HPG: Li Zapê 2 dagirker hatin cezakirin

HPG'ê ragihand ku li herêma Zapê, di çalakiyeke hêzên gerîla de 2 leşkerên dagirker hatine cezakirin, derb li çeperekê hatiye xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

Li herêma Zapê;

28'ê Çileyê saet di 13:30'î de li derdora çepera şer a Şehîd Diyar bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, derb li çeperekê hate xistin.

Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

28'ê Çileyê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Li herêma Xakurkê;

28'ê Çileyê saet di 09:30'î de li Girê Şehîd Heqî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

28, 29, 30 û 31'ê Çileyê li herêma Garê Deşta Kafya û qada Yekmalê 2 caran, li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran, li herêma Zapê qada Şehîd Îbrahîm 4 caran, li herêma Metînayê qadên Şêlazê, Dergelê, Serê Metîna, Bêşîlî 4 caran, li herêma Xakurkê qada Ava Lolanê 2 caran; bi giştî 14 caran bi balafirên şer hatin bombekirin."