BI DÎMEN

Şandeke Partiya Komunîst a Kurdistanê li Kerkûkê serdana Tevgera Azadiyê kir

Şandeke Partiya Komunîst a Kurdistanê li Kerkûkê serdana navenda Tevgera Azadiyê ya Komelgeha Kurdistanê kir.

Şandeke Partiya Komunîst a Kurdistanê îro li Kerkûkê serdana navenda Tevgera Azadiyê ya Komelgeha Kurdistanê kir. Di serdanê de berpirsê Şaxa Kerkûkê ya Partiya Kominîst a Kurdistanê Dilşad Salih û şanda pê re ji hêla Hevserokê Encumena Kerkûkê ya Tevgera Azadiyê ya Komelgeha Kurdistanê Komel Sermed û hin endamên Tevgera Azadiyê ya Komelgeha Kurdistanê ve hatin pêşwazîkirin.

Hêjayî gotinê ye ku ev serdan ji bo gotûbêjkirina rewşa Kerkûkê ya piştî hilbijartina encumena nû ya parêzgeha Kerkûkê hate kirin û di civînê de Partiya Komonîst a Kurdistanê helwest û rola Tevgera Azadiyê ya niştimanî ya ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya herêmî pîroz kir. Her wiha her du aliyan bal kişande ser girîngiya yekrêziya nav mala Kurdan û piştgiriya xwe ji bo yekîtiya Kurdan a ji bo pêkanîna hikûmeta xwecihî ya nû ya Kerkûkê anî ziman.

Hevserokê Encumena Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadiyê Komel Sermed têkildarî serdanê ev tişt anîn ziman: “Şandeke Partiya Komunîst a Kurdistanê bi serdaneke dostane serdana Tevgera Azadiyê kir û me di serdanê de pêvajoya berî hilbijartinê û pêvajoya piştî hilbijartinê nirxand û me qala rewşa niha ya Kerkûkê kir. Me spasiya rola Partiya Komunîst a Kurdistanê ya di Hilbijartina Encumena Parêzgeha Kerkûkê de kir û wan jî  spasiya Tevgera Azadiyê kir ji ber ku piştgirî daye wê lîsteyê ku wan tê de cih girtibû."

Her wiha Komel Sermed wiha got: "Me her du aliyan tekez kir ku em dikarin li gel aliyên siyasî yên Kurdistanî li Kerkûkê gavên girîng ji bo parastina yekrêziya nav mala Kurdan biavêjin.”