KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Sarica: Heta ku tecrîda li Îmraliyê bê şikandin em ê têkoşînê mezin bikin
Berdevka Meclîsa Jinê ya DBP'ê Aynûr Sarica got, "Heta ku Birêz Ocalan azad bibe em ê têkoşîna xwe bimeşînin û mezin bikin. Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye." -
Li bejahiya Geverê operasyona bi SÎHA û wesayitên zirxî
Hêzên dewleta Tirk a dagirker li bejahiya gundên Tiloran a Jêr û Tiloran a Jor ku ser bi navçeya Geverê ya Colemêrgê ne, dest bi operasyonê kirin. -
Çîftyurek: Dewlet dixwaze bi rêya eşîran gelê Kurd kontrol bike
Roj bi roj hejmara komeleyên eşîran ên ku ji aliyê dewletê ve tên fînansekirin zêde dibe. Hejmara komeleyên eşîran ên li Wanê hatin avakirin gihîşt 20’an. Parlamenter Sînan Çiftyürek got, "Hilbijartina Wanê tesadûfî nîne." -
Li Zapê çalakiyên gerîla: Herî kêm 5 dagirker hatin kuştin
Hate ragihandin ku di çalakiyên gerîla de yên li Zapê herî kêm 5 dagirker hatine cezakirin. -
Karasû: Kurd bi helwesta li dijî xiyanetê dikarin azad bibin
Karasû destnîşan kir ku hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re li her devera cîhanê weke xiyanetê dikare bê nirxandin û got, "Li dijî helwesta PDK'ê sekneke têrker nîne. Ev yek ji bo Kurdan lawazî ye. Kurd bi helwesta li dijî xiyanetê dikarin azad bibin." -
Ji bo kesên li Silêmaniyê şehîd bûn konê sersaxiyê hat danîn
Ji bo endamên Têkoşîna Dijterorê yên di êrîşa bi ser balafirxaneya Erbetê de şehîd bûn, li Silêmaniyê konê sersaxiyê hat danîn. -
KNK: Dijmin ji ber ku ji yekîtiya gelê Kurd ditirse êrîş kir
KNK'ê diyar kir ku êrîşa bi ser avahiya KNK’ê ya Hewlêrê êrîşa li ser yekîtiya neteweyî ya Kurd e û got: “Dijmin ji yekîtiya me ditirse.” -
Tevgera Azadî: Yekane rê yekîtî ye
Hevserokatiya Tevgera Azadî der barê êrîşa li ser Balafirgeha çandiniyê ya Erbatê ya Silêmaniyê de daxuyaniyek da û got, "Yekane rê yekîtî û xweparastin e." -
Cenazeyên du şehîdan spartin axê
Cenazeyên Hîwa Qadir Hesen û Êvan Adnan ên di êrîşa dewleta dagirker a Tirk de şehîd bûn, spartin axê. -
HRE'yê avêt ser navenda çeteyan: 15 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku li herêma Babê avêtine ser navendeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker û di encamê de 15 çete hatine kuştin. -
KNK'ê sersaxî ji YNK'ê re xwest
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KNK'ê ji ber şehadeta 3 pêşmergeyan sersaxî ji YNK'ê re xwest. -
HPG: 4 dagirker hatin cezakirin, derb li helîkopterekê û 11 çeperan hate xistin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin. Di çalakiyên gerîla de 4 dagirker hatin cezakirin, derb li helîkopterekê û 11 çeperan hate xistin. -
Artêşa Iraqê berpirsyarê êrişa li Silêmaniyeyê eşkere kir
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Iraqê Tumgeneral Yehya Resûl diyar kir ku balafira bêmirov a bombebarkirî ya ku 18'ê Îlonê bombe li Silêmaniyeyê barand û di encamê de 3 kes şehîd bûn, ji Tirkiyeyê rabûye. -
Agahiyên li ser nasnameya 3 kesên li Silêmaniyeyê şehîd bûn, hatin eşkerekirin
Agahiyên li ser nasnameya endamên Saziya Antîterorê yên li Silêmaniyeyê di êrişa hewayî de şehîd bûn, hatin eşkerekirin. -
HPG'ê nasnameya gerîlayeke şehîd eşkere kir
HPG'ê nasnameya gerîlayeke li Amedê şehîd bû eşkere kir û got, "Li dijî artêşa Tirk a mêtinger qirker, heta nefesa xwe ya dawî bi wêrekiyeke mezin û ruhê fedaî şer kir û şehîd bû." -
Gundê Bana ku 2 meh in di bin dorpêçê de ye tê bombekirin
Li gundê Bana yê navçeya Basa ya Şirnexê ev 2 meh in dorpêça leşkerî didome, derdora gund ji aliyê helîkopteran ve tê bombekirin. -
KNK: Êrîşa li ser Ofîsa KNK'ê li Hewlêrê, êrîşa li ser yekîtiya neteweyî ye
KNK'ê diyar kir ku êrîşa li ser ofîsa wan a li Hewlêrê ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wê ve li dijî yekîtiya neteweyî hatiye kirin û destnîşan kir ku ew ê karên xwe yên ji bo yekîtiya neteweyî hîn xurt bikin. -
Tevgera Azadî li ber êrîşan rabû
Tevgera Azadî ragihand ku hikumeta Başûr li hemberî êrîşên li ser herêmê bêdeng e, lewma êrîş têne kirin û got, li her devera ku êrîş li dijî gelê Kurd tê kirin ji bo parastina mafên xwe yên rewa ew ê têbikoşin. -
KCK: Em neçar in ji xiyanetê re bibêjin xiyanet
KCK'ê destnîşan kir ku dewleta Tirk konsepta qirkirina Kurdan dispêre xiyanetê û got, "Yekane rêya têkbirina vê konseptê jî rawestandina xiyanetê ye." KCK'ê bang li her kesî kir ku li welat û derveyî welat dakevin qadan û bi xurtî li ber xiyanetê rabin. -
Lehengê Botanê: Mîrza Bargiran
Gerîla Mîrza Bargiran ku li dijî êrîşên dewleta Tirk li gelek herêmên Kurdistanê 9 salan têkoşîneke bêeman meşand, bi wêrekiya xwe rê neda dijmin. -
Talebanî: Êrîşa Erbetê sûcekê eşkere yê binpêkirina sînoran e
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî êrişa li ser Balafirgeha Çandiniyê ya Erbetê şermezar kir û got ku ev êrîş sûcekê eşkere yê binpêkirina sînorê Herêma Kurdistanê û Iraqê ye. -
Antî-Terora Başûrê Kurdistanê: Sê pêşmergeyan di erîşê de jiyana xwe ji dest da
Rêveberiya Antî-Teror a Başûrê Kurdistanê, da zanîn ku bi êrîşa bi balafira biçek a bêmirov ku li Balafirgeha Çandiniyê ya Erbetê hatiye kirin, 3 peşmergeyan jiyana xwe ji dest daye. -
Komîteya KNK’ê ya Başûrê Kurdistanê xwest kujerê Denîz Bûlbûn bê eşkerekirin
Komîteya KNK’ê ya Başûr têkîldarî êrişa çekdarî ya li dijî navenda Nûnertiya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da û got; “Em vê kiryara terorî bi tundî şermezar dikin û bang li hikûmeta herêmê dikin ku demildest kujerê Denîz Cevdet Bûlbûn eşkere bike." -
Li balafirgeha çandiyê ya Erbetê teqîn çêbû
Li balafirgeha çandiniyê ya li navçeya Erbet a Silêmaniyê teqîn çêbû. Pêşbînî ew e ku bi balafira biçek a bêmirov êrîş hatiye kirin. Hat diyarkirin ku gelek kesan jiyana xwe ji dest daye û birîndar bûne -
Di êrîşa bi ser nûnertiya KNK'ê de kesek şehîd bû
Bi çekan êrîşê nûnertiya KNK’ê ya li Hewlêrê hat kirin. Di êrîşê de Nûnerê KNK’ê Denîz Cevdet Bûlbûn hat qetilkirin.