Li Rihayê avahiya xisar ji erdhejê dîtibû, hilweşiya: 2 kes mirin

Li Rihayê avahiyek ku xisar ji erdheja 6'ê Sibatê dîtibû lê nehatibû hilweşandin, hilweşiya. Di encamê de 2 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn.

Di erdhejên 6’ê Sibatê de li Taxa Delîler a navçeya Hewag a Rihayê xesar gihiştibû gelek avahiyan. Avahiyeke ku xesar gihiştibûyê û heta niha nehatibû hilweşandin, danê sibehê hilweşiya.

Li cihê bûyerê komên AFAD, agirkujiyê û tenduristiyê hatin sewqkirin. Cenazeyê Serap Urak (49) ji bin kavilan hate derxistin. Cemîle Arikan a 56 salî ku bi birîndarî hate derxistin û rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Hewagê jî jiyana xwe ji dest da.

Her wiha 8 kes jî birîndar bûn.