Ahmet Turk: Têkoşîna me ji bo azadiya Abdullah Ocalan e

Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê yê DEM Partiyê Ahmet Turk got, "Birêz Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn aqil, mamoste û navnîşanek a çareseriyê ye. Têkoşîna me ji bo azadiya Birêz Ocalan e."

Meşa Mezin a Azadiyê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji du baskan ve hatiye destpêkirin, di roja 8’emîn de didome. 

Baskê Wanê yê meşê ku Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med Emîne Kaya, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl di nav de ne, gihiştin navçeya Nisêbîna Mêrdînê.

Gel meşvanan di ketina navçeyê de bi gulan pêşwazî kirin, dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Zîndana" û "Bijî Serok Apo" berz kirin û meşale pêxistin. Meşvanên Azadiyê ku rastî seknek mezin a xwedîderketin û hezkirinê hatin, heta Parka Aştiyê meşiyan û gel silav kirin.

'BERXWEDANA ME HER ROJ MEZIN DIBE'

Li Parka Aştiyê parlementera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş xîtabî gel kir û got, "Min silavên Wan, Qers û Serhedê ji we re anî. Nisêbîn her tim li ber xwe da. Wê ji niha û pê ve jî li ber xwe bide. Em ji 1' ê Sibatê û vir ve dimeşin. Roj bi roj girseya me û berxwedana me mezin dibe. Nisêbînê mîna duh îro jî sekna xwe nîşan da. Ev meş îro destpê nekir, ev sed sal in didome. Em ji Nisêbînê ji girtîgehan re û ji kesên li ber xwe didin re silav dişînin. Heta ku azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan pêk were dê meşa me berdewam bike. Meşa me meşa azadiyê ye. Em ji bo dayik negirîn dimeşin. Dayikên Roboskê banga aştiyê kirin. Heke Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê û hemû dayikên li ber xwe didin aştiyê bixwazin, mafê kesekê nîne ku vê asteng bike. Roj roja me ye. 25 sal in li ser birêz Ocalan komployek tê meşandin. Gelê kurd ji bo azadiya Birêz Ocalan li ber xwe dide. Berxwedana gelê Kurd belavî qada navneteweyî bû. Em ê serbikevin.”

AHMET TURK: TÊKOŞÎNA ME JI BO AZADIYA ABDULLAH OCALAN E

Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê yê DEM Partiyê Ahmet Turk piştre axivî û wiha got: “Dewlet li ser gelê Kurd polîtîkayên xwe yên zext û tundiyê didomîne. Em îro li Nisêbînê ne ku ev der keleha berxwedanê ye û ji bo azadiyê bedelên gelekî giran dane. Ji bo beşdarbûn û pêşwazîkirina we em gelekî spasiya we dikin. Bi salan e gelê Kurd ji bo aştî û azadiyê li ber xwe dide. Tevî bedelên giran jî gelê Kurd her tim li ser xwe ye û dev ji tekoşîna xwe bernade. Îro jî ji bo edalet, hiqûq û pirsgirêka Kurd dîsa gelê me li qadan e. Sîstema dewleta dagirker ne tenê Bakurê Kurdistanê, Rojavayê jî hedef digire. Her kes dizane ku birêz Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn aqileke, mamosteyeke, navnîşana çareseriyê ye. Têkoşîna me ji bo pêkhatina azadiya birêz Ocalan e. Girtiyên îro li zindanan ji bo azadiya birêz Ocalan ketine çalakiya greva birçîbûnê. Em li cem wan in û berxwedana wan silav dikin. Me her tim ji bo nirxê hevpar ê gelan têkoşîya. Têkoşîna me têkoşîna wekheviyê ye. Kesê bi şer encam negirtî ye. Şer ji bilî gelan bîne li hemberî hev tu encamên din dernexistine holê. Li dijî neheqî, bêhiqûqî û tecrîda li ser birêz Ocalan îro hevalên me seknekê nîşan didin.”  

Piştî Ahmet Turk li ser navê Înîsiyatîfa ji Aştiyê re Bibe Deng rojnamevan-nivîskar Rêdûr Dîjle axivî. Dîjle anî ziman ku bi piştgiriya meşê dê ji bo azadiya Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.  Piştî axaftinan bernameya şandeyê ya Nisêbînê didome.