BI DÎMEN

Karasû: Paradîgmaya Rêber Apo wê sîstema dewletperest tune bike - NÛ BÛ

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi paradîgmayekê hincetên hebûnê yên komplogeran ji holê rakir û tola herî mezin ji wan hilanî.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû 'Meşên Azadiyê', berxwedana li zindanan, pêşketina paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk a Abdullah Ocalan, salvegera 25'an a komploya navneteweyî, erdheja li Mereşê ku di salvegera yekemîn de ye, berxwedana fedaî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji Medya Haber TV re nirxand. Hevpeyvîna bi Karasû re bi vî rengî ye:

Di salvegera komploya navneteweyî de di serî de Rêber Apo yê ku 20-25 sal in li zindana Îmraliyê berxwedaneke mezin dike, îradeya gelan e û îradeya gelê Kurd temsîl dike, bi minet û hurmet silav dikim. Di salvegera 24'an de komplogeran şermezar dikim, em soz didin ku em ê bi hêrseke mezin hesab ji komplogeran bipirsin, Rêber Apo û gelê Kurd jî azad bikin.

25 salên derbasbûyî ji bo rêberekî gel bi rastî jî weke rojên dîrokî derbas bû. Ne kêm e; 25 sal. Di 25 salan de mayina li zindanê û 25 salan li zindanê temsîlkirina îradeya gel bi rengekî bi rûmet gelekî girîng e, sekneke gelekî girîng e. Rêber Apo 25 sal in di bin şerekî psîkolojîk de ye. Li ser Rêber Apo her roj zexteke psîkolojîk tê meşandin. Zexta li ser gelê Kurd, mirovahiyê û jinan beşek ji şerê psîkolojîk ê li dijî Rêber Apo ye. Rêber Apo li hemberî van zextan rojeke bi tenê jî dest ji berxwedanê berneda. Ne got zexteke bi vî rengî heye, zilmeke bi vî rengî heye. Bi têgihiştina tolhildana ji mêtingeriya qirker tevgeriya. Û ev jî got, 'Yên ku bi esasî di zindanê de ne hûn in'. Ji bo gelê Kurd, ji bo gelên ku jiyaneke azad û demokratîk bi dest nexistine ev yek got. Bi sekin û fikrê xwe nîşan da ku li zindanê jî be ti carî dest ji sekna xwe ya azadiyê bernade, ji bo kêliyekê jî dûrî sekna azadiyê namîne.

DI SERKETINA DIJÎ KOMPLOGERAN DE KEDA BERXWEDÊRÊN 'HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN' MEZIN E

Ji ber vê yekê têkoşîna 25 salan a Rêber Apo bi rastî jî hêjayî lêkolînkirinê ye. Bi kîjan hestan jiya? Rojên xwe çawa derbas kir? Ji bo serxistina têkoşîna azadiyê ya vî gelî, ji bo serxistina têkoşîna azadiyê ya mirovahiyê, ji bo rizgariya jinan ji sîstema bi serweriya mêr, xwest çi bike? Ev hemû bi rastî jî hêjayî lêkolînkirinê ne, hêjayî bibin mijara romanê, bibin mijara wêjeyê, bibin mijara lêkolînê. Ji ber ku şert û mercên Rêber Apo di nav de ye gelekî giran in. Li giravekê li hucreya yek kesî tê hiştin. Piştre hin heval birin gel wî. Lê belê berê timî li hucreya yek kesî dihate hiştin. Rêber Apo di nava vê têkoşînê de digot, "Ez ji bo pêkanîna hesreta berxwedêr û şehîdên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' li ber xwe didim, bi xurtî disekinim." Anî ziman ku hêzeke mezin ji berxwedana 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' wergirtiye. Bi vê wesîleyê hemû mirovên me yên ku li Ewropa, Tirkiye û her devera cîhanê bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' li dora Rêbertî civiyan û şehîd bûn, bi minet û hurmet bi bîr tînim. Wan têkoşîneke mezin meşandin. Eger îro komploger bi ser neketibin, di têkoşîna mezin a li dijî komployê de kedeke wan a mezin heye. Divê mirov wan timî bi bîr bîne. Hemû berxwedêrên zindanan ên di salên 2018-19'an de li dijî zexta li ser Rêber Apo canê xwe feda kirin, bi minet û hurmet bi bîr tînim.

Îro jî li zindanan ji bo azadiya Rêber Apo berxwedaneke mezin heye. Hevrê Viyan a ku li dijî esareta Rêber Apo helwest nîşan da bi hurmet û minet bi bîr tînim. Wê bi eşkere got, 'Jiyanek bêyî Rêber Apo nabe'. Li dijî dîlgirtina Rêber Apo nîşan da ku divê mirovahî, gelê me, kadro û her kes helwestê nîşan bide.

Li hemberî dîlgirtina Rêber Apo divê helwesteke xurt bê nîşandan. Rêber Apo 15'ê Sibatê weke 'Roja Qirkirina Kurdan' pênase kir û her sal vê rojê rojî tê girtin. Di wê baweriyê de me ku îsal jî gelê me wê vê kevneşopiyê dewam bike û rojiyê bigire.

KURDÊN LI EWROPAYÊ DIVÊ BERÊ XWE BIDIN KOLNÊ

Li dijî dîlgirtina Rêber Apo 25 sal in gelê me nesekinî, ne jî hevrêyên me yên li zindanan bêdeng man. Ji bo azadiya Rêber Apoo bi rastî jî ketin nava têkoşîneke mezin. Vaye ji bo azadiya Rêber Apo û jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd li Ewropayê di demeke nêz de, di 17'ê Sibatê de mîtîngek tê lidarxistin. Her wiha li Bakurê Kurdistanê jî meşeke mezin pêk tê. Bi dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Kurdistanê re' kampanyayek tê meşandin. Li Bakurê Kurdistanê jî vi ê çarçoveyê de meşên mezin pêk tên. Divê Kurd hemû tevlî meşa li Kolnê ya 17'ê Sibatê bibin. Ji Îngilistanê heta Swêdê ji her devera Ewropayê, ji Kanada, Awûstralyayê Kurd li ku hebin divê berê xwe bidin Kolnê. Ji bo azadiya Rêber Apo divê gelê Kurd helwesta xwe nîşan bide. Bi helwesta xwe divê were nîşandan bê Rêber Apo ji bo gelê Kurd tê çi wateyê. Ez di wê baweriyê de me ku ev berxwedan wê encamên girîng bi xwe re bîne. Van berxwedêran ji vê derê bi hurmet silav dikim.

JI KOMPLOGERAN HEBÛ KU SERÎ JI BEDENÊ QUT BIKE Û BI VÎ RENGÎ WÊ KARIBIN TASFIYE BIKIN

Komploya li hemberî Rêber Apo xwedî armancekê bû. Ji komplogeran hebû ku eger karibin Rêber Apo dîl bigirin wê serî ji bedenê qut bikin û bi vî rengî beden jî bi demê re tasfiye bibe. Bi nêzîkatiyeke bi vî rengî tevgeriyan. Dîlgirtina Rêber Apo weke tasfiyekirina azadiya gelê Kurd, tasfiyekirina PKK'ê nirxandin. Ji wan hebû ku bi dîlgirtina Rêber Apo re wê karibin vê yekê pêk bînin. Ketin nava nêzîkatiyeke bi vî rengî. Ji ber ku di dîrokê de gelek raperînên Kurdan çêbûn, Kurdan li ber xwe dan, rêberê wan hatin girtin, hatin darvekirin û piştre jî ew berxwedan, bandora wê berxwedanê ya li ser civakê hate eciqandin û tasfiyekirin. Di salên 1970'î de jî pêşengên tevgera şoreşger îdam kirin, piştre jî tevgerên wan eciqandin. Ji dewleta Tirk hebû ku wê bi dîlgirtian Rêber Apo bi vî rengî encamê werbigire. Baweriya xwe bi vê yekê anîbûn. Bi rastî jî hêzên navneteweyî bi dîlgirtina Rêber Apo re digotin 'Piştî 6 mehan wê PKK nemîne'. Dewleta Tirk ji xwe digot 'Me qedand'. Gelek caran ev yek anî ziman.

Ertûgrûl Ozkok hebû; Berpirsyarê Weşana Giştî ya Hurriyetê bû. Digot 'Bivirên şer ên hatin binaxkirin wê careke din dernekevin'. Generalên girîng digotin, 'Dîrok wê bibêje ku rêxistina herî mezin a cîhanê PKK ye, lê wê bibêje ya ku ev rêxistin qedand artêşa Tirk, dewleta Tirk e'. Di sala 1999'an de nirxandinên bi vî rengî dihatin kirin.

Ji wê rojê û vir ve 25 sal derbas bûn. Rêber Apo jî mezin bû, tevgera me jî mezin bû, têkoşîna gelê me jî mezin bû. Gleê me ji wê rojê û vir ve hîn bêhtir xwedî li Rêbertî derket. Komplogerên navneteweyî, dewleta Tirk hesabê wan pêk nehat. Rast e heman piştî komployê tasfiyekariyê rû da. Tasfiyekarî rewşeke bi Komploya Navneteweyî re hate afirandin. Ji ber ku komploya navneteweyî hate kirin tasfiyekariyê rû da. Parçeyeke wê bû, nêzîkatiyeke wan bû. Lê belê di demeke kurt de tasfiye bûn. Te zanîn bê çawa ji holê rabûn.

BANDORA HÊZA ÎDEOLOJÎK A RÊBER APO ZÊDE BÛ

Zexteke gelekî giran li gel hate kirin. Lê belê gelê me niha ji bo Rêber Apo li ser piyan e. Xwedî li Rêber Apo derdikeve. Lewma bi ser neketin. Komplo negihîşt armanca xwe. Belê Rêber Apo hîn dîlgirtî ye, me hîn Rêber Apo azad nekiriye lê belê armanca komplogeran jî têk çû. Komplogerên navneteweyî negihîştin armanca xwe. Îro tevgera me dilsozê Rêber Apo ye, gelê me dilsozê Rêber Apo ye. Li qada navneteweyî dostên Rêber Apo hîn zêde bûne. Qîmetê Rêber Apo zêde bûye. Bandora hêza îdeolojîk a Rêber Apo li ser gel, bandora li ser mirovahiyê zêde bûye. Her kes vê yekê qebûl dike. Lewma rewş li gorî fikrê wan pêk nehat.

BI PARADÎGMAYA XWE TOLA HERÎ MEZIN A DÎROKÊ HILANÎ

Paradîgmaya Rêbertî bi rastî jî gelekî girîng e. Berhemeke jiyana Rêber Apo ya li zindanê ye. Wî nîşan da ku jiyana li zindanê çiqasî hêja ye. Di dîrokê de tenêbûnên bi vî rengî yên dîrokî hene. Fikrên ku di enacma wê kûrbûnê de ji bo mirovahiyê hatin afirandin, rêya rizgariyê, bangên ji bo mirovahiyê hatin kirin, hene. Rêber Apo jî li zindanê kete nava kûrbûneke bi vî rengî. Rêber Apo kengî kete zindanê got, 'Ez çawa dikarim tolê ji komplogeran hilînim'. Got 'Ez çawa dikarim van komplogeran têk bibim'. Got, 'Ez çawa dikarim hesab ji komplogeran bipirsim'. Vaye şêweyê hesabpirsînê yê Rêber Apo paradîgmayeke ku hincetên hebûnê yên komplogeran, bingeha wan a dîrokî û îdeolojîk ji holê rakir. Bi vî rengî bi rastî jî tola herî mezin a dîrokê hilanî. Ji sîstema dewletperest a bi serweriya mêr a 5000 salî tol hilanî. Ev gelekî girîng e. Mirovahî ji mejiyê dewletperestiyê, ji hegemonya dewletperestiyê rizgar kir. Ev hegemonya dewletperestiyê, hegemonya îdeolojiya dewletperestiyê ya li ser mirovahiyê ji holê rakir. Êdî çîna serwer, sîstema dewletperest di destpêka bidawîbûnê de ne. Rêber Apo bi paradîgmaya xwe pêngaveke îdeolojîk a ku dawî li sîstema dewletperest bîne da destpêkirin, gaveke îdeolojîk avêt. Ev gelekî girîng e. Niha girîngiya dîrokî ya vê yekê tê destnîşankirin, lê wê hîn baştir bê fêhmkirin. Her wiha îdeolojiyeke welê diyar kir ku sîstema serweriya mêr a li dijî jinan têk bir. Sekn, paradîgmayek destnîşan kir ku jinan ji sîstema bi serweriya mêr rizgar bike. Ev gelekî girîng e.

Sûcên li dijî xwezayê hene. Mirovahî bi xwezayê heye, civak bi xwezayê heye lê belê sîstema dewletperest, bi taybetî jî hêzên modernîteya kapîtalîst têkiliya navbera civak û xwezayê qut kirine. Dijberiya li xwezayê hatiye afirandin. Ev dijberiya li xwezayê bi esasî dijberiya li mirovahiyê ye, dijberiya li civakê ye. Rêber Apo li hemberî vê yekê sekneke xurt a îdeolojîk nîşan da. Li gel tecrîdê jî Rêber Apo bi kûrbûna xwe li dijî sîstema dewletperest a bi serweriya mêr helwesteke girîng nîşan da. Pêşketineke girîng afirand. Encamên vê yekê wê gelekî mezin be.

Paradîgmaya Rêber Apo ji bo mirovahiyê mîladeke. Ev gava Rêber Apo bi rastî jî wê sîstema mêtinger-serwer têk bibe. Wê sîstema dewletperestiyê têk bibe. Bêguman Marks, Engels û sosyalîstên klasîk, rêberên sosysalîst nirxandinên gelekî girîng kirin. Li dijî kapîtalîzmê, li hemberî sîstema mêtingeriyê helwesteke girîng nîşan dan. Lê belê nekarîn dewletperestiyê ji holê rakin. Ji ber ku dewletperestî sîstemeke ku mêtingeriyê dike û sîstema mêtingeriyê dewam dike. Rêber Apo bi paradîgmaya xwe re ji bo sosyalîstan jî gaveke mezin avêt. Asteke gelekî mezin afirand. Sosyalîst jî, fikrê civakî jî ji mejiyê dewletperestiyê rizgar kir. Tevkariyeke mezin ji wan re kir.

Qîmet ji van hemûyan re tê nîşandan, wê hîn bêhtir bê nîşandan û li nava tevahiya mirovahiyê belav bibe. Ev fikir niha belav bû, belav dibe, tê xwendin, tê hînbûn. Bi taybetî kelecaneke mezin dide jinan. Feraseta neteweya deokratîk, li dijî şerê netewperestî û olperestiyê hêzeke mezin a çareseriyê destnîşan dike. Ji bo Kurdan ji xwe îdeolojiya rizgariyê ya mezin e. Kurd tenê bi feraseta neteweya demokratîk, bi vê paradîgmayê dikarin azad bibin. Nêzîkatiyên neteweperestiyê yên teng, azadiya Kurdan li aliyekî wê Kurdan bi qirkirinê re rû bi rû bihêle. Feraseta neteweya demokratîk a Rêber Apo, feraseta çareseriyê ya xwe dispêre biratiya gelan, helwesta li dijî feraseta netewedewletê, wê gelê Kurd rizgar bike û bigihîne jiyaneke demokratîk û azad. Ji ber vê yekê gelê Kurd jî wê qîmeteke mezin bide vî fikrê Rêber Apo, xwedî lê derkeve, xwedî lê derdikeve. Mirovahî jî xwedî lê derdikeve. Her ku ev paradîgma belav dibe wê cîhan jî biguhere. Her ku fikrên Rêber Apo belav dibin, asoyê mirovahiyê jî fireh dibe. Bêhêvîtiya heyî wê tune bibe. Mirovahî wê li pey hêviya meizn bikeve, li pey paradîgmaya ku hêvî afirandiye têbikoşe, bide ser şopa wê û xwe bigihîne jiyaneke azad û demokratîk.

TÊKOŞÎNA JI BO 'AZADIYA RÊBER APO' DIVÊ BÊNAVBER DEWAM BIKE

Bi destpêkirina komploya li ser Rêber Apo re berxwedêrên ku bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' li dora Rêber Apo bûn xelekek ji agir û şehîd bûn, nîşan dan ku têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo divê çawa be, xet û pîvan nîşan dan. Ji ber vê yekê xwe dispêre bingeheke gelekî xurt. Wan bi jiyana xwe nîşan dan ku ji bo pêkanîna azadiya Rêber Apo divê çi bê kirin. Sekn û berxwedana wan ji bo me, ji bo gelê me fermanek bû. Ji wê rojê ve fedakariyeke mezin tê kirin, çalakiyên fedaî têne kirin. Ciwan, jin, mêr, extiyarên me hene ku ji bo Rêber Apo xwe feda dikin. Em di nava dîrokeke bi vî rengî ya têkoşînê de ne.

Ev têkoşîna 25 salan îro gihîştiye asteke nû. Di 10'ê Cotmehê de kampanya 'Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Kurdistanê re' destpê kir. Rojên xwendina Rêber Apo pêk hatin. Niha li Bakur li bajaran meşeke girîng heye. Ev hemû nîşan dide ku têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo wê bigihêje asteke girîng. Em dikarin vê bibêjin. Niha têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo tê kirin têkoşîneke ji rêzê nîne. Hem ji bo gelê Kurd bûye têkoşîneke bingehîn hem jî li qada navneteweyî hêzên demokratîk û mirovahî ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîneke mezin dimeşînin. Ev yek niha di rojeva gelê me jî de ye, di rojeva mirovahiyê de ye, di rojeva hêzên demokratîk de ye. Kampanya ji bo azadiya Rêber Apo tê meşandin wê bigihêje asteke gelekî bilind. Belê ji bo Mandela jî kampanya azadiyê ya mezin hatibû meşandin. Ev yek kampanyayek bi piştgiriya hin dewletan bû. Kampanya ku niha ji bo azadiya Rêber Apo tê meşandin berfireh bû, wê hîn bêhtir berfireh bibe û derdorên mezin vehewîne. Bi taybetî bi beşdariya jin, ciwan, sosyalîst û demokratên dixwazin ji sîstema dewletê rizgar bibin, gihîşt asteke girîng. Bi vê wesîleyê hemû dostên ku tevlî kampanyayê bûne bi hurmet silav dikim û gelê me silav dikim.

Ev têkoşîn divê bênavber dewam bike. Ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e. Ewqas zilm û zexta li ser Rêber Apo ji bo qirkirina gelê Kurd e. Di navbera azadiya gelê Kurd û azadiya Rêber Apo de têkiliyeke yekser heye. Ji xwe eger gelek xwedî li Rêberê xwe dernekeve nikare azad bibe. Gelekî ku xwedî li Rêberê xwe dernekeve wê çawa azad bibe? Gelekî ku xwedî li Rêberê xwe dernekeve azadiyê heq nake. Lewma divê dostên me, mirovahî ji bo jiyana azad û demokratîk xwedî li Rêbertî derkevin, eger bêyî xwedîderketina li Rêbertî li vê cîhanê jiyana azad û demokratîk nabe, bêyî xwedîderketina li vî rêbertî jî gelê Kurd azad nabe. Lewma yên ku piştgiriyê didin vê kampanyayê careke din silav dikim. Bi rastî jî ew karekî mezin dikin. Dostên rastî yên gelê me ne. Dostên rastî yên mirovahiyê ne. Ew ê di paşerojê de weke rûmeta mirovahiyê bêne bîranîn. Rewşenbîr, demokrat, sosyalîst, fîlozofên ji bo rizgariya Rêbertî niha têdikoşin wê weke kesên herî hêja yên mirovahiyê di dîrokê de cihê xwe bigirin.

TENÊ XWEDÎDERKETINA MALBATAN A LI BERXWEDANA LI ZINDANAN TÊRÊ NAKE

Ji berê ve xwedîderketina li berxwedana li zindanan heye. Di salên 1980'î de dema ku em li zindanê bûn malbatên me bi rastî jî gelekî xwedî derketin. Niha jî malbat xwedî li vê berxwedanê derdikevin. Ev yek xwe dispêre wê xwedîderketina di salên 1980'yî de hate kirin. Dewama wê kevneşopiyê ye. Wê demê jî li ber deriyên zindanan zext li malbatên me dihate kirin, êşkence dihate kirin, dihatin binçavkirin, li wan dihate xistin, heqaret li wan dihate kirin. Lê belê dest ji berxwedan û ewladên xwe bernedan. Bi rastî jî berxwedaneke ku wê dîrokê binivîsîne. Berxwedana malbatan, xwedîderketina malbatan a li ewladên xwe, di heman demê de xwedîderketina li azadiya gelê Kurd e, xwedîderketina li hebûna gelê Kurd e, xwedîderketina li Kurdan e. Ji wê rojê û vir ve ew berxwedana mezin dewam dike. Ji ber vê yekê jî divê gelê me xwedî li van malbatan derkeve. Ew mirovên bi rûmet ên gelê me ne. Tevî zext û zordariyê jî nesekinîn. Dest ji xwedîderketina li ewladên xwe bernedan. Dewleta Tirk a mêtinger ewladên wan sirgûnî deverên dûr kir, êşkence li wan kir, lê belê dîsa jî xwedî lê derketin. Di salên 2018-19'an de me dît bê polîsan çawa kulm avêtin dayikên me yên extiyar, ew bi erdê re kaş kirin. Li hemberî van hemûyan dest ji berxwedanê bernedan. Îro jî xwedî lê derdikevin. Girîng e. Malbat xwedî lê derdikevin, lê belê xwedîderketina malbatan têrê nake. Divê gelê me hemû xwedî lê derkeve. Ji ber ku xwedî li hevrêyên me yên li zindanan û Rêberê vî gelî derdikevin. Bi xwedîderketina li rêberê gel têkoşîna azadiyê ya gel dimeşînin.

Ev hevalên me, hevrêyên me, mirovên me ji bo azadiya gelê Kurd dest bi têkoşînê kirin. Jİ bo gelê Kurd li zindanan êşê dikişînin. Ji bo jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd 20 sal in girtî ne, 30 sal in girtî ne. Di nava şert û mercên giran de li ber xwe didin, bêyî ku bibêjin çima em 10 salan, 20 salan, 30 salan girtî ne seknekê li zindanan nîşan didin. Piştî 30 salan ji zindanê derdikevin. Dîsa jî heman seknê nîşan didin. Yên ku 30 salan girtî dimînin nayên berdan. Poşmantiyê li wan ferz dikin; dîsa jî poşman nabin. Ew li zindanê îradeya vî gelî temsîl dikin. Ji ber vê yekê divê gelê me, demokrat xwedî li malbatên girtiyan derkevin, wan bi tenê nehêlin. Ew rûmeta gel in, serbilindahiya gel in. Dayikên aştiyê û dayikên girtiyan sutûnên şoreşa me ne. Nirxên moralê ne. Çavkaniya moralê ne. Ji ber vê yekê asteke xwedîderketinê heye lê belê divê hîn bêhtir xwedîderketin hebe.

HESABÊ ERDHEJÊ NEHATE PIRSÎN

Destpêkê kesên ku ji ber erdhejê li rojavayê Firatê, li Bakurê Kurdistanê, li Hatayê, li Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînim. Sebrê ji malbatên wan hemûyan dixwazim.

Bi rastî jî erdhejeke gelekî giran bû. Bi taybetî bandoreke giran li Kurdên li rojavayê Firatê kir. Her wiha bandor li Erebên Elewî yên li Hatayê kir. Bêguman bandor li gelê Tirk jî kir. Erdhejeke gelekî giran bû. Dikarim vê bibêjim; eger erdhejeke bi vî rengî li devereke din biqewimiya û gel 4-5 rojan bêxwedî bima, rêveberî, desthilatdarî li wê derê nedima. Gel wê ew dewlet hilweşanda. Bi rastî jî erdhejeke gelekî giran bû. Li rojavayê Firatê, li bajarên Sûriyeyê bandor li 20 milyon mirovî kir. Travmayeke mezin bi xwe re anî, êşeke giran bi xwe re anî. Dewleta Tirk mîna her carê bi hejmaran lîst. Di koronayê de bi hejmaran dilîze, di erdhejê de bi hejmaran dilîze, di şer de bi hejmaran dilîze. Ev yek ji xwe bêhurmetî ye. Qaşo hejmaran zêde bide wê moralê gel xera bibe, yan jî wê ji bo desthilatdariya wan îmajeke nebaş rû bide.

Rastî çi be bê gotin wê tedbîr jî li gorî wê bê wergirtin. Eger rastî neyê eşkerekirin, xwedîderketin, nirxandin jî di wê astê de nabe. Tê gotin, derdora 200 hezar mirovî jiyana xwe ji dest dane. Çend roj berê Mûrat Kûrûm bêhemdiyê xwe gotibû; 150 hezar kes mirin. Piştre qaşo hewl da berevajî bike, lê êdî carekê gotibû. Bi xwe got, 'erdheja sedsalê' ye.

Wezîrê herî zêde ji pêvajoya erdhejê berpirsyar bû. Erdogan pesnê wî dida, li televîzyonan digot. Digot, me li Mereşê, Meletiyê, Semsûrê, Hatayê efûya îmarê kiriye. Gor firotibû her kesî. Bi pereyan gor firotibû gel.

Tu bû sedema mirina 150 hezar mirovî, 200 hezar mirovî. Û di nava hefteyekê de xwedî li wan derneket. Xwedîderkeitna jî bi vî rengî bû. Li hin deveran xwedî lê derdikeve, lê belê xwedîderketina li hemûyan nîne. Xwedî li rêjeya ji sedî 10'an derketiye. Ji sedî 80, ji sedî 90 birçî mane. Erdhejeke bi vî rengî bi rastî jî gelekî bi êş e.

Li hemberî vê erdheja giran dema ku mirov helwesta li Tirkiyeyê dibîne bi rastî jî gelekî bi hêrs dibe. Piştî ku mirov êşa wan mirovan bibîne, gelo dikare hêrs nebe? Li Tirkiyeyê bandor li 20 milyon mirovî kir. Li cîhanê gelek dewlet nifûsa wan çar milyon-pênc milyon mirov e. Bi qasî nifûsa Yewnanistanê mirov tune bûn. Rastiyeke bi vî rengî heye.

Wê demê gel xwedî lê derket, hin civakên sivîl xwedî lê derketin. Bi rastî jî ciwan xwedî lê derketin. Vaye her kes ji Kurdistanê çûn, ji rojhilatê Firatê çûn, xwedî li Kurdên Elewî yên li rojavayê Firatê derketin, xwedî li Ereban derketin. Ji ber ku vê erdhejê bi rastî jî bandoreke giran li Kurdên li rojavayê Firatê kir. Lewma divê mijara erdhejê neyê jibîrkirin. Lê belê ev dewlet dide jibîrkirin. Dibêje 'ez ê xaniyan çêbikim' henekê xwe bş van êşan dike. Henekê xwe bi gel dike. Ya girîng ew bû ku pêşî li mirina wan bigire. Ma li cîhanê nayê astengkirin? Tê astengkirin. Erdhej dibin, gelek mirov jiyana xwe ji dest nadin. Li Tirkiyeyê di sala 1999'an de erdhej bû. Baca erdhejê wergirtin, lê belê razemenî li erdhejê nekirin. Tenê ji ber vê yekê divê ev dewlet, desthilatdarî hilweşe. Bi rastî jî hesab nehate pirsîn. Ev rewşeke gelekî cidî ye.

DIVIYABÛ MUXALEFETÊ CÎHAN BI SERÊ DESTHILATDARIYÊ HILWEŞANDIBÛYA

Desthilatdariya AKP'ê berpirsyarê windahiyê di erdhejê de ye. Erdhej bûyereke xwezayî ye, lê belê li hemberî bûyera xwezayî divê tedbîr bê wergirtin, li hemberî lehiyê divê bend bê danîn, li hemberî şewatê divê tedbîr bêne wergirtin, li hemberî erdhejê divê tedbîr bêne wergirtin. Li cîhanê tedbîrên li hemberî erdhejê gelekî bi pêş ketine. Li Şîliyê demekê erdhej qewimî, niha bi her awayî bajarvaniya li gorî erdhejê hatiye çêkirin, sîstema xwe ava kirine. Li Japonyayê jî rewş bi heman rengî ye. Li deverên ku erdheja herî giran lê dibe tedbîrên xwe wergirtine. Tirkiye li ser xeta erdhejê ye, lê belê desthilatdariya AKP'ê weke ku me beriya niha qalê kir, baca erdhejê jî ji bo xwe kiriye rant. Li alîgirên xwe belav kiriye. Ew dewlemend kiriye. Daye muteahîtan. Dibêje me rê çêkir, me filan rê ava kir. Tu yê destpêkê tedbîran werbigire ji bo canê mirovan rizgar bike. Ji ber vê yekê ve desthilatdarî sûcdar e, di serî de Erdogan sûcdar e. Piştre jî Namzetê Şaredariya Stenbolê Mûrat Kûrûm. Ew sûcdar in. Lê muxalefetê jî bi rastî asayî nêzîk bû. Diviyabû cîhan bi serê desthilatdariyê bianiya xwarê. Diviyabû bi dengekî hîn bilindtir bigota ku mirov ji ber vê desthilatdariyê mirin. Diviyabû gel jî hesab ji wan bixwasta. Nekarîn bikin. Muxalefeta li nava sîstemê piştî ku hinekî gef lê hate xwarin, rexne nerm kir. Bi bîranîna mirovên jiyana xwe ji dest dan re dilsoz neman. Ji bo bîranîna wan diviyabû hesab bipirsiyan. Bi deh hezaran mirovan di binê keviran de, di binê tehtan de, di binê betonan de jiyana xwe ji dest dan. Zanîbûn ku piştî saetekê, piştî şeş saetan wê bimirin û bi vê êşê li benda mirinê man, mirin. Kes bi alîkariya wan neçûn. Ji ber ku rêxistiniyek li gorî wê tune bû. Gotin AFAD, lê li holê AFAD tune bû. Lê belê hesabê vê nepirsîn. Hîn jî nêzîkatiyeke gelekî sist heye. Divê ev yek ji rojevê nekeve. Divê bidin pey vê yekê. Di hilbijartinên Gulanê de baş nehate teşhîrkirin. Di hilbijartinên Gulanê de jî desthilatdariya AKP'ê nehate teşhîrkirin. Divê niha bê kirin.

Niha hilbijartinên xwecihî destpê dike. Tu yê ji bo xwecihiyan çi bike? Te hemû bi navendê ve girêdaye. Te rêveberiyeke xwecihî nehiştiye. Ber bi hilbijartinên xwecihî ve divê her kes li vê yekê bifikire: feraseta van a rêveberiyên xwecihî çi ye? Îradeyê didin gel? Îradeya bajaran heye? Îradeya şaredariyê heye? Li wê derê civak bi rêxistin e? Qaşo wê ji Enqereyê bê û yên li Mereşê, yên li Hatayê rizgar bike. Sîstemeke bi vî rengî ye. Divê li vê yekê bê pirsîn. Sedemeke din a mirina ewqas mirovan jî ew e ku li Tirkiyeyê ev desthilatdarî sîstemeke navendî ya dewletperest e. Berê jî li Tirkiyeyê ev hebû. Di dema desthilatdariya AKP-MHP'ê de hîn bêhtir navendî bû. Bala her karmendî li ser Erdogan e. Muxalefetê jî di vê erdhejê de nekarî xwedî li mirovan derkeve. Mirov matmayî dimîne.

Gelê Kurd gelekî êş dît. Bi plansaziya li Plana Şark Islahatê re bi vê erdhejê derba dawî hate lêxistin. Bi Plana Şark Islahatê re dihate xwestin ku Kurd ji rojavayê Firatê, ji Kurdistanê bêne koçberkirin, rojavayê Firatê bê Kurd bê hiştin. Bi polîtîkaya ji berê ve dimeşîne re piştî komkujiya Mereşê Kurdên li rojavayê Firatê ber bi metropolan, Îngilistanê, Ewropayê koçber kirin. Pêşî li vê yekê vekirin. Mirovên ku qaçaxçitiya mirovan dikirin serbest berdan. MÎT'ê qaçaxçiyên mirovan bi rêxistin kir, rê da wan. Wan jî mirov ji rojavayê Firatê derxistin, birin Ewropayê. Ne ji ber pirsgirêka aboriyê bû.

Gelek gundên Kurdan ên li rojavayê Firatê ji gundên Tirkan hîn xweştir û bi berhem in. Lê belê li ti ji gundên Tirkan nifûs kêm nebû. Lê belê gundên Kurdan hatin valakirin. Hingî ti eleqeya vê nîne. Ti eleqeya xwe bi aboriyê re nîne. Bi temamî polîtîkayeke dewletê ye. Polîtîkaya bêyî Kurd hiştinê ye. Ev yek eşkere ye.

DIVÊ PÊŞÎ LI POLÎTÎKAYA DEWLETÊ YA JI BO TUNEKIRINA KURD Û EREBAN BÊ GIRTIN

Niha bi vê erdhejê re Kurdên Elewî hîn zêdetir dest bi koça ber bi metropol û Ewropayê re kirine. Dewlet vê yekê weke firsend dizane. Ji vir jî mirov dikare bibîne ku karakterê vê dewletê çawaye. Teşwîk kiriye. Divê xwedî lê bê derketin. Divê xwedî li Kurdên Elewî yên li rojavayê Firatê bê derketin. Divê xwedî li Erebên Elewî yên li Hatayê bê derketin. Divê pêşî li polîtîkaya dewletê ya ji bo tunekirina Kurd û Ereban bê girtin. Parçeyekî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd jî ev e. Ji ber ku ev parçeyekî qirkirina Kurdan e. Guhertina demografiyê, bê Kurd hiştin, Kurdan ji warê wan kirin û berê wan dayîna deverên din ên cîhanê, evane hemû polîtîkayên dewletê ne. Lewma divê hem Kurd, Kurdên li Ewropa û li deverên din ên cîhanê, alîkariyê bidin Kurdên ji erdheja li rojavayê Firatê zirar dîtine. Divê alîkariyê bidin gundên Kurdan, divê ew gund car din bên zindîkirin û Kurd bikarin lê bijîn. Ev wezîfeya her kesî ye, wezîfeya wijdanî, exlaqî û welatparêziyê ye. Bi vê wesîleyê ez difikirim ku yên ji ber erdhejê gundên xwe terikandine, divê car din vegerin gundên xwe.

Roja borî min bihîst Tacîm Baba li Enqereyê mir. Piştî erdhejê çûye Enqereyê û li wir miriye. Rastiya erdhejê ev e. Ez ji wî re ji Xwedê rehmet dixwazim. Ji ber ku bi rastî jî klamên Kurdî yên xweş digot. Bi gotina klamên Kurdî li dijî pirsgirêka Kurd, seknek raber dikir. Piştî erdhejê ji gundê xwe qut bûye. Heta temenê wî digihije 80’ê li gundê xwe dimîne, lê erdhejê ew ji gundê wî veqetand û li Enqereyê wefat kir.

LI TIRKIYEYÊ KRÎZ Û ERDHEJA ÇANDÎ HEYE

Li Tirkiyeyê erdhej zêde ne. Sedemê van erdhejan çiye? Erê, erdhej hene lê ev erdhej çima çêdibin? Divê evane bên zanîn. Erdheja civakî çima çêdibe? Ji ber vê yekê çêdibe: Ji bo eciqandina azadiya gelê Kurd, ji bo Kurdan qir dikin bi çêkera civakê dilîzin. Civakê dikin dijminê Kurdan, dikin dijminê mirovahiyê. Di nava civakê de nirxên civakî nayê hiştin, nirxê exlaqî nayê hiştin. Hemû civakê jî vediguherînin girseyeke ku qirkirina Kurdan pêk bîne. Sedemê krîz, xerabûn û erdheja civakî ev e.

Erdheja çandî tê gotin. Sedemê wê ev e. Mirovên çandî divê mirovî bin, divê demokrat bin û li dijî bêmafî û zilmê derbikevin. Lê ji bo Kurd nefesê nestînin, li ser hunermendan zext tê kirin. Nahêlin ew li dijî zext, zilm û bêmafiyê derbikevin. Hunermend hatine bêdengkirin, hunermend tê wateya mirovê xwedî wijdan. Divê li dijî zext, zilm û bêmafiyê derbikeve. Niha hunermendekî ku hinekê li dijî bêmafiyê derkeve, tê bêdengkirin. Niha bi rastî jî li Tirkiyeyê erdhejeke hunermendan heye. Erdheja çandî û krîz heye. Hunermend û hunera rast tune ye. Huner û hunermend tê wateya yê îtîrazê li desthilatdaran dike, tê wateya serhildêr, tê wê wateyê yê ku wijdana gel datîne holê. Niha huner û hunermend bûye berdevkê desthilatdariyê. Çavkaniya xwe ji vê digire.

Sedemê erdheja ekonomîk eşkere ye. Şer e, şerê li dijî Kurdan. Erdheja darazê jî wisa. Sedemê wê, ji bo eciqandina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e. Pirsgirêk ne Can Atalay e, eger têkoşîna azadiyê ya Kurdan di vê astê de neba yan jî dewlet ji bo eciqandina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ne xwedî feraseteke evqas antîdemokratîk bûya, wiha nêzî Can Atalay nedibûn. Erdheja dewletê heye, makeqanûnê nas nake. Sedemê wê; ji ber ku mafekî herî biçûk ê demokrasiyê hebe, nefesek hebe Kurd wê jê sûd werbigirin, lewma ev tişt tên kirin. Divê ev yek bê fêmkirin. Hemû rewşenbîr, demokrat, siyasetmedarên li Tirkiyeyê divê vê rastiyê bibînin. Eger ev rastî neyê dîtin, siyaseta rast nayê kirin. Polîtîkaya rast nayê hilberandin. Gotina rast nayê gotin. Wê ji rastiyan rev hebe.

Krîzeke darazê heye, niha daran nîne. Ez dikarim vê bêjim; bi rastî jî tiştekî ku di dadgehên faşîst ên 12’ê Îlonê de neyî, heye. Hinek pîvan hebûn ku ew bi baldar nêz dibûn. Niha ne wisa ye. Niha bi fermanê tê kirin. Dadgeh jî nîne, makeqanûn jî nîne. Qesrek heye, li qesrê navendeke şerê taybet heye. Ew çawa û çi dibêjin, wisa dibe. Di nava civakê de hin sûc hene, dizîtî hene. Dibe dadgeh ji wan re bê xebitandin. Lê di meseleyên pir girîng de, teqez li Tirkiyeyê daraz û dadgeh nemaye.

SIYASETA DEMOKRATÎK A KURD JI TIRKIYEYÊ RE DIBE MÎNAK

Hilbijartinên herêmî girîng in. Demokrasî ji herêmî destpê dike. Eger îradeya herêmî hebe, demokrasî heye. Eger di herêmiyan de rêveberiyeke demokratîk, nêzîkatiyeke demokratîk hebe û çanda demokratîk hebe hingê mirov dikare behsa demokrasiyê bike. Ji vî alî ve divê mirov girîngiyê bide hilbijartinên herêmî. Wê bibe çavkaniya demokrasiyê yan jî bingehê demokrasiyê, wê rêveber bên hilbijartin. Bê guman li Tirkiyeyê qanûna rêveberên herêmî gelekî sînordar e. Lê dîsa jî rêveberên herêmî ji aliyê îradeya gel ve girîng e. Ji ber ku berê rêveberên herêmî yên li Kurdistanê hatine hilbijartin, hevşaredaran wezîfeyên girîng dîtin. Çanda demokratîk nîşan dan, helwesta demokratîk nîşan dan. Ne ketin pey rantê, guh dan dengê gel. Helbet qasî ya hatî xwestin nebe jî, lê ceribandineke rêveberiya herêmî ya pir girîng derket holê.

Di vê pêvajoya hilbijartina herêmî de, ez vê diyar bikim; li Kurdistanê pêşhilbijartin pir girîng bû. Ev ji bo pêşketina çand û feraseta demokrasiyê jî girîng bû. Ji aliyê ku gel xwedî li siyasetê jî derkeve, girîng bû. Siyaset karê ku gel bi xwe xwedî li karên xwe derkeve ye. Siyaset ne hilbijartina parlamenter yan jî serokkomarekî ye. Siyaseta demokratîk ew e ku gel ji bo karên xwe xwedî li vî karî derkeve yan jî di nava vî karî de be. Divê mirov siyaseta demokratîk wiha fêm bike. Ji vî alî ve pêşhilbijartin girîng bûn. Gel xwedî lê derket, kelecanek afirand, coşek afirand. Helbet hin kêmanî çêbûn. Tê fêmkirin ku hin bêamadekarî hebûn. Lê me dît ku gelê Kurd xwedî çandeke demokratîk e û bi kelecan tevlî pêşhilbijartinan bû. Ev jî ji bo gelê Kurd, ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û ji bo jiyana demokratîk a gelê Kurd destkeftiya wê ya girîng e. Ji vî walî ve ketin nav hewldanan, em pîroz dikin. Ezmûneke baş bû. Bi rastî girîng bû, mînak bû. Ji Tirkiyeyê re jî mînak bû.

Siyaseta demokratîk a Kurd ji xwe ji siyaseta Tirkiyeyê re dibe mînak. Paradîgmaya Rêbertî ji Tirkiyeyê re dibe mînak, ji cîhanê re dibe mînak. Hevserokatî çêbû, nîviya parlamenteran bûn jin. Evane ji Tirkiyeyê re bûn mînak. Li ser siyaseta Tirkiyeyê zext çêkir. Kurdên ku paşketî dibînin, ev qas demokratîk bûne, derbasî sîstema hevserokatiyê bûne, nîviya parlamenterên wan bûne jin lê li Tirkiyeyê hîna siyaseta desthilatdariya mêr heye. Beriya demekî min Ozgur Ozel guhdar dikir. Digot, “Me li Îzmîrê ev qas şaredarên jin derxist holê. Berê nebû, em evqas ciwanan digirin rêveberiyê, jinan digirin rêveberiyê.” Evane hemû bandora têkoşîna me ye. bandora siyaseta Kurd a demokratîk e. Ji bo Kurdan girîngiya siyasetê ev e, di hilbijartina parlamenteriyê, serokkomariyê û herêmî de jî pîvan ev e. Wê demokratîkbûnê pêş bixe yan na? Wê demokrasiyê xurt bike? Wê li dijî faşîzma mêtinger û qirker têkoşînek bê raberkirin, yan na? Wê wan paş bixe, yan na? Tê gotin wê qeyûm bên paqijkirin. Ev ji bo pêşketina demokrasiyê helwesteke. Li dijî polîtîkaya faşîzmê helwestek e. Ji aliyê Kurdan ve pîvana siyasetê bi vî rengî ye. Pîvana ku bê nirxandin, ev e.

FERASETÊN KU TIFAQAN XIRAB NÎŞAN DIDIN NE DOSTÊ KURDAN IN

Helwesta baş ew nirxandin e ku mirov bibêje çi qasî demokratîkbûnê û demokrasiyê pêş ve dibe. Çimkî ji bo kurdan demokrasî gelekî pêwîst e. Çareseriya pirsgirêka Kurd bi demokratîkbûnê re pêkan e. Her roj dibêjin çareseriya demokratîk. Dibêjin em siyaseta demokratîk, çareseriya demokratîk dixwazin. Çareseriya demokratîk wê çawa were? Wê bi demokratîkbûnê re were. Wê bi pêşketina demokrasiyê re were. Yan na kesek çareseriya pirsgirêka Kurd ji nişka ve peyda nake. Eger demokratîkbûn pêk were wê gavên di vî warî de jî pêş bikevin. Hewce ye wiha were nirxandin. Helbet ev hilbijartin jî wê bibe beşeke têkoşîna demokrasiyê.

Tifaqa gelê Kurd a bi gelên Tirkiyeyê û hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê re gelekî girîng e. Divê were zanîn ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi vî rengî pêkan e. Bi vî awayî Kurdan ev demeke dirêj e bi taybet di çarçoveya nêzîkatî û perspektîfên Rêber Apo de li her derê bi hêzên demokratîk, hêzên sosyalîst û komên civakî yên demokratîk re tim tifaq pêk anîn. Di demeke nêz de Tîfaqa Ked û Azadiyê hate avakirin. Ev yek pir girîng in. Hewce ye mirov xwedî li van derkeve. Ev yek wê siyaseta demokratîk û demokratîkbûnê bi xwe re bînin. Tifaqa li gel hêzên demokratîk û sosyalîstan wê bi têkoşîna demokrasiyê, yanî bi têkoşîn û tifaqa hevpar a Kurdan û Elewîyan ku dînamîktirîn du hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê ne, pêş bikeve. Teqez di van hilbijartinan de divê ev yek girîng were dîtin. Taybet jî divê Kurd vê yekê girîng bibînin. Hewce ye her kes di mijara tifaq û hevkariyê de hesas be. Helbet herî zêde jî divê gelê Kurd hesas be. Ji ber ku ev yek ji bo Kurdan pêwîst e. Herî zêde pêwîstiya Kurdan bi demokratîkbûn û pêşxistina demokrasiyê heye. Kurd ji bo vê yekê gelekî li ber xwe didin. Ev 50 sal in kurd ji bo vê yekê berdêlên mezin didin. Bi vî awayî hewce ye hem hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê û hem jî yên li Kurdistanê vê tekoşînê bi xurtkirina hevkarî û tifaqên xwe, bimeşînin. Dibe ku hin derdor ji van tifaqan re bibin asteng. Hewce ye gelê Kurd guh nede van. Ferasetên ku tifaqan xirab û nebaş nîşan didin, ne dostên Kurdan in. Başbûna kurdan naxwazin.Ew ne ew kes in ku demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwazin. Ew in ku dibêjin, bila Kurd bi tena serê xwe bimînin. Tu carî kurdan ji nêzîkatiyên neteweperest ên ku nedemokratîk û ji xwişk û biratiya gelan dûr feyde nedîtiye û nabînin jî. Ji ber vê yekê divê Kurd di siyaseta demokratîk û vê pêvajoya hilbijartinê de nêzîkatiya xwe ya esas li ser xeta pêşketina demokrasî û demokratîkbûnê nîşan bidin.

XWE WINDA KIRINE Û LI DERVE LI HER TIŞTÎ DIGERIN

Di meha Çileyê de çalakiyên mezin çêbûn. Bi rastî jî piştî van çalakiyan ji bo fêmkirina helwesta hikûmeta AKP û MHP’ê û dewletê divê mirov li kanalên wan ên alîgir temaşe bike. Piştî van çalakiyan kesên li ser van kanalan nizanin çi dibêjin. Gelekî xwe winda kirine! Ew jî nizanin bê ka çi nîqaş dikin. Bi rastî jî bi gotinên bêwate û eletewş rewşa xwe ya rezîl eşkere dikirin. Wê demê em pê hesiyan ku ew gelekî ji rê derketine. Hilweşiyane û derbeke giran xwarine.

Gerîlayên me ev 50 sal in di nava vê têkoşînê de cih digirin. Tecrubeya 50 salan heye. Li seranserê cîhanê tecrubeya kîjan gerîlayan ya 50 salan heye? Gelo artêşeke gerîlayan ya ku bi qasî gerîlayên me li ber xwe daye, heye? Gerîlayên ku ev 50 sal in li dijî dewleta Tirk ku artêşa duyemîn a NATO’yê ye, li ber xwe didin, heye. Gerîlayên xwedî tecrube. Helbet wê kapasîteya çalakiyan zêde be. Û tevî fedaiyan.

Her wiha em vê yekê tînin bîra wan. Rêber Apo ev yek digot: "Mezintirîn teknîk mirov e." Her çi teknîk hebe, di destê wan de heye. Derfetên gerîlayan ew qas zêde nînin. Ji vir û wir distîne. Ew her tiştî ji her aliyên cîhanê distînin. Her tiştî distînin lê belê nikare xwe biparêze. Tu çi dibêjî? Gerîla û hêzên fedaî ku xwedî tecrubeya 50 salan in, helbet wê çalakiyan li dar bixin.

Dibêjin Emerîkayê agahî daye wan. Tu yê bibêjî qey gerîla nû çalakiyan li dar dixe. Li holê ye ku gerîlyan heya niha bi ser çend qereqolan de girtiye û çend kemîn danîne. Ez vê yekê ji ber vê dibêjim. Xwe winda kirine. Yanî nizanin çi dibêjin. Xwe sûcdar nabînin. Ew li her tiştî li derve digerin. Ger tiştek biqewime, li koka wê li derve digerin. Helbet bi vê ferasetê nikare here tu deran.

Çima ev şer dewam dike, çima ew çalakiyên fedaiyane li dar dixin û çima van çalakiyan li dar dixin? Ji ber ku têkoşîna me ya 50 salan têkoşîna li dijî dagirkeran e. Rewşa van gerîlayên ciwan ên ku li ber xwe didin, li holê ye. Ma kî dikare li ber wan bisekine? Leşkerên dagirkeran jî ji tirsa dibeecin û dibêjin: ‘’Wê kengê gerîla werin? Wê kengê leşkeriya me biqede, pêncî roj man, çil roj man.’’ Ew leşker wê çawa şer bikin? Yan jî feqîr in, bi pereyan ji bo pereyan hatiye wir. Gerîla jî fedaî ne.

MA KÎ DIKARE DAXWAZA AZADIYA VÎ GELÎ JI HOLÊ RAKE?

Bi rastî jî van çalakiyan dewleta Tirk hejand û ew ecêbmayî hişt. Piştî wê gavê diqîrin. Piştî her çalakiyên gerîla dibêjin: "Heya ku terorîstek nemîne, em dê wiha û wiha bikin." Ya ku dibêjin ev e. Ev 50 sal in em dibêjin; ma kî dikare daxwaza azadiyê ya vî gelî ji holê rake? Daxwaza azadiya gelê Kurd li holê ye. Daxwaza azadiyê ya vî gelî vê yekê diafirîne. Ma hûn dikarin êdî vê daxwazê ji holê rakin û bikujin? Encama têkoşîna 50 salan e. Hemû kurd di nava vî şerî de mezin bûne, wan ev şer dîtiye, ev fedakarî dîtiye, têkoşîna zarokên xwe ya li dijî dagirkeran dîtiye. Ew çend diqîrin, bila biqîrin; Ciwanên Kurd wê li ber xwe bidin. Dibe ku bibin asteng û sînordar bikin, lê ev dê werin derbaskirin. Gerîla tê wateya bi derfetên kêm û şerê li hemberî hêzeke mezin. Dibêjin ya şerê asimetrîk, vaye gerîlla ev e. Ji ber vê yekê di dîrokê de hene.

DILÊ TEVAHIYA KURDAN LI GEL PKK’Ê YE

Mezintirîn teknîk mirov e. Yanî mirov wê wan teknîkan bi hewldan û keda xwe pûç bike û dike jî. Gerîlayan derbeke giran li wan xist û wê bidomîne jî. Gerîla ne ew hêz e ku li hemberî qîrkirin û wajwaja artêşa Tirk teslîm bibe. Gerîla hêzeke fedaî ye, tecrubeya 50 salan heye û piştgiriya gel heye. Dilê tevahiya Kurdan li gel PKK'ê ye. Dilê kurdên li herêmên PDK'ê jî li gel PKK'ê ye. Bila PDK nebe asteng û bila PKK here wir lê binêrin, çawa tê pêşwazîkirin. Ev rastiyek e. Li hemberî rastiyeke wiha helbet wê tekoşîneke bi vî rengî derkeve holê.

Di sala 2023’yan de têkoşîneke mezin pêk hat. Ev têkoşîn wê di sala 2024’an de jî xwe nîşan bide. Helbet dewleta Tirk ji bo têkbirina vê têkoşînê hemû rê û rêbazan bi kar tîne. Beriya niha jî çekên kîmyewî gelek bi kar anî. Bombeyên nukleerî yên taktîkê bi kar anîn. Herî dawiyê dîsa çekên kîmyewî bi kar anîn, 5 hevrêyên me şehîd bûn. Ez hevrêyên me yên di êrîşa çekên kîmyewî de şehîd bûne û hemû hevrêyên me yên di encama hemû çalakiyan de şehîd bûne bi minetdarî û bi rêzdarî bi bîr tînim.

Wê ruhê wan ê fedaî vê têkoşînê ber bi serkeftinê ve bibe. Jixwe ew bi çalakiyên xwe, bi ruhê xwe yê fedaî û bi tekoşîna xwe vê serkeftinê misoger dikin. Têkneçûna vê têkoşînê nîşan didin. Bi vî awayî sala 2023’yan bû sala ku serkeftina hêzên fedaî. Ev yek wê di sala 2024’an de jî bidome. Em dikarin wiha vê yekê eşkere bikin.

EV QAS ÊRÎŞ HINEKÎ JÎ BI DAXWAZA PDK’Ê PÊK TÊN

Helbet hevkariya PDK’ê ya bi artêşa Tirk re berdewam e. Dîsa hewl didin qadên gerîla bixin di bin kontrola xwe de. Hewl didin rêyên ku erzaq û cebilxaneyan ên gerîlayan qut bikin. Lê belê ji bo her tiştî alîkariya artêşa Tirk dikin. Alîkariyê didin artêşa Tirk ku herin birîndarên xwe bistînin. Em di nava rastiyeke wiha de ne. PDK bi hevkariya dewleta Tirk re hewl dide bi têkçûna gerîla şerî bi dawî dike. Ev jî têrê nake, PDK û dewleta Tirk niha hewl didin ku YNK’ê bixin nava vê rezîltiya xwe. Ev qas êrîş hinekî jî bi daxwaza PDK’ê pêk tên. Hewl didin ku YNK’ê jî têxin nava vê sîstemê. Her wiha çawa ku têkoşîna gerîla ya li dijî van her du miştekiyan, tevî hemû zext û êrîşên wan jî ew têk birin, wê di sala 2024’an de jî bi heman helwestê têkoşînê xwe bidomîne.