KONGRA-GEL: Divê gel û dostên me mîna lehiyekê biherikin Kolnê

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL ji bo meşa mezin a li Kolnê ku wê 17'ê Sibatê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL daxuyaniyek weşand û got, "Meşa Kolnê ji bo azadiya Rêbertî divê bibe bersiva herî xurt a ji bo pêngava serketinê ya gerîla."

Bang bi vî rengî ye:

"Bi pêşengiya Îngilistan û Fransayê, welatên rojavayî bi peymana Lozanê re hîmên polîtîkaya înkar û îmhayê ya Kurdan a sed salî danîn. Dewleta Tirk bi piştgiriya ji van welatan wergirtî, li dijî gelê Kurd polîtîkayên qirikrinê bi rengê siyasî, çandî û fîzîkî meşand. Li dijî van polîtîkayan gelê Kurd gelek caran li ber xwe da. Lê belê bi piştgiriya welatên rojavayî serhildanên Kurdan bi komkujiyê hatin tepisandin.

Gelê Kurd ku li dijî qirkirinê ji bo nasname û hebûna xwe têdikoşe, bi navên asî, eşqiya û cahîl, bi navên neyînî hate pênasekirin. Li hemberî komkujî, koçberkirina bi zorê û polîtîkayên asîmîlasyonê yên li dijî gelê Kurd welatên rojavayî timî helwesteke jinedîtîhatinê nîşan dan.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema ku gelê Kurd li ber qirkirinê bû, çarenûsa gelê Kurd guhert. Bi fikir û karîzmaya xwe ya Rêbertiyê, bû hêvî ji gelekî re ku li ber tunebûnê bû. Kir ku gelê Kurd jinûve rabe ser piyan, ji xwe bawer be û ji bo paşeroja azad têbikoşe, berê xwe bide serketinê. Gelekî ku di bin zexta qirkirinê de bû û dihate xwestin ku bê qedandin, kir gelekî welê ku hêz û hêviyê dide hemû hêzên di lêgerîna azadiyê de ne. Rêber Apo ji ber ku plana qirkirina Kurdan a bi peymana Lozanê hate plankirin têk bir, bû hedefa hêzên komploger ên navneteweyî.

Gelê Kurd di nava vê sedsalê de li dijî qirkirinê ji bo parastina hebûna xwe têkoşiya, lewma ji aliyê dewleta Tirk a mêtinger ve bi gotinên neyînî yên weke asî û eşqiya hate pênasekirin. Niha jî di şexsê Rêber Apo de bi gotina moda ya modernîteyê 'terorîst' tê îlankirin, bi her awayî neheqî, bêhiqûqî û kiryarên li dijî mirovahiyê lê tê kirin.

Çawa ku gelê Kurd ê li Tirkiyeyê ji her cûre maf û hiqûqê bêpar hatiye hiştin û her daxwaza xwe tê terorîzekirin, Rêber Apo jî li Îmraliyê ji her cûre hiqûqa neteweyî û navneteweyî bêpar hatiye hiştin, 25 sal in bi polîtîkayên kêfî yên dewletê tê xwestin bê qedandin. Nêzî sê sal in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Di mijara jiyan û tenduristiya wî de fikarên mezin hene. Li hemberî vê rewşê ku li cîhanê mînaka wê nîne, saziyên navneteweyî bêdeng in.

Sîstema qirkirinê ya Îmraliyê encameke ji sîstema qirkirinê ya gelê Kurd e. Ji vê rewşê ew hêzên rojavayî berpirsyar in ku hîmê polîtîkayên qirkirina Kurdan danî û sed sal in bi her awayî piştgiriyê didin dewleta Tirk. Bêyî piştgiriya welatên rojavayî, dewleta Tirk nikare polîtîkayên înkar û îmhayê dewam bike.

Di qonaxa heyî de sîstema dewletê ya înkar û tekperestiyê di pêvajoyeke mezin a krîz û hilweşînê de ye. Plana têkbirinê ya dewletê ku li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dimeşîne bi xwe têk çûye. Tirkiye veguheriye dewleteke çete û mafyayê, aboriya wê her roj têk diçe, ji aliyê siyasî û acivakî ve her roj hîn bêhtir rewşa xwe nebaş dibe. Ev wêne wêneyê hilweşîna sîstema dewleta faşîst e.

Krîza giran a ku faşîzma dewleta Tirk di nav de ye, berxwedana dîrokî ya gerîla ku konsepta leşkerî ya dewletê ya xwe dispêre teknîkê têk bir, hilweşîna psîkolojî-moralê di nava sîstemê de nîşan didin ku êdî dem hatiye ku sîstema qirkirinê ya Îmraliyê bê hilweşandin.

Bi meşandina pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' ku dostan dan destpêkirin, di vê demê de derfet hene ku tecrîda li Îmraliyê bê şikandin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin.

Grevên birçîbûnê yên dorveger ên girtiyên azadiyê yên li zindanan, 'Nobedên Edaletê' yên dayikên şehîd û girtiyan, karên li Kurdistanê û derveyî welat têne meşandin, eger li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bêne plankirin û meşandin, wê teqez encam bi dest bikeve, ku derfetên vê yekê hene.

Weke Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo me berê xwe dane armancekê. Weke gelê me û dostên me yênl i Ewropayê, em bi wezîfeyeke dîrokî re rû bi rû ne. Di vê demê de ji bo hilweşandina sîtema Îmraliyê kuw eke navenda polîtîkayên qirkirina Kurdan hatiye avakirin û li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê em têkoşîna xwe ya li Ewropayê bi rengekî encamgiriyê bimeşînin.

Ji ber vê jî meş û mîtînga 17'ê Sibatê ya li Kolnê ku wê bi dirûşma 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bê lidarxistin, gelekî girîng e. Meşa Kolnê ji bo azadiya Rêbertî divê biber bersiva herî xurt a li qada civakî ya ji bo pêngava serketinê ya gerîla.

Bi tevlîbûna herî xurt a li meşa Kolnê, li dijî heqaret û neheqiyên di şexsê Rêber Apo de li gelê me tê kirin, divê helwesta 'Êdî bes e' bê nîşandan û em dengê xwe û helwest xwe bigihînin hêz û saziyên pêwendîdar.

Li ser vê bingehê divê gelê me û dostên me yên li Ewropayê bi ruhê seferberiyê, bi coşa pêvajoya xwegihandina Rêbertî yê azad, li Kolnê di 17'ê Sibatê de kom bibin. Divê gel û dostên me 17'ê Sibatê mîna lehiyekê biherikin Kolnê û dîrokê binivîsînin."