Meşa Mezin a Azadiyê li gel êrîşa polîsan dewam dike

Baskê Wanê yê Meşa Mezin a Azadiyê li gel astengî û êrîşan destpê kir.

Baskê Wanê yê 'Meşa Mezin a Azadiyê' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir û wê heta 15'ê Sibatê dewam bike, li Otela ûrartû bi daxuyaniyekê destpê kir.

'KURDISTAN Ê BIBE GORISTAN JI FAŞÎZMÊ RE'

Piştî daxuyaniyê Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan jî di nav de meşvanan ji otelê ber bi Parka Mûsa Anter ve dest bi meşê kirin.

Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî berxwedana Îmraliyê", Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" û "Kurdsitan wê ji faşîzmê re bibe goristan" hatin qîrîn.

Girseya gel a li Parka Mûsa Anter bi çepikan heyet pêşwazî kir. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir li vê derê axivî û spasiya gelê Wanê kir. Bayindir anî ziman ku meşa wan nû destpê kiriye û got, "Wan bi rengekî mezin xwedî lê derket. Ev xwedîderketin cihê pîrozmendiyê ye. Hejmara me ewqas nîne. Dilê bi milyonan mirovan bi me re ye. Hûn her hebin, bijî gelê Wanê."

Polîsên ku dor li girseya gel girtin, bi hinceta ku 'qedexe' ye, gotin wê 'destûrê' nedin meşê û xwestin girseya gel belav bibe. Girseya gel guh neda hişyariya polîsan û bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' meşa xwe dewam kir. Li ser vê yekê polîsan êrîş birin ser çalakgeran. Gelek kes ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Tevî êrîşê jî kom bi dirûşman xwe gihand Rêxistian Bajêr a Wanê. Girseya gel a li ber avahiyê jî bi tilîlî, çepik û dirûşma 'Bijî Serok Apo' çalakger pêşwazî kirin. Piştî pêşwazîkirinê meşvanên azadiyê bi hev re 'govenda azadiyê' gerandin.