Meşvanên Azadiyê: Li Îmraliyê li dijî mirovahiyê sûc tê kirin

Meşvanên Azadiyê li warê Mazlûm Dogan bi coş hatin pêşwazîkirin. Meşvanan gotin, "Li Îmraliyê li dijî mirovahiyê sûc tê kirin."

Baskê Qersê yê Meşa Mezin a Azadiyê di roja 7'emîn de li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê daxuyaniyek da. Meşvan piştre derbasî warê Mazlûm Dogan navçeya Dep a Xarpêtê bûn. Meşvan li vê derê ji aliyê bi sedan kesî ve bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin pêşwazîkirin. Arîfe Dogan xwişka Mazlûm Dogan meşvan pêşwazî kir.

Ji meşvanan Derya Yûlcû got, "Em daxwaza azadiya Birêz Abdullah Ocalan dixwazin. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe ku bi salane dewam dike. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Tecrîd îro li tevahiya welêt belav bûye. Pirsgirêka Kurd îro pirsgirêka bingehîn a vî welatî ye. Çavkaniyên welêt ji şer û rantê re têne bikaranîn. Kedkar, teqawît, zarok, jin birçî ne, lê komek ji sermayedaran û AKP'yî di nava rehetiyê de ne."

Meşvan piştre tevî gel beşdarî merasîma vekirina buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ya li bajêr bûn.