Li Wanê 'Meşa Mezin a Azadiyê' destpê kir

'Meşa Mezin a Azadiyê' li Wanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê destpê kir. Hate ragihandin ku armanca meşê rakirina tecrîda li Îmraliyê û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd misogerkirina azadiya Abdullah Ocalan e.

Partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd misogerkirina azadiya Abdullah Ocalan, li Wan û Qersê 'Meşa Mezin a Azadiyê' pêk tê. Meş wê heta 15'ê Sibatê dewam bike.

Meşê bi daxuyaniyeke çapemeniyê li oteleke li Wanê destpê kir. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl tevlî civînê bûn. Meşvanan kincê bi nivîsa "Meşa Azadiyê" li xwe kirin.

Parlamenterê Şirnexê yê DEM Partiyê Zekî Îrmez daxuyanî da û diyar kir ku bi tecrîda mutleq a li Îmraliyê re êrîş li ser daxwaza edalet, azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd tê kirin.

Îrmez ragihand ku tecrîda li Îmraliyê ne tenê bandorê li pirsgirêka Kurd dike, bandorê li tevahiya cografyayê dike û paşeroja hevpar a gelan sabote dike. Hate destnîşankirin ku tecrîda li Îmraliyê destpêka rejîma bêhiqûqiyê ya li Tirkiyeyê ye.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin, tecrîda li Îmraliyê veguheriye amûreke rejîmê ya rêvebirina Tirkiyeyê û bêhnê li welêt diçikîne, dibe sedema pirsgirêkên cuda.

Îrmez destnîşan kir ku deriyê Îmraliyê li ser Tirkiyeyê hatiye girtin, li ser paşeroja demokratîk hatiye girtin û hate gotin, bi Meşa Mezin a Azadiyê bersiv ji polîtîkaya tecrîdê re tê dayin.

Di dewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Abdullah Ocalan 25 sal in li Îmraliyê tecrîdkirî ye, 3 sal in agahî jê nayê wergirtin û hate gotin, dewamkirina tecrîdê israra li ser dewamkirina şer e.

Hate ragihandin ku bi Meşa Mezin a Azadiyê re wê daxwaz bê kirin ku dawî li tecrîda li Îmraliyê bê anîn, aştî li herêmê bê bicihkirin û ji bo Tirkiyeyeke demokratîk têkoşîn bê meşandin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê û pêkanîna sîstema hiqûqê bi bidawîkirina sîstema Îmraliyê dibe û hate gotin, serketina Meşa Mezin a Azadiyê wê gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn bi ser bixîne.