Çîftyurek: Gelê me tevî astengiyan jî peyama xwe da

Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek anî ziman ku meşa azadiyê ya ku îro destpê kir peyama 'tecrîdê rakin' a gel e û bang li hikumetê kir ku vê peyamê bi cih bîne.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Kurdistanê îro bi meş û çalakiyan tê şermezarkirin.

Di meşan de ku girseyên gel tevlî bûn, peyamên 'Tecrîdê rakin', 'Daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê qebûl bikin' hatin dayin.

Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek têkildarî meşên azadiyê ji ANF'ê re axivî.

Çîftyurek got, "Li dijî tecrîda li ser Birêz Ocalan meşeke azadiyê îro hate lidarxistin. Meşê ji Wan û Qersê destpê kir û wê li bajarên me yên din dewam bike. Sedema krîzên aborî û siyasî yên Komara Tirkiyeyê ku 100 sal in di nav de ye, polîtîkaya têkildarî Kurd û Kurdistanê ye. Sedema krîza siyasî meseleya Kurd e."

Çîftyurek destnîşan kir ku ji ber polîtîkaya 'dijminatiya li Kurdan' a dewleta Tirk polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê îflas kiriye û got, "Mîna her girtî û hikumxwarî, mafê Birêz Ocalan jî heye ku malbat û parêzerên xwe bibîne. Lê belê bi binpêkirina destûra bingehîn a Komara Tirkiyeyê re destûra vê yekê nayê dayin. Divê dawî li vê tecrîdê bê anîn. Divê Ocalan karibe nêrîn û pêşniyarên xwe bi raya giştî re parve bike. Eger ne ji tecrîda li ser Birêz Ocalan bûya, me yê li Wan û Qersê dest bi karê hilbijartinên xwecihî kiribûna. Ev hilbijartin ji bo me gelekî girîng e. Polîsan helwesta xwe ya her carê dewam kir. Girseya me hate dorpêçkirin û sê ciwan ji ber ku dirûşm qîriyan hatin binçavkirin. Banga me li gelê me ye ku 'xwedîderketineke xurt' pêk bîne. Meşa me ya azadiyê heta bidawîkirina tecrîdê wê dewam bike."