma ev fikir bi xwe jî xetere hate dîtin. Tişta ku hêzên hegemonîk dixwestin ev bû; dîktatorî wê ava bibe, ev dîktatorî wê bi hêzên hegemonîk ve girêdayî bin, gelan bieciqînin, talan bikin û bi vî rengî Rojhilata Navîn kontrol bikin. Li şûna netewe dewletê ji ber ku Abdullah Ocalan formuleke jiyana bi hev re ya gelan destnîşan kir ku ji gelan re bû hêvî, Komploya Navneteweyî dewam kir. Em bi rejîmeke Îmraliyê re rû bi rû ne ku hiqûqa neteweyî û navneteweyî lê nîne. Li devereke din a cîhanê mînaka wê nîne. Li gel van hemûyan jî hin hêzên ku li cîhanê, bi taybetî jî li Ewropayê xwe weke keleha demokrasiyê dibînin, li pêşberî vê pêvajoyê bêdeng in. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê sala 2014'an têkildarî înfazê ji bo Abdullah Ocalan biryarek da û got, 'Tirkiye neçar e ku di hiqûqa xwe ya navxweyî de guhertinan bike. Nabe ku ti mirov di tevahiya jiyana xwe de girtî be, her mirovek divê xwedî wê hêviyê be ku rojekê azad be'. Tevî vê biryarê jî Tirkiye dibêje ku ew vê biryarê nas nake û têkildarî înfazê wê guhertinê neke. Li gel vê yekê jî Ewropa bêdeng dimîne ku ev yek jî nîşan dide ku Komploya Navneteweyî dewam dike. Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî têkildarî Birêz Ocalan biryar da ku 'Ji bo hevdîtina bi parêzeran re divê tavilê derfet bêne afirandin', lê Tirkiye vê biryara tedbîrê jî nas nake û li hemberî Tirkiyeyê mekanîzmaya kontrol û pêkanînê nayê bikaranîn."

Eren destnîşan kir ku dema mijar dibe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê hiqûq tê betalkirin û got, "Bêdengiya cîhanê nîşan dide ku vê polîtîkayê dipejirîne, ji ber ku paradîgmaya azadiyê ya Birêz Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn aştiyê tîne. Ev yek jî lîstika hêzên hegemonîk xera dike ku Rojhilata Navîn kirine navenda şer, lewma dixwazin bêhnê li Birêz Ocalan biçikînin."

JI BO BIDAWÎKIRINA VÎ ŞERÎ ŞENSEK Û KESEK HEYE

Eren bi bîr xist ku Kurd 20 sal in ji bo aştiyê gelek caran îradeya çareseriyê destnîşan kir û got, "Birêz Ocalan û Kurdan îradeya çareseriyê nîşan dan, lê belê bersiveke bi tenê jî ji wan re nehate dayin. Ji ber çi? Ji ber ku danûstandinên ji bo çareseriyê nîşan didin ku kî alîgirê şer e, kî jî alîgirê çareserî û aştiyê ye."

Eren anî ziman ku li herêmê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn diqewime û got, "Heta ku tecrîd neyê rakirin wê Tirkiye di şerê cîhanê yê sêyemîn de bi xetereya herî mezin re rû bi rû be. Ya wê bi Kurdan re rûnê û biryarekê li ser azadiya Birêz Ocalan bide û vê meseleyê çareser bike, yan jî wê ev şerê sed sal in dewam dike wê bi xwe jî parçe û tune bike. Em dibêjin êdî bes e. Şenseke mezin û kesek heye ku dikare vî şerî bi dawî bike. Yekane banga me ew e ku azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin û pêvajoya diyalogê bê destpêkirin."

BANGA JI BO TEVLÎBÛNA LI MEŞA AZADIYÊ

Parlamenterê DEM Partiyê Eren bal kişand ser kampanya li dijî tecrîdê û got, "Li girtîgehan greva birçîbûnê heye. Di heman demê de li derve jî dayikên me di Nobeda Edaletê de ne. Yek ji armancên bingehîn ên van grevên birçîbûnê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e. Ya ev pirsgirêk wê çareser bibe, yan jî Komara ku sed sal in pirsgirêkê taloq dike wê bi xwe ji hev bikeve. Ev pêvajoya ku bi grevên birçîbûnê destpê kir, ne tenê li Tirkiyeyê li tevahiya cîhanê bi têkoşînê dewam dike. Gelek saziyên navneteweyî, nivîskar, rewşenbîr, hunermend û zêdeyî hezar hiqûqnasên li Tirkiyeyê ji bo rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan û misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê dewam dikin. Ez bang li her kesî dikim ku tevlî 'Meşa Mezin a Azadiyê' bibin ku wê 1'ê Sibatê destpê bike û heta 15'ê Sibatê dewam bike."