BI DÎMEN

Meşvanên Azadiyê: Em zarokên Dayika Taybet in, em ê bi ser bikevin!

Di ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ya ku li Silopiyê dewam dike de hat gotin, "Em zarokên Dayika Taybet in. Em hevrêyên Sêvêyan in. Em ê bi ser bikevin."

‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ku ji aliyê siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk hatibû destpêkirin, di roja 6’emîn de ye. Baskek a meşê îro gihîşt navçeya Silopiyê ya Şirnexê. Meşvanan ji bo salvegera erdhejên 6'ê Sibatê ku navenda wê Mereş bû, kurdeleyên reş bi pêşmalkên xwe ve kirin. Dayikên Aştiyê bi kulîlkan meşvanan pêşwazî kirin.

Meşvan, dayikan yek bi yek hembêz kirin û piştre bi hev re ber bi kolana 2’yemîn a navenda navçeyê ve û meşiyan. Meş heta Rêxistina DEM Partiyê ya  Navçeya Silopiyê berdewam kir. Gel ên li ser rêyan jî bi çepik û nîşaneyên serketinê xwedî li meşê derketin. Her wiha di meşê de dayikan gelek caran kilam gotin.

Piştre li ber avahiya partiyê ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hate girtin. Parlementerê DEM Partiyê ya Colemêrgê Onur Duşunmez salvegera erdhejê bi bîr xist û got, "Li qada erdhejê 3 rojan dewlet tine bû." Duşunmez, bal kişand ser navendên piştevaniyê yên di dema erdhejê de ava kirine û wiha dom kir, “Yên ku hînê polîtîkayên qayûm bi cih kirine bûne, qayûm tayînê navenda me ya piştevaniyê jî kirin. Yên aştî, wekhevî û çareseriyê li van xakan dixwazin, divê destekê bidin me."

Duşunmez, anî ziman ku 25 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava tecrîdê de ye û wiha got, "Ev 35 meh in em ti agahî jê nagirin. Ji ber vê yekê em dimeşin. Em mafdar in û em ê bi ser bikevin. Em ê teqez bi ser bikevin. Em zarokên Dayika Taybet in. Em hevrêyên Sêvêyan in. Em ê azadiya Birêz Ocalan misoger bikin û azadî dê were van xakan."

DAYIK SAKÎNE DEMÎR: BILA RÊBER APO AZAD BIBE

Dayika Sêvê Demîr a di dema êrîşên qirkirinê yên li Silopiyayê de hat qetilkirin Sakîne Demîr jî ev tişt gotin, "Ez vê meşa azadiyê, aştiyê, yekîtiyê ya ji bo girtîgehan û Rêbertî (Abdullah Ocalan) pîroz dikim. Em ê teqez bi ser bikevin." Dayik Sakîne Demîr ji dayikên Tirk xwest ku beşdarî meşê bibin û got, "Diviyabû îro ew jî bi me re meşiyabana. Diviyabû dayikên polîs, leşker û cerdevanan bi me re bûna. Dilê me çiqas dişewite, dilê dayika leşkeran jî ewqas dişewite. Ev meş di heman demê de meşa wan e. Bila ji meşa azadiyê netirsin. Bila ev tecrîd rabe. Bila cenaze ji girtîgehan dernekevin. Bila Rêber Apo azad be."

Demîr, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd banga diyalogê kir û got, "Xwîn bi xwînê nayê paqijkirin. Xwîn bi avê tê paqijkirin. Em aştiyê dixwazin. Ev meş ji bo aştî were van xakan pêk tê. Keça min şehîd bû, ez naxwazim zarokên mirovên din bimirin. Bila deriyê Îmraliyê bê vekirin, tecrîd bê rakirin û li ser maseyê rûnên."

Namzetên hevşaredariyê yên Silopiyê ya DEM Partiyê Jiyan Ormanlî û Rênas Nadîr Onuk jî gel silav kirin û diyar kirin ku bi meşê re wê dawî li tecrîd were anîn.

Piştî axaftinan Dayikên Aştiyê laçikên spî ku sembola aştiyê ye li stûyê meşvanan alandin. Li aliyê din, lepik û stûmalên ku ji bo Abdullah Ocalan rêsandibûn radestî meşvanan kirin.

Daxuyanî bi dirûşemeya "Bijî berxwadana zindanan" bi dawî bû.