Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye

Li Marsîlyayê Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn

Li bajarê Marsîlya ya Fransayê di şexsê kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn.

Li bajarê Marsîlya ya Fransayê di şexsê kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de Şehîdên Meha Gulanê bi çalakiyekî hatin bibîranîn. Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Civaka Demokratîk a Marsîlyayê li Place la Rosesê hat lidarxistin û gelek kes tevlî bûn.

Bîranîn bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeya “Şehîd Namirin” hate berzkirin. Di çalakiyê de îşaret bi mîrateya têkoşînê ya şehîdên azadiyê hate kirin û hate gotin ku gel bi biryar e ku vê mîrateyê jiyanî bike.

Li ser navê Malbatên Şehîdan Erhan Tarhan axivî û diyar kir ku mîrateya berxwedanê ku şehîd bi dayîna berdêlan hiştine, abîdeya rûmetê ye û wiha got: “Têkoşîna me heya jiyana azad û demokratîk dewam bike ku xeyala şehîdên me ye.”

Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlufer Koç jî di bîranînê de axivî û wiha got: “Jiyanîkirina îdealên şehîdan ne erk, lê awayê jiyanekî bi rûmet e.”

Di çalakiyê de peyama Rêber Apo û malbatên şehîdan hatin xwendin. Piştre helbest hat guhdarkirin û sînevîzyona li ser têkoşîna Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hate pêşandan. Di dema pêşandanê de kêliyên hestiyar hatin jiyîn û beşdaran dilsoziya xwe ya bi îdealên şehîdan re anîn ser ziman.