Bahçelî ji bo nexşerêyê bang kir: Bila komîsyonekî 100 kesî were avakirin
Devlet Bahçelî piştî biryarên kongreya PKK’ê bi beşdara partiyên li Meclîsê banga avakirina “Komîsyona Yekîtî Piştevaniya Neteweyî” kir.
Devlet Bahçelî piştî biryarên kongreya PKK’ê bi beşdara partiyên li Meclîsê banga avakirina “Komîsyona Yekîtî Piştevaniya Neteweyî” kir.
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî bi boneya “19’ê Gulanê Bîranîna Ataturk û Cejna Ciwan û Werzîşê” peyamek weşand. Bahçelî îşaret bi biryarên kongreya PKK’ê kir û wiha got: “Derbasî qonaxekî nû bûn ku hesas e û hewcehî bi sebirê heye.”
Bahçelî wiha got: “Divê firsend ji fêmkirinên şaş û dilmayîbûnên ji ber hincetên jirêzê çêbibin, neyê dayîn. Pir girîng e ku her kes zimanekî berpirsyar bi kar bîne, xwe nedin polemîkan, îtibar bi hesabên berjewendiyê yên siyasî û îdeolojîk neynin û bi aqlêselîm bin.”
Bahçelî diyar kir ku aştî ne çûkekî yek perik e û wiha got: “Jixwe bi yek perikê bi hewa ketin ne pêkan e. Bi du perikan bi hewa ketin girêdayî xwedîderketin, dua, fedakarî û xwebaweriya tevahî neteweyê me ye.”
BANGA AVAKIRINA KOMÎSYONÊ
Bahçelî ev bang kir: “Di vê çarçoveyê de ji bo diyarkirina nexşerêya serdema li pêşiya me avakirina komîsyonekî bi beşdariya partiyên siyasî yên di TBMM’ê de, bijarteya herî maqûl e. Li gorî teamulan bi banga Serokê TBMM’ê avakirina ‘Stratejiya Tirkiyeya Bêteror a Sedsala Nû; Komîsyona Yekîtî Piştevaniya Neteweyî’ teklîf û daxwaza me ya samîmî ye. Ji bo ku xebatên komîsyonê bi beşdariya berfireh û zelal were meşandin divê komîsyon ku 16 nûnerên partiyên siyasî hebe bi 100 endaman pêk were û li gorî şertên xebatê komîsyon werin avakirin.”
Bahçelî derbarê komîsyonê de van xalan rêz kir;
-Ji her partiyên siyasî ya di TBMM’ê de, divê herî kêm endamek were diyarkirin, divê endamên din li gorî rêjeya nûnertiya partiyên ku koma wan hene bê diyarkirin.
-Her partiya siyasî ku di TBMM’ê de tê temsîlkirin ji bo xebata komîsyonê divê di qada xwe de 2 kesên pispor erkdar bikin.
-Divê komîsyon esas û usûlên xebatê bi xwe diyar bike.
-Divê Serokê TBMM’ê serokatiya komîsyonê bike.
-Divê biryarên komîsyonê bi piranî dengan were girtin.
-Divê biryarên ku di komîsyonê de hatin girtin ji aliyê parlementeran ve wekî teklîf pêşkêşî komîsyonên eleqeder û Lîjneya Giştî ya TBMM’ê were kirin.