BI DÎMEN

Duşunmez: Xwedîderketina gel çiqasî xurt be, em ê ewqasî nêzî azadiyê bibin

Ji meşvanên 'Meşa Mezin a Azadiyê' Parlamenterê DEM Partiyê Onûr Duşunmez got, "Xwedîderketina gel çiqasî xurt be, em ê ewqasî nêzî azadiyê bibin."

'Meşa Mezin a Azadiyê' ku ji aliyê siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk di 1'ê Sibatê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir, di roja 7'an de ye.

Parlamenterê Colemêrgê yê DEM Partiyê Onûr Duşunmez ku yek ji beşdarên meşê ye got, "Me ji Wanê dest bi meşê kir. Hêzên ewlekariyê hewl dan bibin asteng, lê xwedîderketina gel bû mîna lehiyeke coşê û şahiya demokrasiyê. Em ji Payîzavayê derbas bûn, piştre çûn Elbakê. Di her rawestgehê de gel em bi girseyî pêşwazî kir û li Şemzînan, Geverê jî xwedîderketina gel moral da me. Piştre em derbasî Şirnexê bûn, derbasî Botanê bûn. Em îro jî li Silopiyayê ne. Doh pêşwaziyeke mezin hebû, lê belê ji ber 6'ê Sibatê me bi bêdengî çalakî kir. Hêzên ewlekariyê hewl da li pêşiya pêşwazîkirinê bibin asteng. Bi pêşengiya Dayikên Aştiyê em meşiyan. Eger ne ji astengiyê bûya, wê hîn girseyî bûya."

Duşunmez anî ziman ku di her rawestgehê de hejmar zêde bû û got, "Gihîşt bi hezaran kesî. Bendewariya me ji gelê me ew e ku hîn bêhtir xwedî lê derkeve. Armanca me rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bidawîanîna li zext û zilmê ye, hatine azadiyê ya li vî welatî ye. Bi yekbûna girseyî ya gel re ev yek dikare pêk were. Ji yên ku hewl didin ji gel qut bikin em dibêjin, hûn çiqasî zordariyê bikin jî gel her tiştî dibîne. Divê gelên Tirkiyeyê piştgiriyê bide meşa me ya ji bo aştî, edalet, wekhevî û azadiyê. Heta wekhevî û edaletê ya ji bo hemû gelan em ê têkoşîna xwe dewam bikin, em ê bi ser bikevin."