Tulay Hatîmogûllari: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em sibe bi rê dikevin

Hevseroka Gitşî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari têkildarî 'Meşa Mezin a Azadiyê' axivî û got, "Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan sibe bi rê dikevin. Em li benda gelê xwe ne."

'Meşa Mezin a Azadiyê', ku wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di navbera 1-15'ê Sibatê de bi pêşengiya rêxistinên civakî û demokratîk bê lidarxistin, li Qers û Wanê destpê dike. Tê payin ku tevlîbûneke girseyî li meşê bibe. Her wiha wê 75 aktîvîstên mafên mirovan jî tevlî meşê bibin.

Meş wê bi du baskan pêk were. Baskek ji Qersê, baskek jî wê ji Wanê bi rê bikeve û li gundê Amara yê Rihayê bi dawî bibe. Baskê meşê yê Qersê wê saet di 12:00 de bi daxuyaniyeke girseyî destpê bike. Parlamenter û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên ji bo meşê hatine bajêr, hem serdana dikandaran hem jî serdana malbatan wê bikin û li ser tecrîdê û armanca meşê agahiyê bidin.

Piştî serdana nava rojê wê 2'ê Sibatê ber bi Dîgor û Îdirê ve bi rê bikevin. Ji bo meşê amadekarî qediya ne. Tê payin ku heyet danê êvarê li hev kom bibe û amadekariyên dawî binirxîne.

'EM LI BENDA GELÊ XWE NE'

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ku wê di baskê Qersê yê meşê de amade be, bang li gel kir ku piştgiriyê bide 'Meşa Mezin a Azadiyê'.

Tulay Hatîmogûllari ji aliyê endam û rêveberên DEM Partiyê ve hate pêşwazîkirin. Li avahiya DEM Partiyê ya Bajêr ji gel re axivî û dubare kir ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan wê sibe dest bi meşeke mezin bikin.

Tulay Hatîmogûllari got, "Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêbazên demokratîk, ji bo azadiya Birêz Ocalan û şikandina tecrîdê em bi rê dikevin. Meşa mezin wê sibe ji du nuqteyan destpê bike. Armanca bingehîn a meşa me piştgiriya ji bo greva birçîbûnê ya li girtîgehan û Nobeda Edaletê ya dayikên me ne. Ji ber ku pirsgirêka Kurd nehatiye çareserkirin gelek êş hatiye kişandin. Ji bo çareseriya demokratîk aştiyane ya pirsgirêka Kurd çi ji destê me bê em ê li parlamentê, li bajaran û kolanan bikin. Em ji vir careke din bang dikin, bêyî ku rewşeke giran di grevên birçîbûnê de rû bide, hêvîdarim wê rêyek bê vekirin. Me ji bo vê yekê dest bi meşa azadiyê kirin. Em bang li gelê xwe dikin ku piştgiriyê bide û piştevan be."