Bulbul: Tecrîd êrîşa li ser mafên me ye

Endamê Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Bulbul işaret bi paradîgma û perspektîfa çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "Tecrîd êrîşa li ser mafên me yên cemaweriyê û mafên me yên demokratîk siyasî ye."

Endamê Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Kemal Bulbul diyar kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê meş dewam bike.

Kemal Bulbul ku yek ji beşdarên 'Meşa Mezin a Azadiyê' ye ji ANF'ê re axivî û got, "Meşa me ya azadiyê wê heta misogerkirina azadiyê dewam bike. Nefret û tundiya li ser gelê Kurd bi rêk û pêk dewam dike. Birêkûpêkbûna tecrîdê encamek ji înkarkirina Kurdan e. Li vê derê jî mijara esasî Îmrali ye. Gelên me yên dilxwazên aştî û çareseriyê têne tecrîdkirin. Dixwazin li pêşiya daxwazên me bibin asteng. Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Tecrîd ne tenê birîna têkiliya mirovekî bi malbat û gelê xwe re ye. Tecrîd êrîşa li dijî mirovan e, rêbazeke îdamê ye û nayê qebûlkirin."

Bulbul bal kişand ser perspektîf û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Ji mafên gelê Kurd û komên baweriyan heta bi mafên civakî û siyasî, ew kes e ku azadî, edalet û aştiyê pêk tîne. Birêz Ocalan di pêvajoya aştiyê de bi projeya xwe ya demokrasiyê nîşan da ku ne tenê li Tirkiyeyê li tevahiya Rojhilata Navîn dikare pirsgirêkan çareser bike. Lewma tecrîd tê ferzkirin. Em tecrîdê weke êrîşek li ser mafên me yên cemaweriyê, mafên me yên demokratîk siyasî dinirxînin. Meşa azadiyê van hemûyan bi bîr dixîne."

Di dawiya axaftina xwe de Bulbul anî ziman ku ew helwest û enerjiya azadiyê bi hev re digihînin 15'ê Sibatê û destnîşan kir ku meş wê teqez bi azadiyê bi dawî bibe.