'Em li warê Elî Şêr, Sakîne û Mazlûman ji bo azadiya Abdullah Ocalan dimeşin'

Meşvanên 'Meşa Mezin a Azadiyê' Li Dersimê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Meşvanan gotin, “Em li warê Elî Şêr, Sakîne û Mazlûman ji bo azadiya Abdullah Ocalan dimeşin.”

Baskê 'Meşa Mezin a Azadiyê' yê Qersê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk hatibû destpêkirin, di roja 8’emîn de gihişt Dersimê. Meşvanan pêşî li pira ku herî dawî Gulîstan Doku lê hatibû dîtin daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniya li vir de Parlementera DEM Partiyê Kezîban Konukçu axivî û wiha got, “Gulîstan beriya 4 salan herî dawî li vir hatibû dîtin. Li her derê Tirkiyeyê jin tên qetilkirin û windakirin. Tevî ku li vî welatî her der bi kamere tên şopandin, lê hîna jî lêpirsîneke bi bandor nehatiye kirin. Gumanbarên asta yekemîn nayên binçavkirin, lê dayika ku li keça xwe digere tê binçavkirin. Em li vê axê ji bo her kesî edaletê dixwazin. Em azadiya hemû gelan dixwazin û ji ber vê dimeşin. Heta ku azadî were ser van axan wê meşa me bidome."

Meşvanan li cihê herî dawî Doku lê hatiye dîtin, qurnefîl danîn ava bendavê. 

Meşvan, piştre jî ber bi bajar ve ketin rê û ji hêla bi sedan kesan ve bi pifdankên spî hatin pêşwazîkirin. Girseyê dowîzên “Meşa azadiyê”, "Şîyayîşê Xelaşiya” û "Jin, jiyan, azadî”  hilgirtin û pankarta “Ma dikarî dev ji vê erdnîgariyê berdî? Dê dara berûyê her sal, her roj bêyî me aj bide. Tiştên me bi salan jiyayîn hene. Li jêr ava Munzurê  diherike” ku gotinên Atakan Mahîr bûn vekirin. Di pêşwaziyê de dirûşma  “Bijî berxwedana zindanan” olan da û coşeke mezin hebû. Di meşa li navenda bajar de jî eleqeyeke zêde ji bo meşvanan hebû. Welatiyên li derdorê bi çepik û dirûşman meşvan pêşwazî kirin. 

Hunermendên NÇM’ê jî bi stranên xwe rê li ber dîmenên xweşik vekir.

‘VAN ÇIYAN EM PARASTIN’

Meş, heta Qada Seyîd Riza berdewam kir û Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî. Koçyîgît, ev tişt anî ziman: “Em li warê Elî Şêr, Sakîne û Mazlûman e. Weke zarok, nevî û hevrêyên wan me têkoşîna xwe bênavber domand. Welat dişewite; êşkence hene, pirsgirêka girtîgehan heye. Ev 35 meh in agahî ji birêz Ocalan nayên girtin. Pirsgirêka Kurd ev sed sal in didome. Em li dijî feraseta ku dibêje; ‘pirsgirêka Kurd tune ye’ ketin rê. Em li vir ji dayik bûn û koka me li vir e. Di her bihosteka Dersimê de xwîna me herikiye. Ji bo azadî û demokrasiyê tu bedel nemane ku me nedabin. Niha jî dema aştî û çareseriyê ye. Werin dev ji vî aqilê ewlehîperest berdin. Bibin dengê birêz Ocalan. Dersimê ser daye lê serî netewandiye. Van çiyayan em parastin. Êdî ev çiya jî serî hil didin. Êdî çiya jî dixwazin ev şer bê sekinandin.” 

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî got ku gihiştine warê Sakîne Cansiz, Aysel Dogan û Seyîd Riza û ev tişt anî ziman: “Ev desthilatdarî çand û nasnameya me înkar dike. Welatekî reştarî afirandin. Em bi hesreta welêt rû bi rû hiştin. Em jî dibêjin ‘mifte em in.’ Li gel me heqîqetek heye. Heta niha gotin ‘Kurd tune ne, ziman û çanda wan tune ye.’ Niha jî birêz Ocalan di tecrîdê de ye. Ocalan ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo tevahiya cîhanê pêşengekî girîng e. Em jî ji bo azadiya Ocalan dimeşin. Di vê roja Xizirê de em rojiyê digirin.”

Piştî daxuyaniyê jî govend hate gerandin.