KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Meşvanên Azadiyê li Bismilê bi coş hatin pêşwazîkirin
Milê Qersê yê "Meşa Azadiyê ya Mezin" gihaşt navçeya Bismilê ya Amedê. Meşvanên ku li kuçe û kolanên navçeyê meşiyan, armanca meşê vegotin. -
Nobetên Edaletê: Ji bilî azadiya Abdullah Ocalan tu alternatîfeke din nîne
Nobeta Edaletê li gelek bajaranhatine destpêkirin didomib. Meşvanên azadiyê ya li Êlihê çûn serdana nobeta edaletê û peyama “Ji bilî azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan tu alternatîfeke din nîne” hate dayîn. -
‘Em dikarin baxçeyekî ku her kesî hembêz bike ava bikin’
Bîdûr El Cerah a aktîvîsta ji Bexdayê di ‘’Komxebata ji Rêber Apo re Azadî’’ de ku li Şengalê hate lidarxistin, bal kişand ser tekoşîn û deskeftiyên jinên Êzidî û got: ‘’Em dikarin baxçeyekî ku her kesî hembêz dike ava bikin.’’ -
Encamnameya komxebata Şengalê: Fikrê Rêber Ocalan wê li tevahiya Iraqê bê belavkirin
Di komxebata jinên Êzidî û Ereb de biryar hate dayin ku înîsiyatîfeke hevbeş bê avakirin û ji bo belavkirina fikrên Rêber Ocalan li tevahiya Mûsil û Iraqê kar bê kirin. -
Meşa Mezin a Azadiyê: Serketin wê ya Kurdistaniyên berxwedêr be
Baskê Qersê yê Meşa Mezin a Azadiyê li Êlihê hat pêşwazîkirin. Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek peyama “Serketin wê ya Kurdistaniyên berxwedêr be” da. -
Êzidiyan ji bo azadiya Rêber Apo dua kirin
Alimên olî, serokeşîr û dayikên Êzidî yên li Şengalê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dua kirin. -
'Ev meş wê rêya komara demokratîk jî veke'
Meşvanên Azadiyê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û destnîşan kirin, ku ev meş wê di heman demê de rêya komara demokratîk jî veke. -
Li Şengalê komxebata ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir
Ji ber salvegera 25'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, li Şengalê bi pêşengiya jinên Êzidî û Ereb ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komxebatekê destpê kir. -
Li Wanê 5 kes hatin binçavkirin
Li Wanê di serdegirtina polîsan de 5 ciwan hatin binçavkirin. -
PKK: Ji bo serketina pêngava azadiyê ya navneteweyî em seferber bibin
Komîteya Rêveber a PKK'ê ji ber salvegera 25'an a Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyek da û got, "Ji bo serketina pêngava azadiyê ya navneteweyî em seferber bibin." -
Em ê pirsgirêkên Êlihê bi hev re çareser bikin
Namzeta Hevşaredariya Êlihê Gulistan Sonuk a ji DEM Partiyê got, "Em ê hemû beşên civakê yên ji nedîtî ve hatine li hev kom bikin, bi hev re pirsgirêkan nîqaş bikin û rêbazên çareseriyê peyda bikin." -
Meşvanên Azadiyê Eşref Anyik li ser gora wî bi bîr anîn
Meşvanên Azadiyê, Eşref Anyik ê yek çaran ku li Zindana Amedê bedena xwe da ber agir, li ser gora wî bi bîr anî û got: “Ew agirê wan vêxistiye, heta ku bigihe armanca xwe wê bidome.” -
Amedsporê li sehaya xwe Uşakspor 8-0 têk bir
Di Koma Sor a Lîga 2’yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de Amedspor îro li sehaya xwe bi Uşaksporê re lîst û bi 8 golan Uşaksporê têk bir. -
Namzetên Dersimê yên DEM Partiyê diyar bûn
Namzetên Dersimê yên DEM Partiyê bûn Bîrsen Orhan û Cevdet Konak. -
Bakirhan: Meseleya Kurd bi Kurdan çareser dibe!
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan kesên ku pirsgirêka Kurd çareser nakin weke 'dijminê vî welatî' pênase kir û got, "Meseleya Kurd bi Kurdan çareser dibe." -
Meşvanên Azadiyê li Sêrtê bi coş hatin pêşwazîkirin
Baskê ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ yê Qersê li navenda Sêrtê bi coş hate pêşwazîkirin. -
Ji ber serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' cezayê darvekirinê li meleyekî Kurd hate birîn
Dadgeha dewleta Îranê ji ber ku piştgirî da serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' cezayê darvekirinê li meleyekî Kurd birî. -
Meşvanên Azadiyê li Serêkaniyê ne: Rêya me rêya azadiyê ye!
Meşvanên ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ li Serêkaniyê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo got, "Rêya me rêya azadiyê ye, rêya yekîtiyê ye. Rêya me vekiriye.” -
Gerîla TV bi 70 deqeyî dîmenê operasyona şoreşgerî weşand!
Gerîla TV bi 70 deqeyî dîmenê Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêraluk weşand. Di dîmen de tê dîtin, ku gerîla yek bi yek dikevin nava çeperên leşkeran û îmha dikin. Di operasyonê de 61 dagirker hatin cezakirin, gerîla çûn ser 20 cenazeyan. -
'Divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî'
Hevberdevkên Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê, banga xwedîderketina li zimanê Kurdî kirin û gotin, “Divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî.” -
Burçun: Em ê Çewlîkê tevî gel bi rê ve bibin
Namzetê Hevşaredariya Çewlikê Aydin Burçun ê DEM Partiyê diyar kir ku wê Çewlîkê ji bo dewlemendkirina komekê nekin qurban û got, wê tevî gel şaredariyê bi rê ve bibin. -
'Gelê Êlihê wê rê nede qeyûman'
Hevserokên Êlihê yên DEM Partiyê bi bîr xist ku Êlih ew bajar e ku ji salên 1970'yî ve tevgera welatparêz lê rabû, mezin û civakî bû û gotin, "Xelkê Êlihê bi biryar e ku nehêle keleh lawaz bibe." -
Salîha Aydenîz: Ev meş ji zû ve ye gihîştiye armanca xwe
Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz işaret bi xwedîderketina gel a li Meşa Azadiyê kir û got, "Ji ber vê yekê ev meş ji zû ve ye gihîştiye armanca xwe. Gelê me ji vê yekê bawer dike." -
Jin û ciwanên Ereb ên Şengalê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
Jin û ciwanên Ereb ên Şengalê bi boneya 25’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan, peyama “Em ê bi şev û roj ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ber xwe bidin.” -
Namzeta jin a Dersimê diyar bû
DEM Partî ji bo Hevşaredara Dersimê Bîrsen Orhan diyar kir. Di tûra duyemîn a roja Yekşemê de wê hevserokê din jî diyar bibe.