Meşvanên Azadiyê li Kanîreşê hatin pêşwazîkirin

Meşa Azadiyê ya Mezin li navçeya Kanîreşê dewam kir.

“Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk di roja 7’emîn de berdewam dike. Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên di baskê Qersê de cih digirin îro gihiştin navçeya Kanîreş a Çewligê. Meşvan, li ketina navçeyê hatin pêşwazîkirin û ber bi navenda navçeyê ve meş li dar xistin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan piştî meşê axivî û wiha got: “Ez Mehmet Karasungur, Mazlum Dogan û Hayrî Durmuş bi bîr tînim. Wan bedenên xwe dan ber mirinê û bedelên giran dan. Vaye neviyên we li pey şop a we dimeşin. Ev der Kurdistan e û ev der welatê me ye. Em dixwazin wekhev û azad bijîn. Me ji Qersê dest pê kir û heta vê derê hatin. Em ji bo azadiya birêz Ocalan dimeşin. Ji bo azadiya welatê xwe, azadiya gelê xwe dimeşin. Em dixwazin mîna gelên din xwedî statû bin. Dixwazin pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Li Îmraliyê bêhiqûqiyeke mezin li dijî birêz Ocalan tê klirin. Hûn çima destûrê nadin ku bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin? Ev yek hiqûqa dijminatiyê ye. Daxwazên me mafdar û rewa ne. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo mafên xwe bidomînin.”

Ocalan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dixwazin ku di çareserkirina pirsgirêka kurd de birêz Ocalan weke muxatab bê girtin. Dewlet niha tevahiya aboriya xwe ji bo tunekirina kurdan bi kar tîne. Pereyê vî welatî çima ji bo şer tê bikaranîn? Pereyê gelên kurd û tirk ji bo perçiqandina kurdan bi kar neyînin. Em naxwazin êdî zarokên vî gelî bên kuştin.”

Piştî axaftinê, li qehwexaneyê bi gel re civîn hate lidarxistin. Di civînê de ji nîşeyên hevdîtinên yên bi Ocalan re çendek beş hatin xwendin. Meşvan dê derbasî navçeya Dep a Xarpêtê bibin.