Meşa Azadiyê li navçeyên Wanê dewam dike

'Meşa Mezin a Azadiyê' ku li baskekî wê li Wanê destpê kir, li navçeya Payîzavayê dewam dike.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan tevî gelek nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, piştî Wanê derbasî navçeya Payîzavayê bûn. Beşdarên meşê li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeyê silav dan gel.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan bal kişand ser girîngiya meşê û diyar kir ku Tirkiye 100 sal in ji bo mafên Kurdan asteng bike gelek rê û rêbaz ceriband.

Bakirhan anî ziman ku pereyên ji kedkaran têne komkirin ji bo neçareserkirina vê pirsgirêkê têne bikaranîn, lewma jî welat ketiye nava kaosê.

Bakirhan ragihand ku çareseriya pirsgirêka Kurd wê bi kêrî Tirkiyeyê bê, lewma wan dest bi vê meşê kirine û ji bo çareseriya meseleya Kurd jî bal kişand ser girîngiya diyalog û danûstandinan. Bakirhan got, "Ji bo danûstandinan jî Abdullah Ocalan aktorê herî girîng e."

Hevseroka DEM Partiyê ya Navçeya Payîzavayê Berfîn Kûşman jî anî ziman ku ji bo rakirina tecrîdê ew ê têkoşîna xwe dewam bikin û got, "Weke gelê Kurd em daxwaza azadiya xwe û zimanê xwe dikin. Li gel berdêlên ku me heta niha dane em li ser piyan e. Kes nikare bi me."

Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî ragihand ku wan bi coşeke mezin dest bi meşê kirine, wê têkoşîna xwe bi ser bixînin û got, "Ev meş wê tecrîdê bişikîne."

Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdûllah Zeydan jî diyar kir ku sedema pirsgirêkên li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e.

Zeydan got, "Muxatabê çareseriyê Birêz Ocalan e. Bi salan e tecrîdkirî ye. Li dijî vê bêhiqûqî, bêexlaqiyê hevalên me dest bi greva birçîbûnê kirin. Em dixwazin tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe û azad bibe. Banga me ew e ku daxwaza hevalên me bi cih bê anîn."

Meşvanên azadiyê ber bi navçeya Elbakê ve bi tilîlî û dirûşman hatin şandin.