Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye
BI DÎMEN

Ji bo Kaytan û Altûn li Swîsreyê merasîmekî bi heybet hate lidarxistin: Em ê xeyalên wan pêk bînin

Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Swîsreyê bi merasîmekî bi heybet hatin bibîranîn. Di merasîmê de îşaret bi têkoşîna Kaytan û Altûn ya zêdeyî nîv sedsalî hate kirin û peyama “Em ê xeyalên wna pêk bînin” hat dayîn.

Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ên ku di dîrokên cuda de şehîd bûn, li bajarê Grenchen ê Kantona Solothurn ê Swîsreyê bi merasîmekî navendî hatin bibîranîn. Merasîm li eywana dawetê ya Oscarê hat lidarxistin. Posterên Şehîd Kaytan û Altûn li salonê hatin daleqandin. Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan tevlî bîranînê bûn û dirûşmeyên “Şehit Namirin”, “Biji Serok Apo” hatin berzkirin.

KARAHAN: ŞEHÎD WÊ DI TÊKOŞÎNA ME DE BIJÎN

Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên têkoşîna şoreşê destpê kir û piştre li ser nave KOMAW’ê Mûstafa Karahan axivî. Karahan di şexsê Kaytan û Altûn de şehîdên têkoşîna şoreşê bi bîr anî û diyar kir ku PKK’ê tevgerek ya şehîdan e. Karahan îşaret bi têkoşîna Kaytan û Altûn ya zêdeyî nîv sedsalî kir û wiha got, “Şehîd wê di têkoşîna me de bijîn.”

YEGEN: TÊKOŞÎNA TE WÊ HER TIM RÊ NÎŞANÎ ME BIKE

Piştî Karahan, xwarziya Alî Haydar Kaytan Olîda Omurca axivî. Omurca di şexsê xalê xwe Kaytan de şehîdên PKK’ê bi bîr anî û wiha got: “Ew meşaleyên rêya azadiyê ya gelan e. Erka ku dikeve ser mile me ew e ku emanetê wan bi rûmet hilbigirin û vê têkoşînê bigihînin serkeftinê.”

Alî Haydar Kaytan bi îradeya damezrîner ê PKK’ê derket dîka dîrokê. Di çavên wî de ne tenê hêrsa li dijî dijmin, ji bo pêşerojê baweriyekî mezin û jiyanekî ku fedayî rûmeta mirovahiyê hatiye kirin hebû. Ew ne tenê stirî çiyayan, çiyayan kur dibîstana hizrê, perestgeha azadiyê. Bi jiyanekî teorîk û pratîk bersiv da pirsa “Gelekî wê çawa rabe ser piyan?” Îro dema ku em wî bi bîr tînin, ne tenê windahiiyek; binê heqîqetek, helwestek û bangekî xîz dikin."

TCŞ: NÎŞANEYÊN BERXWEDANÊ BÛN

Di merasîma bîranînê de li ser nave Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Zahir Mêrdîn axivî. Mêrdîn diyar kir ku Kaytan û Altûn ji bo wan nîşaneya berxwedana nîv sedsalî ye û wiha got: “Em wekî tevgerên ciwanan soz didin ku têkoşîna wan mezin bikin û xeyalên wan pêk bînin.”

ANÎNA: RIZA ALTÛN RÊ NÎŞANÎ ME KIR

Li ser nave Tevgera Sosyalîst a Swîsreyê Anîna jî axaftinek kir. Anîna di destpêka axaftina xwe de Kaytan û Altûn bi bîr anî û hevdîtinên xwe yên bi Riza Altûn re vegot: “Ez pir şanaz im ku min derfet dît ku bi Riza Altûn re biaxivim. Min di sala 2016’an de ew nas kir. Dema ku me ewil hev nas kir, me axaftinek kir, ji bo min pir girîng bû. Ji bo piştgirîkirina têkoşîna gelê Kurd axaftinekî pir girîng bû. Piştre jî me çend car hevdîtin kir, di hemû nîqaşên me de got, “Ez marksîst û sosyalîst im.” Lênêrîna wî bû alîkar ku em Kurdistanê û PKK’ê nas bikin. Riza Altûn ne tenê piştgirîkirina têkoşîna gelê Kurd, di heman demê de bûyîna parçeyek ji wê têkoşînê fêrî me kir. Em ê bûyîna parçeyek ji têkoşîna gelê Kurd bidomînin.”

SÎNCAR: ŞEHÎD SEDEMA TÊKOŞÎNÊ NE

Piştî Anîna, li ser nave YJK-S’ê Şukran Sîncar axivî û şehîdên şoreşê bi bîr anî. Sîncar îşaret bi têkoşîna Kaytan û Altûn ya zêdeyî nîv sedsalî kir û wiha got: “Şehîdên me sedema me yê têkoşînê ne. Divê ji bo ku bibin layiqê wan têkoşîna xwe mezintir bikin. Em ê di şopa şehîdên xwe de xwedî li nasnameya jin, berxwedan û jiyana azad derkevin.”

FÛAT KAV: MÎRATEYA WAN RÊ NÎŞANÎ ME DIKE

Piştî Sîncar, siyasetmedar Fûat Kav axivî. Kav di destpêka axaftina xwe de şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û îşaret bi rola Alî Haydar Kaytan di dema damezrandina PKK’ê de kir û wiha got: “Alî Haydar Kaytan ji wê rojê heta îro têkoşînê meşand. Ne tenê têkoşîna xwe meşand, di pêşiya vê têkoşînê de meşiya. Bi sekna xwe ruh da PKK’ê. Yek ji kesên ku PKK’ê kir PKK heval Alî Haydar Kaytan e.”

Kav destnîşan kir ku Riza Altûn di damezrandin û pêşketina PKK’ê de rolekî girîng lîstiye û got ku tarzê çalakiyê ya PKK’ê tarzê çalakiyê ya Riza Altûn e û wiha got: “PKK û gerîla tarzê çalakiyê yê heval Riza esas wergirtiye. Yek ji hevalên têkoşînê yên ewil ên Serok Apo ye. Serketin yek ji taybetmendiyên bingehîn ên heval Riza Altûn e. Divê em têkoşîna wan bidomînin. Mîrateya wan wê rê nîşanî me bikin.”

‘PÊVAJOYEKÎ NÛ DESTPÊ DIKE’

Kav bal kişand ser biryarên Kongreya 12’emîn a PKK û pêvajoya Rêber Apo destpê kirî û destnîşan kir ku gelê Kurd ji pêvajoyekî dîrokî derbas dibe. Kav destnîşan kir ku dive her kes zêdetir xwedî li têkoşînê derkeve û wiha hate gotin: “Ji bo me tîştek neqediyaye, serdem û pêvajoyekî nû destpê dike.”

Di axaftinên li ser nave MLKP’ê û rêxistinên din de jî Kaytan û Altûn hatin bibîranîn û hate gotin ku dive têkoşînekî layiqê berxwedana wan were kirin û pêş xistin.

Merasîma bîranînê bi pêşandana sînevîzyona li ser Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi dawî bû.