BI DÎMEN

Helbestek ji bo bîranîna şehîdên Bestayê

Ji bo şeş gerîlayên jin ên Çileya 2023'an li Bestayê di operasyoneke berfireh a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, klîba helbestekê hate amadekirin.

Helbesta 'Ji bo bîranîna şehîdên Bestayê' ji aliyê gerîlayekê ve bi Kurdî tê xwendin.

Gerîlayên YJA Starê yên helbest li ser wan hate nivîsandin di 22-23'ê Çileya 2023'an de li herêma Besta ya Botanê şehîd bûn.

Di klîbê de gerîla Leyla, Rojbîn, Delîla, Sila, Nûda û Dîrok têne bîranîn. Leyla Sorxwîn Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê û Endama Meclîsa PAJK'ê û endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê bû.