Meşvanên Azadiyê bi coşeke mezin li Nisêbînê hatin pêşwazîkirin

Baskê Wanê yê 'Meşa Mezin a Azadiyê', ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi rê ket, di roja 8'emîn de gihîşt navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê.

Girseya gel serê sibehê li Bûlwara Şîrîn li hev kom bû û li ber erbaneyê govend gerand.

Saet derdora 14:00 jî meşvanên azadiyê giştîn Nisêbînê û bi tilîliyan hatin pêşwazîkirin.

Di dema pêşwazîkirinê de dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hate qîrîn.

Meşvan wê li Parka Aştiyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê û piştre serdana Abdulcelîl Keskîn ê piştî 31 salan hate berdan û Omer Kiliç ê ku piştî 30 salan hate berdan, bikin.

Meşvan wê serdana gora Mûsa Anter jî bikin.