BI DÎMEN

Gulderen Varli: Ji bo çareseriyê navnîşan diyar e

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varliyê anî ziman ku tecrîd bes şer û bêçareseriyê bi xwe re tîne û got: "Ji bo çareseriyê jî navnîşan diyar e. Ger çareseriyek hebe ev jî bi Abdullah Ocalan re pêkan e."

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli bal kişand li ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan û bang li hikûmetê kir ku daxwazan qebûl bike.

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli ji Ajansa ANF'ê re axivî û anî ziman ku dewleta Tirk bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewl dide ku gelê Kurd ji hişmendiya neteweyî, wekhevî, demokrasî, azadî û edaletê mehrûm bike.

Gulderen Varli diyar kir ku grevên birçîbûnê ketiye meha sêyem û got: "Em serdana girtîgehan dikin, qadên wan ên jiyanê bi hucreyên yekkesî hatine astengkirin. Girtiyên siyasî di daxwazên xwe de mafdar in. Dijminahiya desthilatdariyê ya li dijî Kurdan naqede, ev yek niha li girtîgehan tundtir tê kirin. Tehemila wan ji Nobeda Edaletê re jî tune ye, li gelek cihan dibin  asteng. Girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de ne, di hucreyên yekkesî de tên girtin û heya ji avê jî tên mehrûmkirin."

LI HEMBERÎ GELÊ KURD BISERNEKETIN

Gulderen Varli destnîşan kir ku dewleta Tirk bi Komploya Navneteweyî û tecrîda ku ev 25 sal in heyî, dixwaze vîna gelê Kurd tek bibe û got, li hemberî Kurdan nekarîn vê yekê pêk bînin. Gulderen Varli got, Kurdên ku li derve siyasetê dikin û hişmendiya demokratîk bi pêş dixin, tên binçavkirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Der barê rewşa tenduristiyê ya Birêz Ocalan de tiştek nayê zanîn, ev yek ji gelê Kurd tê veşartin. Ji ber vê yekê grevên birçîbûnê destpê kirin. Dayikên me ev 65 roj in di Nobeda Edaletê de ne. Edalet tune ye, dijminahî heye. Rê û çareseriya vê pirsgirêkê Birêz Abdullah Ocalan e. Paşguhkirina vê yekê ne rêya çareseriyê ye. Ger çareseriyek hebe ew jî bi Birêz Abdullah Ocalan re pêkan e."

QEYÛM JÎ ENCAMÊN HEMAN POLÎTÎKAYÊ NE

Gulderen Varli diyar kir ku tecrîdeke pir giran heye û got ku vîn, jiyan û erdnîgariya gelê Kurd bi qeyûman hatine desteserkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Hevdîtina li gel Birêz Abdullah Ocalan a parêzer, malbat û heyetê rêya diyalog û çareseriyê vekir. Ji ber vê em dibêjin hewce ye tecrîd rabe. Tecrîd bes şer û bêçareseriyê bi xwe re tîne. Ji bo çareseriyê jî navnîşan diyar e."