'Me îro çirayek vêxist û em hêvîdar in ku hemû Kurdistanê ronî bike'

Siyasetmedarên ku di daxuyaniya starta 'Meşa Azadiyê' ya li Wanê de axivîn, gotin, "Em ê tecrîda Îmraliyê bişikînin. Me îro çirayek vêxist û hêvîdarin ku ev çira tevahiya Kurdistan û Rojhilata Navîn ronî bike.”

Hevserokê Giştî ya DBP'ê Keskîn Bayindir got, "Em ê tecrîdê bişikînin. Em ê azadiya Ocalan misoger bikin." Hevserokê Giştî ya Partiya DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, destnîşan kir ku Ocalan sermuzakerevanê çareseriya pirsgirêka Kurd e.

Partiyên siyasî û rêxistinên girseyî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdê de ye û ji bo çareseriya pirsgirêka îro li Wanê û Qersê starta ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ dan. Ji bo meşa ku wê di navbera 1 û 15’ê Sibatê de pêk were li Wanê daxuyanî hat dayîn. 

Piştî metna giştî hat xwendin siyasetmedar axivîn. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan, destnîşan kir ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, wê ev qeyran ji holê ranabe. Bakirhan da xuyakirin ku bingeha qeyrana aborî û "berdewamiya pergala riziyayî" çaresernekirina pirsgirêka Kurd e.

‘GELÊ KURD DI RÊVEBERIYÊN XWE DE MUXATABÊN XWE AVAKIRINE’

Bakirhan got, “Meseleyê Kurdan hema hema bi dîroka komarê re hemwext e. Mixabin di sedsala yekem a komarê de, her tim hewl dan Kurdan tine bikin, red bikin û biçewisînin. Hema hema 40 salên destpêkê yên Komarê bi serhildanan, çaryeka dawî ya sedsalê jî bi polîtîkayên tecrîdê re derbas bû. Niha divê em li paş xwe binêrin û bipirsin, neçareseriya pirsgirêka Kurd ji bo gelên Tirkiyeyê, karker, xizan, Kurd û tevahiya Tirkiyeyê çi dide qezenckirin?"

Di berdewamê de Bakirhan wiha got: “Ma çareserkirina pirsgirêka kurd dê zirarê bide kê? Zirara wê ji bo tu kesî nîne. Gelê kurd gelekî cuda ye û zimanê wan heye. Bi hezaran sala ye li ser vê erdnîgariyê dijî. Yek ji avakarên sereke yên komarê ne. Dema komar dihat avakirin bi can û xwîna xwe alîkarî da. Her tim qeder û paşeroja xwe bi ya gelên Tirkiyeyê re wekî hev dît. Lê qebûlnekirina cudahiyan, dê tiştekî bi Tirkiyeyê nede qezenckirin. Divê sedsala duyemîn weke sedsala yekemîn nebe. Divê pirsgirêka kurd êdî bi awayekî cidî bigirin dest û bi rêya guftûgo û muzakereyan bê çareserkirin. Dibe ku hûn pirsa dê çareseriya wê çawa be bikin. Çareserkirina wê gelek hêsan e. Gelê kurd di rêveberiyên xwe de muxatabên xwe afirandî ye. Di çareserkirina pirsgirêka kurd de muxatabên gelê kurd pir zelal in. Di pêvajoya çareseriyê de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd îradeyeke cidî hatibû raberkirin.

Gelê kurd li her devera lê dijîn daxwaza mafên xwe dikin û dixwazin ziman û nasnameya xwe bi awayeke azad bijîn. 

‘ABDULLAH OCALAN SERMUZAKEREVAN E’

Heke hûn bixwazin vê meseleyê çareser bikin, heke hûn bixwazin ji şer û tundiya li Rojhilata Navîn xwe xelas bikin, vaye werin em çareserkirina pirsgirêkê hêsan bikin. Em amade ne ku di vê mijarê de tişta ji destê me tê bikin. Îradeya ku birêz Ocalan di pêvajoya çareseriyê de raber kiribû, îradeya rast e. Me duh piştgirî da wî û îro jî didin. Ji bo Tirkiyeyeke demokratîk,  wekhev û adilane ku kurd û elewî jî xwedî heman mafan bin, rayedar û rêveberên dewletê vedixwînin ser maseyê û muzakereyan. Di vê mijarê de birêz Ocalan sermuzakerevanê kurdan e. Gelek caran ev rastî hate vegotin. Ev meş di heman demê de firsendeke. Pirsgirêka kurd êdî veguheriye pirsgirêkeke navneteweyî lê pirsgirêk li Tirkiyeyê ye. Dikare li Amed û Enqereyê bê çareserkirin. 

Em careke din ji aqilê dewletê re dibêjin; ji bo ku ev pirsgirêk di qada navneteweyî de weke çoyekî neyê bikaranîn, divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Muxatab diyar in. Muxatabê herî girîng jî birêz Ocalan e. Lewma jî divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin, derfetên azadiya wî bên afirandin û pirsgirêka kurd bi rêyên guftûgo û muzakereyan bê çareserkirin. Ev Meşa Azadiyê jî dê ji bo vê mijarê sûdewer be. Hêvîdarim ku desthilatdarî û dewleta ku ev sedsal e çavê xwe ji vê girtî îcar perspektîfa xwe gihandina Tirkiyeya demokratîk deyne pêşiya xwe. Û hewl bide vê pirsgirêkê bi muxatabê wê re çareser bike.” 

‘ME ÎRO ÇIRAYEK VÊXIST Û HÊVÎDARIN EV ÇIRA TEVAHIYA KURDISTANÊ RONÎ BIKE’

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî ev tişt anî ziman: “Em ê heta 15’ê Sibatê li bajar û navçeyên Kurdistanê bigerin. Em ê meqseda ji meşê bigihînin gel. Em niha li vir bi 37-38 kesan dest bi meşê dikin. Lê hêza me mezin e. Dilê bi hezaran, bi milyonan kesên aştiyeke birûmet dixwazin bi me re ye. Em pêşengitiya aştî û azadiyê dikin. Dê ev meş bigihije armanca xwe. Armanca vê meşê tenê daxwazên gelê kurd nînin, di heman demê de daxwazên gelên bindest û gelên Rojhilata Navîn e. Me îro çirayek vêxist û hêvîdarim ku ev çira tevahiya Kurdistan û Rojhilata Navîn ronî bike. Dê bi xwe re rojên azad bîne. Em dixwazin gel û dostên me bişopînin û piştgiriyê bidin. Hêvîdarim ku bi meşa xwe em tecrîdê bişikînin. Bi vê meşa xwe em ê azadiya birêz Ocalan pêk bînin. Em xwedî îrade ne, heta ku îradeya me hebe jî em ê bi ser kevin.” 

‘DIVÊ EM DEMILDEST BIŞKÎNIN’

Hevseroka Wan MEBYA-DER’ê Hanim Kaya jî diyar kir ku tecrîda li ser Îmraliyê îro li tevahiya civakê belav bûye. Kaya, got ku mifteya aştiyê li Îmraliyê û ew jî ji bo azadiyê tev li meşê bûne. 

Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Emîne Kaya jî got ku dema tecrîda li Îmraliyê bi dawî bû, dê zilim jî hilweşe. 

BERXWEDANA ZINDANAN HAT SILAVKIRIN 

Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek jî bi lêv kir ku sedema krîza aborî şerê li dijî kurdan û tecrîda li ser Abdullah Ocalan e. Çîftyurek, got ku ji bo astengkirina siyaseta gelê kurd tecrîd tê kûrkirin û got: “Banga me ji bo dewletê ew e ku bi qanûnên xwe bike. Tecrîdê bi dawî bikin û pêşiya gelan vekin.” 

Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlu jî girtiyên di greva birçîbûnê de silav kir û da zanîn ku dê di navbera 1-15’ê Sibatê de li qadan bin. 

Meşvan, piştre jî derbasî Parka Mûsa Anter bûn.