KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê Denîz Bulbun bi merasîmeke girseyî hat veşartin
Nûnera KNK'ê Denîz Bulbun ku li Hewlêrê ji aliyê dewleta Tirk û PDK'ê ve hat qetilkirin, li Geverê bi merasîmeke bi beşdariya bi hezaran kesî hate veşartin. -
Bi girseyî serdana şîna gerîlayê HPG’ê Pasûr Rohat hat kirin
Bi girseyî serdana şîna gerîlayê HPG’ê Pasûr Rohat ê di 18'ê Îlonê de di bomabrdûmanê de şehîd bibû, hat kirin. -
Ji bo Fermandara Eyaleta Amedê Axîn Mûş mewlûd hat dayîn
Ji bo Endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê û Fermandara Eyaleta Amedê Axîn Mûş li Licê di bombardûmanê de şehîd bibû, mewlûd hat dayîn. -
Cenazeyê Bulbun 5 seat in li nexweşxaneyê tê rawestandin
Cenazeyê Denîz Bulbun ê li Hewlêrê hat qetilkirin 5 saet in li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ku ji bo otopsiyê biribûn, tê rawestandin. -
Çalakiyên tolhildanê yên gerîla: 12 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo hilanîna tola gerîlayên li Botan û Amedê şehîd bûn, çalakî kirin. Di encamê de 12 leşkerên dagirker ên Tirk hatin cezakirin, derb li wesayiteke zirxî û 15 çeperan hate xistin, 2 mobesse hatin îmhakirin. -
Nasnameya şehîdên Botan û Amedê hate eşkerekirin
HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên li Amed û Botanê şehîd bûn eşkere kir û got, "Em soz didin ku em ê tola wan hilînin û têkoşîna ku şehîdan radestî me kirine teqez bi ser bixînin." -
Dîmenê helîkoptera ku derb lê hate xistin
Gerîla TV dîmenê helîkoptera ku 25'ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî derb lê hate xistin, weşand. -
Malbatê cenazeyê Denîz Bulbun wergirt
Cenazeyê nûnerê KNK'ê Denîz Bulbun ê ku bi hevkariya PDK’ê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, ji aliyê malbatê ve hate wergirtin. -
Şandeya Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana yê dorpêç lê didome kir
Şandeya Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana yê navçeya Basa ya Şirnexê ku dorpêç lê didome kir. -
Fermandariya Eyaleta Serhedê: Divê gelê me yê Bazîdê sîxur û kontrayan di nava xwe de nehewînin
Fermandariya Eyaleta Serhatê der barê sîxurî û fealiyetên kontra yên li Bazîdê de hişyarî da û bang li gel kir ku sîxur û kontrayan di nava xwe de nehewînin. Fermandariyê navê hin sîxuran eşkere kir. -
YCWK'ê li ser rêya Amed-Xarpêtê li kulûbeya cerdevanan xist
Li ser rêya Amed-Xarpêtê bi bombeya destan û çekên ferdî li kulûbeyeke cerdevanan hate xistin. -
HPG: 9 dagirkerên din hatin cezakirin, 2 jî birîndar bûn
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku 9 dagirker hatine cezakirin, 2 jî birîndar bûne û gelek çek hatine îmhakirin. -
2 gerîlayên ku di bombebaranê de şehîd bûn li Licê hatin veşartin
Gerîlayê YJA Starê Hulya Demîrer û gerîlayê HPG’ê Çetîn Temel ên li navçeya Licê ya Amedê di encama bomberdûmana dijwar de şehîd bûbûn, li bajarên xwe hatin veşartin. -
Cenazeyê gerîlaya HPG’ê Karakoç bi merasîmeke girseyî hat veşartin
Cenazeyê gerîlaya HPG’ê Havîn Karakoç a ku li Licê şehîd bibû, tevî hemû astengiyên polîsan jî bi girseyî hat veşartin. -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Pasûr Rohat li gundê xwe hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Pasûr Rohat yê li Licê şehîd bibû, bi beşdasriya gelek kesan hat veşartin. -
Cenazeyê 4 gerîlayên HPG’ê radestî malbatên wan hatin kirin
Cenazeyê 4 gerîlayên HPG'ê ku li Licê şehîd bibûn, radestî malbatên wan hatin kirin. -
Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn
Apê Mûsa di 32'emîn salvegera qetilkirina xwe de li gundê Sitîlîlê yê Nisêbîna Mêrdînê li ser gora xwe hat bibîranîn. Hevserokê DFG'ê Serdar Altan got: "Bi kuştina Apê Mûsa re xwestin rastiyê bikujin, lê nikarin rastiyê bikujin." -
QSD’ê sersaxî ji Rêveberiya Antî-Teror a Kurdistanê re xwest
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bi boneya şehadeta 3 peşmergeyên Rêveberiya Antî-Teror a Kurdistanê peyama sersaxiyê weşand. -
Uçar: Alîkarî ji taxên Kurd-Elewiyan re nehat şandin
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar li Mereşê çû serdana mexdûrên erdhejê û got: “Alîkarî ji taxên Kurd-Elewiyan re nehatiye şandin.” -
Sersaxiya şehîd Temel bi girseyî hate ziyaretkirin
Sersaxiya gerîlayê HPG’ê Çetîn Temel ê ku di encama bomberdûmana hewayî de ya li bejahiya Licê şehîd bibû, bi girseyî hate ziyaretkirin. -
Mûsa Anter li cihê lê hate qetilkirin, hate bîranîn
Mûsa Anter (Apê Mûsa) li Amedê li cihê lê hate qetilkirin, hate bîranîn. -
HPG: Li Zapê 5 dagirker hatin cezakirin, mobesseyek hate îmhakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li Zapê di çalakiyên gerîla de herî kêm 5 dagirker hatin cezakirin û kamerayeke mobesse hate îmhakirin. -
Sarica: Heta ku tecrîda li Îmraliyê bê şikandin em ê têkoşînê mezin bikin
Berdevka Meclîsa Jinê ya DBP'ê Aynûr Sarica got, "Heta ku Birêz Ocalan azad bibe em ê têkoşîna xwe bimeşînin û mezin bikin. Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye." -
Li bejahiya Geverê operasyona bi SÎHA û wesayitên zirxî
Hêzên dewleta Tirk a dagirker li bejahiya gundên Tiloran a Jêr û Tiloran a Jor ku ser bi navçeya Geverê ya Colemêrgê ne, dest bi operasyonê kirin. -
Çîftyurek: Dewlet dixwaze bi rêya eşîran gelê Kurd kontrol bike
Roj bi roj hejmara komeleyên eşîran ên ku ji aliyê dewletê ve tên fînansekirin zêde dibe. Hejmara komeleyên eşîran ên li Wanê hatin avakirin gihîşt 20’an. Parlamenter Sînan Çiftyürek got, "Hilbijartina Wanê tesadûfî nîne."