‘Perwerde bingeha pêşketina civakan e’

Li Komelgeha Zorava li ser navê Şehîd Dijwar perwerdeyeke 13 rojan hate dîtin. Endamên ku beşdarî perwerdeyê bûn diyar kirin ku perwerde bingeha pêşketina civakan e û gotin, wê heta dawiyê xwe perwerde bikin.

Endamê Meclîs û Şaredariyê yê Zorava yê Şengalê beşdarî perwerdeya Şehîd Dijwar a ku ev 13 roj in li ser bingeha dîroka Êzdiyatiyê, rastiya Rebertî û ruhê hevaltiyê li Komelgeha Zorava hatibû destpêkirin, bi dawî bû. Endamên tevlî perwerdeyê bûn bi biryariyeke xurt soza xwe dubarakirin ku wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Xweseriya Şengalê têbikoşin.

Endamê Meclîsa Komelgeha Zorava Nemir Pûko diyar kir ku wan gelek dersên ku ji bo wan û civakê pêwîst bûn dîtin û wiha axivî: “Ji rastiya Serok bigire heta dîroka Êzîdxanê me perwerde dît. Tişta ku me ji perwerdeya xwe hilgirtiye di nava civaka xwe de belav bikin û wan jî di heman warî de zane bikin.”

Nemir Pûko anî ziman ku di jiyana mirovan de tişta herî giring perwerde ye û got: “Weke ku Serok di gotinên xwe de digot;’Perwerde, perwerde, perwerde' em jî îro li vê yekê hay bûne ku Serok girîngî daye perwerdeyê. Ji zarokek 7 salî heya 70 salî pêwîstiya me bi perwerdeyê heye. Di nava mirovan de kesek ne sedî sed zana ye, mirovê perwerdekirî ji mirovê ne perwerdekirî cudatir e.”

‘CIVAKA ÊZIDÎ BI FIKRÊN RÊBER APO BÛN XWEDÎ HÊZ’

Pûko bi bîr xist ku berê civaka Êzidî bê perwerde bûn û wiha domand: “Ger beriya fermana sala 2014'an bînin ber çavê xwe her kesî li gor berjewendiyên xwe û partiya xwe perwerde dikir. Dewleta Iraqê jî bi heman rêbazî tevdigeriya, lê piştî hatina fikrên Rêber Apo ya di nav civaka Êzîdî, civakê xwe perwerde û zana kir. Heke ne fikir û ramanên Serok Apo bûya em niha ne xwedî hêz û îrade bûn. Bi hatina fikrên Rêber Apo di nava civaka Êzidî de, civaka Êzidî bû xwedî hêz û îrade.”

‘EM Ê SEROKÊ XWE JI WÊ ZILMÊ XELAS BIKIN’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Eliyas jî got ku ev perwerde di demeke wisa de bû ku pêwîstiya her kesî pê hebû û ev tişt anî ziman: “Em hêvî dikin ku çi mêr çi jin her kes were tevlî van perwerdeyan bibe. Ji ber ku perwerde bingeha pêşketina civakan e. Em weke endamê perwerdeya Şehîd Dijwar daxwaza azadiyê Serokê xwe dikin. Em ê Serokê xwe ji wê zilm û zorê xelas bikin. Em ê heta dawî jî têbikoşin.”

‘PERWERDEYA ME BI SERKETÎ BI DAWÎ’

Heyider Îbrahîm jî wiha nêrîna xwe anî ziman: “Perwerdeyên bi vî awayî ji me re pêwîst in û em bi hêvî ne ku perwerdeyên bi vî rengî me bidin fikirandin. Heke ne bi perewerdeyê be em ê tu carî zane nebin û pêş jî nekivin. Ev perwerdeya me wê bibe bingeha zanyariya civaka me. Tişta ku me ji perwerdeya xwe girtî em ê bi derdora xwe jî re par ve bikin, her 13 rojên me yên perwerdeyê jî beşdarî pir baş bû, ez ji hevalên xwe re serketin dixwazim û dibêjim her bijî Serok Apo.”