Merasîma Pîrşalyar li Hewraman hat lidarxistin

Merasîma Pîrşalyar îsal bi amadebûna gelek bawermendên dînî û xelkê herêmê hate lidarxistin. Beşdarbûna derwêşan û semaya wan a îrfanî bala her kesî kişand.

Merasîma dînî ya Pîrşalyar li gundê Hewramana Text yê bajarokê Solawa yê Sine bi beşdarbûna bawermendên dînî hate lidarxistin. Ev merasîm wek yek ji merasîmên Kurdan ên dêrin tê hesibandin. Ev merasîm vedigere berî Îslamê, beşdar vê merasîmê bi defjenî û sirûd û semaya îrfanî derbas dikin.

Ev merasîm salê du caran li bihar û zivistanê bi rê ve diçe û di nav rûniştiyên herêmê de wek “Zemawenda Pîrşalyar” tê binavkirin. Derwêş tevî defjenî û semaya îrfanî, helbest û diayan dixwînin û xwarinê amade dikin. Beşdarên merasîmê wek tebarik sûdê ji van xwarinan werdigirin. Hêjayî gotinê ye ku zemawend bi Kurmancî tê wataya dawetê.

Di heman demê de zarok bi komkirina hinar, gûz, kişmiş, hêjîr û berhemên din ên herêmê xweşikiyeke din didin merasîmê. Merasîm sê rojan berdewam dike.